Hasan Ağaç
Şerên dawî yên li Rojhilata Navîn ne tenê pevçûnên navbera dewletan in. Ew di heman demê de nîşanên hilweşîna sîstemek ku sed sal berê hatiye damezrandin in. Sîstema Sykes-Picot, ku di bin hegemonyaya Brîtanî de piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hat damezrandin, Rojhilata Navîn kir dewlet-netewe û Kurd bê statu hiştin. Îro, ev sîstem di pêvajoya hilweşînê de ye. Êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê ne tenê operasyonên leşkerî ne. Ev êrîş beşek ji hewldanek ji bo ji nû ve şekildana mîmariya siyasî û jeopolîtîk a Rojhilata Navîn in. Armanc hilweşandina statuya kevn û avakirina sîstemek herêmî ya nû ye ku navenda wê DYA û Îsraîlê ye. Bingeha îdeolojîk a vê sîstema nû bi piranî ji hêla Peymanên Birahîm ve hatî şekildan. Ji ber vê yekê, şerê bi Îranê re ne tenê pevçûnek di navbera Îran û hevpeymaniya DYA-Îsraîlê de ye. Ew di heman demê de têkoşînek e ji bo diyarkirina pêşeroja Rojhilata Navîn li ser bingeha hevsengiya hêzê.
Statûko Dihele
Sedsalek, pergala ku avahiya siyasî ya Rojhilata Navîn diyar dikir li ser bingeha hevsengiya dewlet-netew bû. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê di vê rêzê de weke desthiladarê sereke bûn. Lê, pêşketinên dawî nîşan dan ku ev avahî ne domdar e. Dagirkirina Iraqê, şerê navxweyî yê Sûriyê û niha jî êrîşên li ser Îranê nîşan didin ku pergala dewletê ya heyî li Rojhilata Navîn di aloziyeke cidî ava dik e. Ev gengeşe ne tenê dewletan, lê di heman demê de pirsgirêka Kurd jî vedigerîne navenda siyaseta xwecihî. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Kurd bê statû man. Ev bêdewletbûn ne tenê bi rêya zexta siyasî, lê di heman demê de bi rêya bişaftina çandî û fîzîkî jî hate domandin. Zimanê Kurdî hat qedexekirin, nasnameya wan hat înkarkirin û erdnîgariya wan hate dabeşkirin. Lêbelê, têkoşîna azadiya Kurdan ku di pêncî salên dawî de pêşketiye, ev wêne bi bingehîn guhertiye. Kurd êdî ne gelê bindest e, bûne pêşengî ku di hevsengiya siyasî ya Rojhilata Navîn de rol bileyzin.
3’ê rêyên li pêşiya Kurdan
Pêşketinên li Rojhilata Navîn sê rêyên siyasî yên cûda ji bo Kurdan dikevin rêza sereke de. Rêya yekem xeta parastina statuya kevn e. Ev rêbaz di bingeh de hevsengiyên kevn ên Ewro-navendî re nûnertî dike ku dixwazin hevpeymana Sykes-Picot a piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hatibû îmzekirin de, berdewam bike. Bi taybetî li NY û hin derdorên Ewropî, parastina avahiyên dewletê yên heyî li Rojhilata Navîn ji guhertinên bingehên tê bijartin. Lê, pêşketinên dawî nîşan didin ku ev statuya heyî êdî nayê domandin. Rêya duyem ew e ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe beşek ji amûrên nû ya hegemonîk a Rojhilata Navîn ku navenda wê Amerîka û Îsraîlê ye. Ev rê jî endezyariya hêzê re nûnertî dik e, ku armanc dike rêyên enerjiyê û hevsengiyên siyasî yên herêmê li ser berjewendîyên Washington-Tel Aviv ji nû ve têşê bide û bigir e. Ev model xetera afirandina pêvahoyeke nû li Rojhilata Navîn li ser bingeha polîtîkayên ewlehiyê yên dijwartir û peywendîyên girêdayî yên nû re rê vedik e. Rêya sêyem perspektîfa entegrasyona demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşkêş kirin e.
Nexşerêya Entegrasyona Demokratîk
Ev modela ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî afirandin eşkere dike ku pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkek netewî ye; ew di heman demê de beşek ji pirsgirêka demokratîkbûnê li Rojhilata Navîn e. Nêzîkatiya entegrasyona demokratîk armanc dike ku Kurd çareseriyan li ser bingeha veguherîna demokratîk bibînin, ne ku bi dewletên ku lê dijîn re di nava şer û pevçûnek domdar de bin. Ev feraset di heman demê de modelek siyasî ya alternatîf li dijî plansazîyên şerê domdar ê ku ji hêla dewletên netewe ve hatî meşandin jî têkoşîn dike. Paradîgmaya Netewê Demokratîk ji bo pergalek siyasî ya piralî ku gelên cûda dikarin bi hev re bijîn, bingeh digir e. Ji ber vê yekê, ev model ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemî gelên Rojhilata Navîn asoyek siyasî ya nû re nûnertî dik e.Alozîyên heyî ya li Rojhilata Navîn ev model hîn girîngtir kiriye.
Gelo Kurd dê bibin aliyekî şer?
Piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, nîqaşek dijwar heye ka Kurd dê çawa beşdarî vî şerî bibin. Lê, daxuyaniyên tevgerên siyasî yên Kurd li ser vê mijarê pir zelal in. Kurd bêyî ku mîsogeriya bingehîn û pabendiya siyasî werbigirin, dê nebin aliyê vî şerî. Bîra Kurd di vê mijarê de pir xurt e. Di dirêjahiya dîrokê de, gelek mînak hene ku hêzên mezin Kurdan bi kar anîne û dûv re wan terikandine. Ji ber vê yekê, Kurd êdî naxwazin bibin amûren ti hêzên cîhanî û kurewî, armancan wan ya bingehîn ew e ku vîna xwe ya netewî biparêzin.
Pêşeroja Rojhilata Navîn
Şerê ku niha li Rojhilata Navîn diqewime ne tenê rêkbendiyekê leşkerî ye. Ew di heman demê de pêvajoyek avakirina pergalekê nû ye. Ger ew plana ku ji aliyê hêzên hegemonîk ve tê xwestin were pêşxistin, Rojhilata Navîn dê bi rejîmeke hîn dijwartir re rû bi rû bimîne. Berovajî vê, ger modela Netewa Demokratîk û Entegrasyona Demokratîk xurt bibe, dibe ku ji bo gelên Rojhilata Navîn qadeke nû ya azadiyê bi afir e. Ji ber vê yekê, têkoşîna îro ne tenê têkoşînek di navbera dewletan de ye, lê di heman demê de berxwedana ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn e. Niha, û şûnde jî, Kurd di navenda vê têkoşînê de ne.






