Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanceke isteratejîk di şerê Amerîka-Israîl û Îran de heye’

18/03/2026
in POLÎTÎKA
A A
‘Armanceke isteratejîk di şerê Amerîka-Israîl û Îran de heye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo

Siyasetmedarê Kurd Kamîran Berwarî destnîşan kir ku hêzên hegemon hikumetên islamî yên tundrew ji bo berjewendiyên xwe ava dikin û got, “Armanceke isteratejîk di şerê Amerîka-Israîl û Îran de heye. Ew ê şer bidome û berfirehtir bibe heya ku aliyek li ser nexşerêya siyasî were rakirin.”

Geşedanên dawîn ên ku li Rojhilata Navîn, bi taybet li Îran, Iraq, Sûriyê, herwiha Kendava Erebî beşek ji siyaset û planên hêzên hegemon ên navdewletî ne.

Geşedanên ku di dema heyî de ku li Rojhilata Navîn tên rûdan nameyan bi xwe re tîne, nameyên şer û tevlîheviyê ne. armanca hêzên hegemon derxistina şer û tevlîheviyê ye. Nemaze şerê di navbera Îran, Amerîka û Israîlê de ku herêm bi giştî ber bi rewşeke nearam ve biriye.

Gelo rewş ber bi ku ve diçe, dibe ku herêm ber bi şerê gurtir ve here an ber bi aramiyê ve wê biçe?, asoyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên heyî çi ne?, her kes vê yekê dipirse. Derbarê van geşedanan siyasetmedarê Kurd Kamîran Berwarî ji rojnameya me re axivî.

‘Armanceke isteratejîk di şerê Amerîka-Israîl û Îran de heye’

Kamîran Berwarî destnîşan kir ku şerê heyî xwedî armanceke isteratejîk e û wiha got: “Ev gorankarî di domandina şerê Israîl- Amerîka li ser Îran şerê ku di 28’ê meha Sibatê de dest pêkirî, bê guman tevahiya Rojhilata Navîn bi xwe ve girêdide. Ev şer li ser bingeheke isteratejîk ku bernameya wî ji beriya 50 salan ve hatiye amadekirin. Armanceke istratejîk di vî şerî de heye ew jî bicihanîn an jî tepisandina sîstemên siyasî yên îdarî yên cîhanî- nû li Rojhilata Navîn. Bê guman Îran, Îraq, Sûriye, Kendava Jêrîn a Kurdistanê (bi xeletî jê re dibêjin Kendava Erebî an jî Kendava Farisî) sînorekî dirêj ê Kurdan li ser vê kendavê heye û beşeke girîng jê ne. Şer bi giştî di navbera Amerîka-Israîl û Îranê de heye, lê eger em bi rastî lê temaşe bikin em ê bibînin ku şer di navbera welatên rojavayî û rojhilatî de heye. Êdî ax, av û samanên suriştî yên Rojhilata Navîn armanc in ji hêzên rojavayî re, armanca sereke jî destbisergirtina aboriya Rojhilata Navîn e.

‘Hêzên hegemon hikumetên islamî yên tundrew ji bo berjewendiyên xwe ava dikin’

Berwarî diyar kir ku armanca hêzên hegemon avakirina hikumetên radîkal ji bo berjewendiyên xwe ye û wiha domand: “Armanca sereke ya hêzên hegemon ew e ku miletên Rojhilata Navîn bêvîn û bêîrade bikin, bêçek bikin, aboriyê di destên wan de nehêlin û jêrxaneya aborî û ya dîrokî têkbibin. Di heman demê de armanca wan ew e ku ev gel û netewe bêparastin bimînin. Li Rojhilata Navîn ev hikumetên heyî ango netew-dewlet ku berî sed salî li ser destên hêzên rojavayî hatine avakirin, her 50 salan ev hêz dixwazin guhertinê di warê sîstema îdarî û siyasî de pêkbînin. Vê carê jî qonax hatiye wê çendê ku hêzên rojavayî sîstemên îdarî û siyasî biguherînin, lê ew çawa diguherînin? Armanca wan ew e ku hêzên islamî yên tundrew û hikumetên tundrew ên biçûk peyda bikin, ev hêz hewl didin sîstemên siyasî yên nû ava bikin ku berjewendiyên netew û civakan li pêş çavan negirin. Ji ber ku ev hikumetê ku nû têne çêkirin mîna hikumeta Şerii (Colanî), ev hikumet ji aliyê welatên rojavayî ve ne, ev hikumet xwedî yekarmanc e, ew ne weke milet hizir dikin ku ji bo neteweyan e, lê belê berjewendiyên hêzên navdewletî diparênzin. Nemaze li Îran, Îraq, Sûriye û hemû welatên Ereban.”

‘Îran şer bike an nekê wê encam ew encam be’

Kamîran da zanîn ku Îran şer bike an nedomîne encam wê her ew encam be û wiha bi lêv kir: “Helbet ev şer bi dûmahî nayê wisa, eger bidome ew ê bibe şahidê şikestina aliyekî ji aliyên şer. Her du alî rijd in derbarê berdewamkirina şer, Amerîka û Israîl qebûl nakin ku di vî şerî de şikestî bin, lê di derencamê de pêwîst e yek ji aliyên şer ji nexşerêya siyasî ji holê were rakirin. An jî lihevhatineke siyasî were kirin ku Amerîka û Israîl ji vê lihevhatinê razî bibin, ev lihevhatina ku her du alî pê qayîl bibin jî ew e ku Îran divê ji dev çêkirina uranyom berde û  çekên nuklerî, çekên giran û roketên dûravêj li gel xwe nehêle. Di heman demê de Îraneke bê leşker, bê parastin û bê aborî bimîne, di rewşeke wiha de hebûn û nebûna Îranê hîç buhayekî xwe namîne. Dewleta Îranê dizane eger ku mercên Amerîka û Israîlê qebûl bike, ew ê serwertiya gel û welatê wê namîne, ji ber vê yekê jî Îran ji bo şer bi rijd e. Bi min eger Îran şer bike yan neke di her rewşê de encam wê ew encam bin.”

‘Asoyên şer ber bi giranbûn û berfirehiya wê ve diçe’

Berwarî da tekezkirin ku asoyên şer ber bi vê yekê ve diçin ku şer girantir û berfirehtir bibe û wiha anî ziman: “Armanca Îranê ew e ku aboriya cîhanê têkbibe û serûbin bike. Îran şiyaye ku astengiyan deyne pêşiya aboriya cîhanî, bi taybetî jî eger Îran şerekî xwekujî bide meşandin li ser welatên Kendava Erebî, bargehên Amerîkî û keştiyên wê yên mezin bide, bê guman wê ziyaneke mezin bigihîne Amerîkayê. Amerîka û Israîl diviyabûn di 120 demjimêran de derbeyekê li Îranê bidin, Îran xwe radest bike û gel rabe ser piyan, ew proje pêknehat. Ji ber ku nexşedana Amerîka û Israîlê ji bo veguherîna rêjma Îranê hîna ne diyar e. Di dema heyî de kes nizane Amerîka û Israîl çi ji Îranê xwazin, weke tê çavlêkirin ew navên rêjîmê biguherînin, ji ber ku hîna yedekê rêjîma heyî tuneye ku xwe teslîmî Amerîka û Israîlê bike.”

‘Çareserî zivirîna li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e’

Kamîran Berwarî da misogerkirin ku çareseriya şerê heyî zivirîna li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û sîstema konfedralîzê ya ku dikeve xizmeta gelan û wiha bi dawî kir: “Rîşahî mumkin nîne ku careke din bibe şah li Îranê, koma Mesûd Recewî jî bi tu rengî li Îranê nayên qebûlkirin, herwiha Amrîka û Israîl bi tu awayî naxwaze li Îranê hukmekî demokratîk a aştîxwaz were avakirin. Çareseriya girîng û sereke li Îran, Turkiye, Îraq û Sûriyê zivirîna li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û sîstema konfedralîzma demokratîk ku milet xwe bi rê ve bibin, li hev bikin û lihevhatinek civakî di navbera gel de çêbibe da ku pêwîstiya wan bi şer nebe û bi welatên rojavayî nebe ku serwerekî li ser wan deyne û fermanê li gelê herêmê bike. Derencamên şerê di navbera Amerîka-Israîl û Îranê de wê karîgeriya xwe li aboriya Amerîka bike û bandora wê li ser Trump û siyaseta Trump hebe, çimkî siyaseta ku tê birêvebirin siyaseteke şaş e. Ji ber ku li dijî berjewendiyên Amerîkayê yên isteratejîk e, di heman demê de Israîl nikare xwe li ber şerekî domdar bigire. Rojane bi dehan kesên Amrîkî, Israîlî û Ingilîzî, di kendavê de û li keştiyan tên kuştin. Li Amerîka divê opizisyona Amrîkî rabe ser xwe û dadgehekê derheqê Trump daxwaz bike. Ji ber ku Trump bi vî şêwazî saziyên navnetewî pûç û bêbandor dike, derencamê vê yekê jî dihêle her tişt weke kesekî tenê li gor serê wî kesî bide meşandin. Ev keyfiyet rê li pêşiya siyaseta navdewletî digire û metirsiyê li ser berjewendiyên hemû gelan. Çîn, Hind, Rûsya, Pakistan û hêzên mezin li Rojhilata Navîn vê siyaseta heyî qebûl nakin. Ji ber vê yekê ya girîng ew e ku Amrîka, Ewropa û hemû welatên rojavayî ber bi riyeke aqlane û hemû pirsgirêkan bi riya diyalogê li ser bingeha berjewendiyên gelên cîhanê bi giştî çareser bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.