Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mafê hêviyê yê Rêber Apo pêkanîna aştiyê ye

18/03/2026
in ROJEV
A A
Mafê hêviyê yê Rêber Apo pêkanîna aştiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Parêzera Rêber Apo Suzan Akipa diyar kir ku li Tirkiyê qanûn hene ku mafê hêviyê asteng dikin, îşkence jî hîn li gorî qanûnên wê destûr e, hikumet ji bo guhertina vê yekê, îradeyeke siyasî ya cidî nîşan nade û got, “Ji bo muzarkere di şert û mercên wekhev û azad de werin kirin, pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, divê Rêber Apo û girtiyên din li gorî mafê hêviyê azad bibin.” 

Mafê hêviyê çi ye?

Mafê hêviyê, mafeke ku hêviyê bide kesên cezayê heta hetayê lê hatine birîn, ew kes hêvî bikin ku carekê azad bibe. Her kesê cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn, heye ku vî mafî bigire. Herwiha mafê her kesê girtî heye di heftiyê de carekê malbat û parêzerên xwe bibîne. Bi derdorê re dan û standinan çêke. Lê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, ev yek li gel hişyariyên saziyên Ewropayê, pêk nehatiye.

Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê destnîşan dike ku girtiyek nabe heya dawiya tememê xwe di zindanê de bê girtin. Dewleta Tirk jî vê zagonê weke zagon dipejirîne, lê bi van kiryarên xe pêk nayne. Konseya Ewropayê çend car in ji bo Rêber Apo û hemû girtiyan ji bo mafê hêviyê bang li dewleta Tirk dike ku mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û hemû girtiyan bi cih bîne, lê dewleta Tirk di vê mijarê de tu gav navêje û guhertinekê çênake.

Zêdeyî 25 salan qediya, lê çima mafê hêviyê pêk nehatiye?

Parêzerên Rêber Apo di 2003’an de ji bo mafê hêviyê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Piştî serlêdanê di 18’ê Adara 2014’an de DMME’yê biryar da û xwest Tikriyê mafê hêviyê bide Rêber Apo. DMME’ê Tiriyê di vê serlêdanê de mehkûm kiribû. Di ser vê biryarê de ewqase sal derbas bûne, lê hê jî Tirkiyê ev biryar nas nekiriye. Herwiha li gorî zagonên DMME’yê piştî 25 salan mafê hêviyê heye. Ev mijareke mirovî ye û hemû girtî piştî 25 salan mafê hêviyê ji wan re heq dikin. Tevî dewleta Tirk endama DMME’yê, lê li hember vê yekê zagonên dadgehê binpê dike. Lê divê Tirkiyê li gorî endametiya xwe careke din li xwe veger û li gorî zagonên mafên mirovan tev bigere. Ji ber ku heta niha dewleta Tirk hemû zagon binpê kirine û ev yek pêwîst e ne navnetewî ne jî herêmî neyê qebûlkirin.

Rêber Apo nûnerê bi milyonan mirovan e

Dibê bê zanîn ku dema mafê hêviyê pêk bê û tecrîd bê rakirin, dê aştî pêk were û tevahî pirsgirêk bên çareserkirin. Ji ber niha li seranserî cîhanê şerên gelek dijwar diqewimin. Bi hezaran mirov, jin û zarok dibin qurbaniyên van şeran. Di vê serdema dijwar de ku welê şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin, deriyek ji bo çareserî û aştiyê vebûye ku li Tirkiyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Ev pêvajo jî bandora xwe ji her alî ve li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Ger ev pêvajo bi awayekî serkeftî bi encam bibe, wê gelek alî û gel ji vê pêvajoyê bi awayekî erênî sûdê bigirin. Zêdeyî 27 sal in Rêber Apo li Girava Îmraliyê di bin zext û tecrîdeke giran de tê girtin. Rêber Apo nûnerê bi milyonan mirovan e. Lewra divê ew bi siyasetmedaran re hevdîtinê pêk bîne. Ji ber ew ji bo civakeke azad û demokratîk, çareseriya pirsgirêkên Kurd li ber xwe da û têkoşiya. Rêbertî bi destê xwe dê guhertinê çêke û aştiyê ava bike.

Dewleta Tirk gavek ji bo mafê hêviyê neavêtiye

Serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê Cotmeha 2024’an di parlametoya Tirkiyê de bang li Rêber Apo kir ku eger Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê fesih bike, dê heta dawiyê deriyê mafê hêviyê bê vekirin. Li ser vê bingehê Rêber Apo jî di 27’ê Sibata 2025’an bang li PKK’ê kir ku Kongreya xwe li dar bixe û xwe fesih bike. PKK’ê li ser esasê vê bangê di 1’ê Adarê de agirbesta yekalî ragihand û di 5-7 Gulanê de jî kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û biryara fesihkirinê da, herwiha gelek gavên din ên girîng jî avêt. Lê kêleka xebatên tevgerê û Rêber Apo, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyê di 5’ê Tebaxa 2025’an de li parlametoya Tirkiyê “Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwiş-Biratî û Demokrasiyê” hat avakirin. Komîsyonê heta niha gelek caran kom bûye, lê heta niha dewleta Tirk gavek ji bo mafê hêviyê neavêtiye û bi awayekî fermî neanîne rojeva komîsyonê. Lê tekez azadiya Rêber Apo dikare pirsgirêkên cîhanê û gelê Kurd li ser bingeha azadî û aramiyê were çareserkirin. Di heman demê de pêvajo ji aliyê Rêbertî hatiye destpêkirin, ji bo ku pêvajo bighêje encamê divê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe.

Derbarê mafê hêviyê yê Rêber Apo û hemû girtiyan de, Parêzera Rêber Apo Suzan Akipa ji Rojnameya me re axivî.

‘Li gorî mafê hêviyê tecrîd sûc e’

Suzan Akipa diyar kir ku mafê hêviyê, hêviyê dide girtiyan û wiha got: “Mafê hêviyê ji bo girtiyên ku di bin cezayên muebbeta giran de ne. Ev tê wê wateyê ku kesê girtî, di pêşerojê de ji nû ve bidestxistina azadiya xwe hêvî bike. Li gorî qanûna navneteweyî ku Tirkiyê îmze kiriye, cezayê mubbeta giran, îskence ye. kesê girtî di bin vê rejîmê de divê herî zêde, piştî 25 salan were berdan. Herî zêde piştî 25 salan, makanîzmayeke hewce dike ku vê pêvajoyê li gorî pîvanên objeketîf biryar bide. Lêbelê, mafê hêviyê di heman demê de tê vê wateyê ku divê kesê girtî di hucreya tenêtiyê ya mutleq de neyê girtin. Li gorî mafê hêviyê tecrîd sûc e. Mafê hêviyê, di bin nîqaşên tecrîd û îşkenceyê de derketiye holê û ew azadiyê nîşan dide. Tirkiyê hîn mafê hêviyê bi cih neaniye. Gelek biryar hene ku binpêkirinên mafê hêviyê dibînin, ya herî berbiçav doza Rêber Apo ye. Tevî biryar û pêşniyarên hem Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hem jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Tirkiyê berbirsiyariya xwe bi cih nayne. Tirkiyê bi tavahî li gorî binpêkirina hiqûqa navneteweyî tev digere û îşkenceyê tehemûl dike.”

‘Tirkiyê ji bo girtiyan rêziknameyên hiqûqî yên pêwîst dernexistiye’

Suzan Akipa eşkere kir ku nebicîhanîna mafê hêviyê di şexsê Rêber Apo de, tê wê wateyê ku Tirkiyê li gorî qanûnên navnetewî tevnagere û wiha domand: “Rêber Apo zêdetirî 25 sal in ku di girtîgehê de ye. Rêbertî sînorê “herî zêde” yê mafê hêviyê derbas kiriye. Bê guman, mafê hêviyê rasterast bi helwesta siyasî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Herwiha azadiya Kurd a Ku Rêber Apo temsîl dike ve jî girêdayî ye. Lêbelê, bi hezaran girtiyên din di heman rewşê de ne. Ev pirsgirêkek pergala hiqûqî ya Tirkiyê ye. Tirkiyê di derbarê Rêber Apo û bi hezarên girtiyan din de, rêziknameyên hiqûqî yên pêwîst dernexistiye. Bê guman, Rêber Apo niha bi dewletê re muzakere dike û aktorê sereke yê aliyê Kurd e. Hem mafê hêviyê hem hiquqa muzakere, hem jî hikuka aştiyê hewce dike ku aktor bi sert û mercên wekhev li ser maseya muzakereyê rûnin. Siyaseta dewletê ku cidî û domdar be, pêwîst e mafê hêviyê were naskirin.”

‘Li Tirkiyê qanûnên mafê hêviyê asteng dike hene’

Suzan Akipa axaftina xwe wiha qedand: “Li Tirkiyê qanûn hene ku mafê hêviyê asteng dikin, wek qanûna infaz û qanûna cezayê. Li gorî qanûna gerdûnî, mirov dikare heta hetayê di girtîgehê de bimîne. Lê belê, Tirkiyê vê rêziknameyê napejirîne û qanûnên xwe li gorî wê naguherîne. Îşkence hîn jî li gorî qanûnên Tirkiyê destûr e. Hikumet ji bo ku guhertina vê yekê, îradeyeke siyasî ya ciddî nîşan nade. Tiştê ku ji Tikiyê tê xwestin, betalkirina qanûnên ku cezayê heta hetayê diyar dikin e. Bi vî rengî Rêber Apo û bi hezarên girtiyên dikn dikarin azadiya xwe bi dest bixin. Lewra ji bo ku muzarkere di şert û mercên wekhev û azad de werin kirin, herwiha ji bo ku pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk bi ser bikeve, divê Rêber Apo li gorî mafê xwe yê hêviyê azad be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.