Farûk Sakik
Berî ku em dest bi komkujiya Halebcê bikin, mijarek ku van rojan di nav civaka Kurdan ji aliyê hin navendan ve bi awayek dilreşî tê niqaşkirin bibîrbixim. Netew dewlet-serxwebûn.
Di vê mijarê de her wek Rêber Apo û tevgera azadiyê vê yekê naxwazin tê nîqaşkirin. Tîşta herî balkêş dibêjin, hin hêz hene dewletek didin Kurdan, lê tevgera azadiyê vê yekê naxwazê.
Em ji wan re, behsa van hêzan û helwesta wan ya di serdema Komkujiya Halebcê de bikin.
Helebce, di şerê Îran û Iraqê de weke eniya şer bû. Ev şerê ku Kurd ne teref bûn, li ser axa wan derbas dibû. Şer dewam dikir û kurdan zirar didît.
Rojhilat di şerê Iraq-Îranê de, kîngê leşkerê Iraqê li vê herêmê kete tengasîyê û vekişîya, Saddam şerê pêşmergeyên Kurd kir bahane û di 16’ê Adara 1988’an bajarê Helebcê hedef da nîşandan.
Di encama bombebaranê de, ku di nava wan de piranî zarok û jin bûn, 6 hezar 357 Kurd jiyana xwe ji dest dan. 14 hezar û 765 kes jî birîndar bûn. Ewqas jî ji ber çekên kîmyewî seqet man.
Dema li Halebce Komkujî pêkhat yek dengek ji cîhanê bilind nebû. Tu hêzên ku îro ji Kurdan re soza dewletek didin midaxle nekirin. Midaxle kirin li aliyek, yek nexweşek, yek mexdûrek Halebcê derman nekirin.
Di sala 1991’an de 3 sal piştî Halebcê komkujî û kîmyasal hat bîra Amerîka berê xwe da Iraqê. Sedema şer jî çekên kîmyasal yên didestê Saddam de bûn.
Hatin midaxle kirin. Kurdan jî li Başûrê Kurdistan raperînek dane destpêkirin. Gelek heremê Kurdistan bidestxistin. Kurdan bi Amerîka bawerî anîbûn.
Lê şerê Kendavê bêyî ku dawî li desthilatiya Saddam Husêyîn bîne di 28’ê sibatê de bi teslîmbûna desthilatiya Baxdayê û bi agirbestê dawî lê hat.
Di dema şer de serokê wê demê yê Amerîka George W. Bush gelê kurd ji bo serhildanê xiste nava heyecan û hêviyek.
Lêbelê Amerîka, piştî serhildanê, gelê kurd di nav lepên desthilatiya Baxdayê hişt. Ev helwesta Amerîka bi giranî li ser gelê kurd bi nebaşî bandora xwe kir. Herwiha rêxistinên kurd yên li Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên xwe yên bi derve girêdayî ketin nava aloziyekê.
Piştî vegera Amerîka, Saddam carekdinan vegeriya dest bi dagirkeriyê kir. Kurd koçber bûn. Amerîka jî li heremê nebû.
Ev mînak bi tenê paradîgmaya Rêber Apo ya li dijî netew dewletê parastina netewa demokratîk mafdar nîşan di de.
Nêrînên Rêber Apo yên di ser dewleta Kurdan de baş nehatine fahm kirin. Leyla Zana di merasima Salîh Muslim de, di axaftina xwede tiştek got. “Rêber Apo li ser tiştekî girîng sekinî ew jî Neteweya Demokratîk e. Lê belê me ji Rêber Apo fêmnekir. Sala 2015`an ji min re got:`Ez ne li dijî me ku dewletekî Kurdan çêbibe, lê belê ez dibêjim divê Kurd li gorî hêz û enerjiya xwe tevbigerin”
Di wê serdemê de hêz û enerjiya wan tunebû. Dixwestin bi piştgiriya hêzek ji derve bibin xwedî dewletek, lê nebû Amerîka ew li ortê hiştibûn û çûbû.
Îroj li Îranê-Rojhilatê Kurdistan heman tişt diqewimin. Amerîka dîsa dikare bi Kurdan re çend metre rê here û vegere berjewendiyên xwe. Di rewşek waha de wê Kurd dibin hovitiya rejima îslamî de bimîne.
Ji bo vê yekê hevpeyamaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, komkujiya Halebce û şerê kendavê wek ezmûnek dîrokî dibînin û li gor wê yekê jî tevdigerin. Anjî wek ku Rêber Apo gotî, li gorî ‘hêz û enerjiya’ xwe tevdigerin.






