Ronahî Sadûn/Qamişlo
Peymana 29’ê Çileyê deriyekî nû yê diyalogê vekir ku li ser bingeha wê, agirbest hat ragihandin û rê li ber rijandina xwînê hat girtin. Ev peyman di 2’ê Sibatê de derbasî piratîkê bû, lê hin bendên sereke pêkanîna wan dereng maye. Lewra erka bingehîn ku peymanê bigîhîne serî li ser milê hikumeta demkî de ye.
Piştî 8’ê Kanûnan 2024’an li seranserî Sûriyê guhertinên mezin pêkhatin. Ne tenê ketina rejîma Baas û hatina hikumeteke nû bû, lêbelê ew bendewariyeke salan a gel bû ku rejîm were guhertin. Tevî texmîna gel ne ev hikumeta demkî bû ku ew ê bê ser desthilatdariyê, lê dîsa jî gel hêvî qût nekirin. Em a hêvî roj bi roj bi dîtina komkujiyan li Sûriyê bi destê çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyê, têk diçûn. Berav di rêza yekem a komkujiyan de bû. Weke tê zanîn hincetên desthilatdaran di dest wan de ne, di bin navê paqijkirina bermahiyê rejîma Esaad xelkên bêsûc û guneh hatin kuştin ku di nav de zarok jî bûn. Ji bo tiştê ku li berava Sûriyê rû da, li cihekî din rû nedaba, daxwaza dadgeheke navdewletî ji bo dadmendkirina sûcdaran hat xwestin, lê mixabin ew komkujî hatin rewakirin û li ser hat nûxmandin. Bo vê yekê komkujiya yekê rê li ber komkujiya duyemîn vekir ku ew jî ‘komkujiya Siwêda’ bû, li wir heman zihniyeta li beravê hatibû meşandin, bi rengê hovane gelê Siwêda di komkujiyê re derbas kirin. Lê her ev çete çavên wan herî zêde li ser Kurdan bû, lewra dema derfet dîtin û çiraya kesk ji gelek dewletan sitandin, yekser planê xwe xistin meriyetê de.
Bêwatekirina lihevkirinan ji aliyê hikumeta demkî kirîza Sûriyê gurtir kir
Dema hikumeta demkî hat ser desthilatdariyê, gelek hewldan ji aliyê Rêveberiya Xweser, QSD’ê û partiyên Kurdî hat kirin ku lihevkirinekê bi vê hikumetê re bidin çêkirin, da ku bi hev re ji bo Sûriyeke demokratîk a li gorî daxwazên gel ava bikin û herêmê ji kirîza sala 2011’an a ku heya roja îro dewam dike bi rengê hîn xerabtir, xelas bikin. Hewildan berdewam kirin, heyanî ku di 10’ê Adara 2025’an de lihevkirinek di navbera hikumeta demkî û QSD’ê de hat îmzekirin. Lê lihevkirin tenê li ser kaxeza spî ma, ji ber ku di heyama salekê de tu bend ji bendên lihevkirinê nehate bicihkirin, sedem jî bi eşkere ji ber mudaxeleya dewleta Tirk bû. Hişt ne tenê peymana Adarê bê wate bibe, heman demê de peymana 1’ê Nîsana 2025’an a ku ji bo parastina taxên Kurd ên li Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû, têk çû. Ji ber bi êrişa 6’ê Çileya 2026’an ya ji aliyê hikumeta demkî bi desttekdayîna çeteyên dewleta Tirk û dewletê bi xwe, her tiştê li ser erdê hat guhertin. Êriş li tevahiya herêmê pêkhat, lewra weke her çar parastina gelê herêmê ji aliyê QSD’ê hate kirin û di hin deveran de xayîntî li keda rêveberiyê û QSD’ê ya salan hate kirin, ew dever jî yên Ereba bûn ku ji aliyê hin eşîrên Ereb ve pêk hat. Lê dema şer gihaşt navçeyên Kurdan, Kurd bêdeng nebû û ceng bi agir sor kirin ku li her derê zarok, mezin, dayik, bav û şervan bi hev re li pêş bûn.
Gel ne bazare ku kirîn û firotin li ser were kirin
Dema hat xwestin deverên Kurd bên teslîmkirin û îradeya Kurdan dîsa weke mîna berê bikeve bin hikumê desthilatdariyê de, dest li masê hatin xistin û şer hate ragihandin ku ew jî dema Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li Şamê bû ev tişt jê hat xwestin, wî got ez ê vegerim nav gelê xwe û bi gelê xwe re parastinê bikim, lê gelê xwe nafiroşim. Ji ber gel ne bazare ku kirîn û firotin li ser were kirin. Lewma seferberî hate ragihandin ku ne tenê gelê Rojava cihê xwe tê de girtin, Kurdistan û dostê Kurdistanê jî tevlî bûn, Kurdên li Ewropa mil bi mil ji bo parastina Rojava daketin kolana. Ev hişt hevsengî werin guhertin û hikumet sed carî berî ku nêzî Kurdan bibe, hesabê xwe bike. Di heman demê de hikumeta demkî di vir de neçar bû, bê ser rêya lihevkirin û rêya şer bide rawestandin. Li ser wê bingehê dîsa lihevkirinek di 29’ê Çileyê de di navbera QSD’ê û hikumetê de hat îmzekirin.
Berxwedana gel nerazîbûna navneteweyî xurt kir
Piştî êrişên 6’ê Çileyê yên li Helebê, di 16’ê Çileyê de, Dêr Hefîr, Tebqa, Reqa û Dêrazor hatin hedefgirtin. Di civîna 19’ê Çileyê de ya li Şamê ji QSD’ê hat xwestin ku Hesekê û Kobanê vala bike û çekên xwe deyne. Lê QSD’ê vê ferzkirinê red kir. Êrîş ber bi Kobanê, Hesekê û Qamişlo ve belav bûn. Piştî vê yekê, Rêveberiya Xweser a Rojava seferberî îlan kir. Berxwedana gel nerazîbûna navneteweyî xurt kir. Di 27’ê Çileyê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo hevdîtinê çûn Şamê. Di 29’ê Çileyê de peymanek ji aliyê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk û Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê ve hat parvekirin û di 30’ê Çileyê de hate ragihandin. Ji bo pêvajoya agirbest û entegrasyonê bernameyek hate destpêkirin. Peymana 29’ê Çileyê, vekişîna hêzên leşkerî ji cihên diyarkirî, pevguhertina girtiyan û kesên dîlgirtî, vegera koçberan û misogerkirina destûrî ya mafên Kurdan dihewîne.
Di hin bendên peymanê de Şam xwe giran dike
Peyman bo agirbest û entegrasyonê ya berfireh ku di navbera QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyê de hat îmzekirin û weşandin. Tevî ku zêdeyî mehek bi ser vê peymanê re derbas bû jî, hîn jî gelek bend nahatine bicihkirin. Her çendî hin gav hatibin avêtin jî mijarên wekî dorpêça li ser Kobanê ku weke pirsgirêkek krîtîke didome û mafên gelê Kurd bi destûrî nehatiye misogerkirin. Di heman demê de derbarê vegera koçberan de, pêşketinek sînordar heye. Ji sala 2018’an û vir ve, ji ber desteserkirina milk û malên welatiyan, bi darê zorê gel neçarî koçberkirinê kirin, zêdetirî 300 hezar welatî neçar mane ku ji Efrîn derkevin. Herwiha gelê Serêkaniyê û Girê Spî jî di sala 2019’an ew jî bi sedema dagirkirinê, bi darê zorê koçber bûn. Ev xal niha ketiye meriyetê, lê pêkanîna wê dereng pêk hat. Ya din dorpêça li ser Kobanê ku ji 20’ê Çileyê ve berdewam dike, wekî xala herî hesas a peymanê tê dîtin. Dorpêçkirin bi rengekî berevajî benda peymanê berdewam dike û pirsgirêkên baweriyê li herêmê girantir dike. Ev yek nîşan dide ku hikumeta demkî û bandora Tirkiyê berdewam dikin û li hemberî entegrasyonê, Şam xwe giran dike. Wekî din, misogeriya destûrî ya mafên Kurdan hîn bi tevahî nehatiye bicîhanîn.
Peymana 29’ê Çileyê rê li ber rijandina xwînê û şerê navxweyî girt
Peymana 29’ê Çileya 2026’an bi giranî li ser bingeha peymana 10’ê Adara 2025’an bû ku bendên wê li ser erdê nehatin bicîhanîn, ji ber ku hikumeta demkî ji ber destwerdanên hêzên derve ji berpirsiyariyên xwe dûr ket. Lêbelê, di dawiyê de piştî hewldanên berbiçav ên gelek aliyan, her du alî gihaştin rêkeftinekê ji bo rawestandina xwînrijandina li Sûriyê. Piraniya nerînan li ser peymanê ew bû ku başe û dikare li ser were avakirin, da ku wekî bingehekî ji bo bidawîanîna şer û gihaştina çareseriyeke aştiyane, nemaze agirbesteke daîmî xizmet bike. Lê li kêlek wê jî hinan got ku ew ne li gorî daxwazên Kurdan li Sûriyê ye. Lê bi xwe peyman rê li ber hewldanên kesên ku dixwestin pevçûnê di navbera Kurd û ereban de derxînin û şerekî navxweyî biafirînin ku dê ji bo Sûriyê û tevahî herêmê encamên karîsetbar bikira, girt. Lewra hêzên herêmî û navneteweyî peyman pêşwazî kirin û wê weke destpêka çareseriyên siberojê li Sûriyê dîtin. Hem jî ew bawer dikin ku ew ê îhtîmala pevçûn û şerên nû li Sûriyê kêm bike û aramiyê xurt bike.
Peyman di bin çavdêriya navnetewî de ye
Aliyên ku peyman îmze kirine, di bin çavdêriya navneteweyî de ne. Herwiha van aliyan pabendbûna xwe ya tevahî bi bendên peymanê re piştrast kirine ku bûyerên li ser erdê vê yekê didin diyarkirin. Lêbelê, serkeftina peymanê bi gelek pirsgirêkan rûbirû ye, nemaze rewşa ewlehiyê ya nearam, hebûna çeteyên hin komên ku bi biryarên hikumeta demkî pabend nabin û rasterast bi Tirkiyê ve girêdayî ne, şert û mercên aborî yên xirab li piryaniya deverên Sûriyê, rewşa xirab a xizmetên giştî û rewşên li herêmên dagirkirî ku ev hemû pirsgirêkên tevlihev in û divê werin çareserkirin. Lewma berpirsiyariya sereke ya pabendbûna bi bendên peymanê re, li ser hikumeta demkî ye û cidîbûna wê di çareserkirina pirsgirêkên mayî de ye. Divê ew di vî warî de zelal û nerm be û hesta dûrxistinê ya ku Kurd û gelên din ên herêmê hîs dikin, ji holê rake. Ev bi taybetî girîng e ji ber ku navendîbûna zêde ya ku nîv sedsalekê li Sûriyê dom kir, di navbera gel û dewletê de bêbaweriyek kûr çêkiriye.
Encam
Ger hikumet di bicîhanîna tiştên ku li ser lihevkirinê de birserkeve, wê baweriya gelê Sûriyê bi taybet Kurdan bi dest bixe. Bi vî rengî yekîtiya neteweyî û têkiliyan xurt bike, belavbûna gotinên nefretê sînordar bike û rê li ber pêvajoyeke siyasî ya berfirehtir veke, ev hemû jî bi garantîkirina mafê Kurdan û Sûriyan di destûr de ye. Lêbelê,ger peyman neyê bicîhanîn, wê mijar dê tevlihevtir bibin, dabeşbûn dê zêde bibin, aramî û ewlehî nemîne, derî ji bo destwerdanên herêmî û navneteweyî yên din vebe. Ji ber vê yekê, erka her kesî ye ku peymanê bi cidî bigire û berpirsiyariya tevahî ji bo dîtina çareseriya aştiyane ye, ji ber ku çareseriya aştiyane û siyasî bingeha avakirina Sûriyeke nû ye. Ev peyman ne tenê çareseriyeke îdarî an siyasî ya sînorkirî bû wekî ku hikumeta demkî û piştgirên wê yên Tirk hêvî dikirin. Berovajî wê, ev di çarçoveya dewleteke yekgirtî ya Sûriyê de garantî dike û yekbûna axa Sûriyê diparêze.






