Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bêrîvan û Ronahî bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin

18/03/2026
in JIN
A A
Bêrîvan û Ronahî bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Aryen Hesen

Heval Ronahî û Bêrîvan ku di 22’ê Adara 1993’an de agirê Newrozê bi bedena xwe gir kirin. Agirê Newrozê bilidkirin û cenga azadiyê mezintir kirin. Ji bo azadiyê gelê Kurd û jinan bedena xwe kirin agirê azadiyê û destpêkek mezin ji têkoşînê re.  

Agirê Newrozê ji Kawayê Hesinkar dest pê kir, bi Mezlûm Dogan di zindana Amadê de bi wate bû û li gel jinên têkoşer Bêrîvan û Ronahî bi nav û deng bû. Rêber Apo dibeje: “Eger azadî hêsan baya Ronahî û Bêrîtan bedena xwe nedidan ber agir.” Ji bo azadiyê gelê Kurd û jinan bedena xwe kirin agirê azadiyê û destpêkek mezin ji têkoşînê re.

Jiyana jinên têkoşer Bêrîvan û Ronahî

Ji jinên berxwedêr Ronahî (Bedrîye Taş) û Berîvan (Nîlgûn Yildirim) di heman çalakiyê de hatin cem hev.

Ronahî di sala 1972’an de li navçeya Elbîstan a Mereşê ji dayik bûye. Ronahî keça malbateke welatparêz di sala 1979’an de tevî malbata xwe koçî Swîsrayê dibe. Rohanî ku zarokê herî biçûk ê malbatê ye bi sê birayên xwe re li Swîsreyê komeke muzîkê ava dike. Birayên ku li ser têkoşîna azadiya Kurd stran gotin, piştî wefata bavê xwe dawî li xebatên koma muzîkê anîn.

Ronahî xebatê wênexêziyê jî dike li ser wêneyên wê xweza û zarokên keç timî xuya dibe. Ronahî ya biryara beşdarbûna têkoşîna azadiyê dide, destpêkê beşdarî xebatên ciwanan dibe piştî perwerdeya 20 rojan vesaziya wê li qada ragihandinê çêdibe. Piştî demekî ku xebatên ragihandinê dimeşîne beşdarî xebatên birêxistina jinan dibe û Ronahî ji bo birêxistinkirina jinan dibe xwedî ked û hewldanek mezin.

Bêrîvan jî ji Dêrsimê bû. Hê di 6 mehiya xwe de ji mal tê avêtin û meta wê ew mezin dike. Di 12 saliya xwe de dizewicînin û wê dişînin Almanyayê. Li vir ji ber tundiyê ji malê direve û riya wê û Ronahiyê li ser hev hildikeve. Wekî du rêhevalên têkoşînê bi hev re tev li xebatan dibin. Piştî perwerdehiyên li ser têkoşîna azadiya jinê û Kurdistanê Ronahî li Manheîmê û Bêrîvan jî li Frankfurtê xebatên jinan dimeşînin.

Ronahî û Bêrîvan bi hev re beşdarî konferansê bûn. Di vê kanferansê de bi hev re nîqaş dikin û biryar didin ku ew dixwazin biçin çiya û piştre ew dixwazin ku derbasî qada Serokatî û piştre jî berê xwe bidin welat. Heval Ronahî digot: “Ewropa min têr nake, her wiha xebatên jinan ên Ewropayê jî min têr nake. Ger ez biçim çiya wê demê ez ê xwe bi hêz hîsbikim. Gelek perspektîfên Serokatî hene bang li gelê Ewropayê dike divê em jî bibin bersiv.”

Şehîdên Newrozê

Heval Ronahî û Bêrîvan di 22’ê Adara 1993’an de li bajarê Mannheîm ê Almanyayê bedena xwe şewitandin û dan ber agir, ew weke “Şehîdên Newrozê” tên naskirin. Çalakiyên wan hem li Kurdistanê hem jî li Almanyayê bandorek mezin avakir. Dewleta Alman kesên ku dixwazin tevlî merasîma herdu Şehîdan bibin dikirin asteng. Polîsên ku tundî bikartîne bi dehan kes binçav dike. Bi hezaran kes astengiya polîsan derbas kirin û bi merasîmeke girseyî Heval Ronahî û Berîvan oxir kirin.

Di nemeya xwe de armanca vê çalakiyê xuya kirin

Nameya ku Heval Ronahî û Bêrîvanê bi hev re nivîsandin û ji me re hêştine wiha bû: “Dewleta Alman di demên dawî de dijminahiya xwe ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî vekirî îlan kiriye. Komeleyên me hatin girtin, reng û ala me ya neteweyî hatiye xespkirin, gelek welatparêzên me hatine binçavkirin û girtin. Almanya li pey nijatperastiya Tirkiyeyê dimeşe. Piştgirî didin gotinên Demîrel-Çîller-Gureş ên dibêjin dê xelat bibin. Ji bo şerê qirêj berdewam bike û gelê Kurd bê tunekirin bi her şêwayî piştgiriyê didin. Qetlîamên li Kurdistanê bi çekên ku Almanan dane tê kirin. Herî dawî êrişî gelê ku Newroz li bajarên Almanyayê pîroz dikirin û pêkanînên ku Hîtler derbas dike li ser gel dan meşandin. Ev kirinên wan bû sedem ku sebra me nemîne.

Wehşiyeta ku li Cizîr, Şirnex û Amedê de ku li hemberî gelê Kurd pêk hat berpirsyariya Almanyayê heye, ev nirxandin cih digrin. Dewleta Almanyayê dê hesabê vî sûcê mirovahiyê bide. Em Mazlûm Dogan ku bi sê darên şiqatê di zîndana Amedê de rê nîşanî gelê Kurd da, Ferhatên ku bi agirê bedena xwe bersivdan vê rêyê, Zekiye Alka ku digot Newroz bi agir tê pîrozkirin û li sûrên Amedê bedena xwe da ber agir û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û mînet bi bîrtînin. Em dibînin ku ew ala me ji wan dewir girtî kêm maye dê li ser sûran bê danîn. Em bi îradeya xwe dikevin rêya azadiyê ya Necmiyan ku digotin “Agir ne vemirînin.” Bersiva herî mezin a ku ji bo Emperyalîzm û mêtingeriyê were dayîn agir bi berdana xwe xistine. Gotinên Wezîrê Derve Manfred Kanther ên wekî: “Ji îro û pêde dê tewrê me yê li hemberî PKK’ê dijwar be. Divê PKK’ê vê baş bizanin ku dê nikarin li her cihî serbest tevbigerin.” Hişt ku em di biryara xwe de bi israr û em pêngavek din nêzîk kirin. Em dizanin û bawer dikin ku agirê azadiyê yê me vêxistî dê mezintir bibe. Bedena me û fikrên me bila diyarî hemû gelê Kurd be.”

Nameya ku Heval Ronahî nivîsandiye wiha ye:

“Ez Newroza we ji dil pîroz dikim. Hedefa me berxwedana ji bo jiyanek bi rumet e, Rêber Apo digot: “Divê hûn li ber xwe bidin.” Ji ber vê em kêm be jî dest bi berxwedanê dikin û dixwazin dewrî we bikin. Rêber Apo digot ku “Divê şoreşê bibin Kurdistanê” ji ber vê bi taybetî gelê me yê Ewropayê vê bike û ev yek pir girîng e. Di vê bingehê de ji ber ku gelek karên wiha yên girîng dikevin ser milê jinan, divê li ser piyan rawestin û bi rênîşandana Rêber Apo bikarin vê yekê bikin. Em ji we û gelê xwe ji dil bawer dikin û baweriya me bê dawî ye.”

‘‘Ger azadî ewqas hêsan bûya, Bêrîvan û Ronahî bedana xwe nedidan ber agir’’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan di derbarê name û çalakiya Heval Ronahî û Bêrîvan de wiha got û wan weke “kesên ku gihiştina raza agir” pênase kir. “Hinek nameyên ku şehîdên me yên Newroza Ewropayê ku ji me re hiştine hene. Girînge ku em hinek li ser vana rawestin. Hevala Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) û Ronahî (Bedriye Taş) ev keçên Kurdistanê nameyên bi wate hiştine. Ez bûm şahidê hinek roportajên wan. Bawerim gelek nameyên wan, nirxandin û raporên wan hene.  Hinek ji wana min dîtin. Ger azadî ewqas hêsan baya dê Bêrîvan û Ronahî xwe neşewitandibana. Van hevalan nameyên gelek watedar hiştine. Ne mimkûna ku mirov rêz nîşan nede. Di nirxandinên wan de tê zanîn ku bi zanist bûn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.