Stêrk Mihemed/Qamişlo
Parêzer Roşîn Mistefa diyar kir ku Pêwîste bi awayekî fermî mafê jinê di destûra Sûriyê de were parastin û wiha got: “Eger mafê jin neyê parastin Sûriyek demokrat ava nabe.”
Sûriye di dema niha de di gelek pêvajoyan re derbas dibe, piştî ketina Rêjîma Bass û hatina hikumeteke Demkî ser desthiltdariya Sûriyê re dixwazin destûr û pêvajoyeke nû di Sûriyê de dest pê bikin, lê di vê pêvajo û destûrê de mafê jin nehatiye parastin. Projeyek demokrasî di nava Sûriyê de bêyî hebûna jinê temam nabe. Pêwîste mafê jinê di destûra Sûriyê de were parastin û jin xwedê biryar be.
Di vê derbarê de Parêzer Roşîn Mistefa ji Rojnameya me re axivî.

‘‘Divê jin xwedî biryar bin’’
Parêzer Roşîn Mistefa da zanîn ku eger dewletek demokratîk be an, na di rêya rola jinê di wê dewletê de tê naskirin û wiha got: “Jin gihaştiye demokrasiya xwe an na, jin di milê biryardayîne de xwedî role, di milê siyasî, zagonî de mafê jinê di destûrê dewletê de hatiye parastin an na? Herwiha di milê aborî de jin çiqas pêşketiye, dema ku em li van pîvanan meyze dikin em dîbînin ku rola jin tam di dewletê de çi ye. Sûriyê niha ji dewletên din cûdatire xwedî pêkhateyên cûr bi cûre. Serokê HTŞ’ Ehmed Şera bi meresîmeke raghand ku mafê kurdan di destûra Sûriyê de hate parastin, lê ev ne têrker bû di nava vê destûrê de parastina maf û destkeftiyên jinê tune bû. Pêwîste bi awayekî fermî mafê jinê di destûra Sûriyê de were parastin û erêkirin. Ji ber ku eger mafê jin neyê parastin mafê pêkhateyan jî nayê parastin û Sûriyek democrat ava nebe. Ji bo jinên di Sûriyê de divê tenê di nava çar dîwaran de sînora jiyana xwe nebînin, dîve xwedî biryar bin û bighêjin azadiya xwe. Herwiha ji bo pêşerojeke demokrartîk ji Sûriyê re divê rol û hebûna jinê hebe.”
‘‘Kes mafê jinê jê re pêşkêş nake’’
Parêzer Roşîn Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Rojavayê Kurdistanê û di Şoreşa Rojava ya ku bi Şoreşa jinê tê naskirin ruxmî ku ne dewlete jî, lê rola sereke û bingehîn a jinê bû. Jina Kurd di vê Şoreşê de cihê xwe di milê leşkerî, siyasî, aborî, zagonî û di biryargirtinê de girt. Demokrasiyek hatiye avakirin jin li kêleka mêr jiyan û civakê bi rê ve dibe. Saziyên li ser sîstema hevseroketiyê kar û xebat dimeşînin. Tecrûbeya mezin a demokrasiyê di Rojava de hate avakirin. Kes mafê jinê jê re pêşkêş nake û nabêjin kar û demokrasiyê bi rê ve bibe, lê belê divê ku jin bi xwe li ser lingên xwe bisekine, xwedî hêz be û têkoşîneke mezin ji bo jiyana demokrasî, kar û xebat bide maşandin da ku bighêje maf û azadiya xwe. Li tevahî cîhanê tevgerên Famînîst ji bo jinê rabûn, ev hem ji bo azadiya jinê ne, di heman demê hin lihevkirin ji bo wekeheviya jin û mêr di cîhanê de derketin yek ji wan jî lihevkirina Sîdew e. Jinên Rojavayê Kurdistanê li tevhî cîhanê dengvedan, ev destkeftiyên ku 14 salin li Rojavê Kurdistanê avakirine, divê dest ji ked û van destkeftiyan bernedin û biparêzin.”






