Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi armanca misogerkirina mafên jinan di destûra Sûrîyê de, Kongra Star bi dirûşmeya”Werin em bi hev re têkoşîn bikin ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûrîyê di”, li parka Azadî ya bajarê Qamişlo konferansek li dar xist.
Bi dirûşmeya”Werin em bi hev re têkoşîn bikin ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra Sûrîyê de ” Kongra Star konferansek li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê li dar xist. Di konferansê de semîner li ser mijarên siyaset, hiqûqî, parastin û entegrasyon nîqaş hatin kirin.
Di konferansê de yekîtî, rêxistin, partiyên jinan yên ji tevahî pêkhateyan û fermandar û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê destê pê kir. Piştre berdevka bi navê Kongra Star Rîhan Loqo gotina vekirinê kir. Rîhan Loqo di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Denîz Çiya û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anî û soz da ku dê rêya wan bidomînin.

Rîhan Loqo got: “Me li hemberî hişmendiya zayendperest a jinan tune dike û tune dihesibîne têkoşîn kir. Me gelek destkeftî di qadên siyasî, hiqûqî, leşkerî, hunerî û tevahî qadan de destkeftî bi dest xistin û rêxistinên xwe ava kirin. Cara yekemîn e ku di Rojhilata Navîn de hêzên parastina jinan ji pêkhateyên herêmê ku hebûn, ziman û dîroka jinan parastin, ev yek bi keda bi hezaran şehîdan hat kirin. Jinan berdêlên giran dan û têkoşînek mezin dan meşandin û têkoşîna jinan bilind bû. Kombûna me ya îro ji bo bilindkirina dengê azadiyê ye û ji bo mîsogerkirina vê qêrîna azadiyê û têkoşîna jinan e. Şerê ku niha tê kirin şerê li ser şoreşa jinan e. Me di bûyerên dawî de dîtin ku çawa kiryarên hovane li ser jinan pêk tînin. Ji avêtina cenazeya heval Deniz û birîna keziyên jinan vê dide nîşan. Me çawa dengê xwe di şoreşê de bilind kir, em ê bi hev re soza berdewamkirina parastina destkeftiyên şoreşa jinan didin.”
Di du rûniştinan de li ser çar sernavên “Siyasî, hiqûqî, parastin û entegrasyonê” semîner hatin dayin û nîqaş hatin kirin.
Di rûniştina yekemîn de Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed li ser qada siyasî û berpirsyara Yekitiya Jinên Sûryan Georgette Bersom li ser qada hiqûqî semîneran dan.
Mijarên siaysî û hiqûqî
Canda Mihemed wiha di rûşitinê de diyar kir: “Nêzîkatiyên dûrxistin û yên tevgerên tundraw ku zêde bûn hewl didin rola jinan paşguh bikin, lewre ji bo beşdarbûneke rasteqîn di biryardanê de tevgerek ji hemû aliyan ve hewce ye, temsîliyeta qels a jinan di saziyên siyasî de kêmasiyek mezin e, divê xurtkirina rêxistinên jinan û yekkirina hewildanan bê kirin da ku qanûn bêne sererastskirin û beşdariya rastîn were mîsogerkirin. Guhertinên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn bandorê li Sûriyê û çareseriya dosyayê dikin.
Berpirsyara Yekitiya Jinên Suryan Georgette Bersom di aliyê qada hiqûqî de wiha got: “Destûrên berê yên Sûriyê, di nav de destûra bingehîn a sala 2012’an û Danezana Destûrî ya 2025’an, bendên giştî yên li ser wekheviyê dihewînin, lê mekanîzmayên pêkanînê û garantiyên rastîn ji bo temsîliyeta jinan di cihên biryardanê de tune ne. Divê di destûr de bi awayekî zelal li ser wekheviya di navbera her du zayendan de û di hemû aliyên hiqûqî, siyas, civakî û aborî bêne misogerkirin.”
Parastin û entegrasyonê
Di rûniştina duyemîn de Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn li ser qada parastinê û Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî li ser mijara entegrasyonê semîneran dan û nîqaş hatin kirin.
Foza Yûsif wiha got: Li Sûriyeyê rewşekî ku jinan nas bike nebû. Ji bo vê jî şoreş çêbû. Bi rewşa heyî şoreş negihiştiye armanca xwe. Şoreşa Sûriyeyê bi dawî nebûye, divê dewam bike. Şerê ku li ser m ferz bû hat rawestandin. Dema ku entegrasyon tê wateya ku têkoşîneke û divê em dîsa mafên xwe biparêzin û bi rêbazên siyasî û hiqûqî mafên xwe misoger bikin.”
Di rûniştinê de behsa hevpeyaman 29’ê Adarê, entergrasyon û neqebûlkirina YPJ’ê hate kirin û wiha Foza Yûsif anî ziman: ”Divê dewlet rêbazê xwe bighure û destûra ku hatiye dayîn bê guhertin ji ber ku kêm e. Divê her pêkhateyên herêmê bi zimanê xwe bixwînin ji be rev yek mafekî rewa ye, ev mijra ne tenê ji bo herêmî kurdî ye lê ji bi hemû herêmn Sûriyê.
Di konferansê de nirxandin û nîqaşan hatin kirin, piştre bi encamnameyê bi hejmarek biryar bidawî bû.
Encamname wiha ye:
1-Destkeftiyên “şoreşa jinê” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê weke mafên sereke di destûrê de bên pejirandin û bicihkirin. Her wiha bicihkirina nirxên wekheviyê, destkeftiyên dîrokî li dijî her paşveçûneke siyasî yan jî ya zagonsazî ya pêşerojê, diparêze.
2-Wekheviya tam a ji sedî 50 ji bo karkirina hemû birêveberiyên di saziyên dewletên yên serwer, parlemanî û daweriyê de weke hîmekî bingehîn û standarteke zagonî ya tekane bê pejirandin. Bi awayekî ku serdemên serdestkirina biryariya siyasî bi dawî bîne û dadweriya bikalîte di birêveberiyên dewletê de misoger bike.
3-Sazkirina destûrî ya sîstema “nenavendîbûna demokratîk” weke çarçoveyeke siyasî û yasayî ji bo entegrekirina saziyên rêveberiya xweser di nav avahiya dewleta Sûriyeyê de be. Misogerkirina veguherîna wan bo yekîneyên rêveberiya xweser ku hemû desthilatên qanûnî û rêveberî di dest de bin. Herwiha bêhempabûna ezmûna demokratîk a jinan wekî modelek neteweyî ya siruşbexş be parastin.
4-Hêzên Yekîneyên Parstina Jin (YPJ) weke kevirê bingehîn di nava rêxistina berevaniya nîştimanî ya Sûriyeyê de bê pejirandin. Di heman demê de serxwebûna wê ya rêxistinî û birêvebertiyê weke hêzek ku civakê diparêze û ewlehiyê li dijî terorîzm û hemû şêweyên hişmendiya dûrxistinê misoger dike, bi tevahî diparêze.
5-Zagonên demokratîk ku fermiyeta xwe bi hemû rêxistin, tevgerên jinan û partiyên siyasî yên ku li herêmên Rêveberiya Xweser nûnertiya vîna gel dikin bên sazkirin. Her wiha hemû cureyên armancgirtin û sînordarkirina ewlehiyê di bin sîwana dewleta Sûriyeyê de bên qedexekirin.
6-Yasayên giran ku axaftinên nefretê, nehezkirinên li dijî jinan weke sûc û tawan bên dîtin, bên sazkirin. Her wiha mekanîzmeyên zagonî ji bo sizakirina her kesên ku teşhîr an jî kampaniyên sîstematîk der barê rêber û pêşengên jin bi armanca dûrxistina wan ji qada giştî yan jî rola wan a siyasî û civakî reş dikin, bên danîn.
7-Desteyeke parastina mafên jinan bê avakirin ku bi destûr ve bê piştgirikirin û ji mafên wê be ku her zagon an jî yasaya ku li dij rêgezên wekheviyê ye, nepejirîne. Her wiha desthilata qanûnî ya çavdêriya hemû zagonên neteweyî bi peymanên navneteweyî re hevrû bike jê re bê dayîn.
8-Danpêdana fermî û giştî bi minhacên perwerdehî, rêxistin û saziyên tenduristî û yên rajeyê dikin yên rêveberiya xweser bê dayîn û pejirandin. Her wiha pirzimanî û pirçandî (kurdî, siryanî, erebî, ermenî) weke mafekî niştmanperweriyê yên pîroz bê dîtin ku di çarçoveya nenavendî de û bêyî destwerdana desthilatdariya navendide xwe bi rê ve dibin.
9-Yasayeke sîvîl û yekgirtî yên rewşên kesayetî ku ji “zagona jinê” ya ku di Rêveberiya Xweser de pêkhatî ye, bê siruşgitin ku hemû zagonên cewaziyê ji holê radike û parastina jinê ji hemû cureyên tundiyê misoger dike û serweriya bêsînor der barê karûbarên xwe yên sîvîl û jiyanî digire dest.
10-Azadiya veguhestin û çûn û hatinê, niştecihî û karê di qadên jin, sivîl û siyasî yên hemû jin û çalakvanan li tevahiya parêzgehên Sûriyeyê de bêyî dersînorkirina birêveberî û ewlehî, bên misogerkirin. Her wiha hemû cureyên çavdêriyê yên ku bi çalakiyên giştî ve girêdayî ne bên qedexekirin.
11-Hemû girtî, kesên ku bi zorî hatine revandin, kesên ku ji ber çalakiyên wan ên siyasî û sivîl hatine revandin, bê şert û merc serbest bên berdan. Xebateke sîstematîk ji bo çarenûsa kesên wenda jî bê meşandin. Ev dosya weke dozeke mirovî û li ser danûstandinê re be û pabendbûneke sincî û niştimanî be.
12-Dadweriya veguhêz ku li hember zayenda civakî hestiyar be, bê avakirin ku sizakirina kesên ku binpêkirin kirine têxe destpêka armancên xwe. Her wiha qurbanî û kesên ku ji şer rizgarbûyî û rastî ziyanên derûnî û madî hatine, bedêl ji bo wan bê dayîn.
13-Pabendiya niştimanî û navdewletî bi vegera xwebexş û biewle ya penaberan ji cih û warê xwe, bê kirin. Herwiha demildest kar li ser jiholêrakirina hemû şopên guhertina demografîk bê kirin.
14-Toreke jinan a ku hemû ideolojî û mezheban derbas dike bê avakirin da ku nûnertiya vîna jina sûrî di hemû dezgehên biryardana navdewletî de ku bi çareseriya siyasî ve girêdayî ye, bisepîne. Herwiha tu hevpeymaneke civakî yan jî tu destor bêyî jinan neyê nivîsîn û ev yek divê misoger be.
15-Amadekirina destûrekê ku parastina yasayî û ewlehî ji bo parêzvanên mafên mirovan ên jin û çalakvanên siyasî peyda bike û her destwerdana dezgehên ewlehiyê di xebata sivîl an siyasî ya serbixwe de sûcdar bike.
16-Beşdarbûna çalak û hevbeş a jinan di hemû komîteyên nivîsîna destûrê de bê tekezkirin da ku xalên destûrî ku mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî digire ser milê xwe misoger be.
17-Serxwebûna çavkaniyên aborî yên ku ji bo projeyên jinan di nav budceya giştî ya dewletê de têne veqetandin bên sepandin da ku bihêzkirina aborî ya jinan wekî beşek yekgirtî ya serxwebûna wan a siyasî û civakî misoger bike.







