Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelo di 16’ê Adara 1988’an de çi hate serê xelkê bajarê Helebçe?

15/03/2026
in ROJEV
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

 

Leyla Amûdê

Ji bo ku mirov bûyera komkujiya bajarê navdar Helebçe fam bike, gerek mirov xwe berde nava bergên dîrokê û rewşa civaka Kurda, tişta ku hatiye serê wan bi hurgilî lêhurbûn bike û hêza xwe ya dahurandinan li ser serhildan û komkujiyan xurt be. Da ku li ser çareseriya wê jî xebateke pir xurt bimeşîne. Ji xwe Rêber Apo em ronahî kirin û got: “Em di destpêka dîrokê de û dîrok jî di roja me de, veşartî ye” û li ser her ferdek civaka Kurd pêwîst e ku; dîroka xwe lêkolîn bike û rastiya xwe weke civaka dîrokî, ji bo di çareseriyê de bibe hevkar û têkoşîna xwe xurt bike.

Di dîrokê de gelek komkujî hatine serê gelê me û bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane. Komkujiya bajarê Helebçe jî, yek ji wan komkujiyên ku li ser netewa Kurd hate pêkanîn. Hîna jî gelê me li çar perçeyên Kurdistanê dibin gefên qirkirinê de ne û têne înkarkirin. Kujerên kastîk çavên xwe li kumkujiya Kurdan sor kirine. Di dîroka 16’ê Adara sala 1988’an de bajarê kevnar û resen Helebçe yê Başûrê Kurdistanê, rastî êrîşeke qirkirinê bi çekên kîmyewî hate kirin. Di encama wê êrîşa faşîzan de, bi hezaran mirov hatin qirkirin ku piraniya wan jî zarok û jin bûn.

Ez bi wesîleya salvegera 38’emîn a komkujiya Helebçeyê, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û li hemberî ruhê wan ê pîroz û şad bejna xwe ditewîn im, soza bidawîkirina komkujiyan û şer bi wan re nû dikim. Ez bi vê mebestê bang li tevahî gelê Kurd dikim ku yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bikin, ji bo ku li dijî dijminên qirker, nijadperest û faşîst têkoşîna me xurt bibe. Ji xwe weke tê zanîn hêzên mêtinger 200 sal e desthilatdariya xwe li ser xaka Kurdistanê weke ewrekî reş û tarî dane meşandin û li Başûrê Kurdistanê li ser bajarê Helebçe komkujî li ser xelkên Kurd di dîroka 16’ê Adara sala 1988’ an de pêkanîn. Di wê komkujiyê de nêzî 5 hezar zarok, jin, ciwan, mêr û mirovên bi temen mezin hatin qirkirin.

Em careke din vê komkujiya hovane ku serkêşê wê Saddam Huseyîn, Elî Kîmyawî û hemû kujer û kastîkên weke wan xwînmij û dirinde, şermezar û rûreş dikin. Em careke din dibêjin: “Ey mirovahiya azadîxwaz, ey jinên azadîxwaz, werin em hemû xwe bikin yek û serî li hemberî kuştin, talan, înkar û destdirêjiyê rakin. Werin em hemû bibin yek û em fikir, hest û çalakiyên xwe bikin yek. Ji bo ku em xwedî hêzeke yekpare bin li dijî serwer û kevneperestên paşverû. Werin em têkoşîna xwe bilind bikin û dawiyê li şer, tundî û kevneperestiya zilamê 30 hezar salî bînin. Werin em raman, hest û helwesta xwe bikin yek û bi yek dengî bibêjin, bimre desthilatdarî, kevneperestî û koledarî, em dawiyê li neteweperestî, olperestî, mezhebperestî û zayendeperestî bînin. Ji bo ku em weke mirovahî û nexasim jî weke jin xwe ji zilim û zordariya 30 hezar salî rizgar bikin û cîhana xwe ji nûvde geş û zindî bikin, ji bo ku roja zer ji nûvde li ser me hilde û me ronahî bike.”Em careke din di şexsê şehîdên Helebçeyê de hemû şehîdên şoreşê, bibîr tînin û bejna xwe li hemberî meznahî, serbilindî û pakiya wan ditewînin. Herwiha ruhê wan ê şad û pîroz silav dikin û soza xwe ji wan re nû dikin.

Komkujiya Helebçeyê di dîroka mirovahiyê de bûye weke lekeyeke reş û mirovahiyê dide şermkirin, ji ber ku wendahiyên wê komkujiyê yên canî, piraniya wan zarok û jinên bêguneh bûn û hîna jî komkujiyên ji wî rengî, hene ku jin û gelan dibin zefta xwe de digirin û metirsiyan li ser wan xurtir dike. Tekez gerek were zanîn heyanî ku zilamên kastîk û kujer, desthilatdar bin wê komkujî jî berdewam bin û wê metirî jî li ser jin û gelan weke kabusê be û her wê wan di nava pençê xwe de, biçewisîne û dawiyê li hebûna wan bîne. Komkujiya Helebçeyê di encama hişmendiya nijadperest, miletperest û dewletperestiyê de bi encam bû. Û ger ku dawî li wê hişmendiyê neyê kirin, wê tevahî civaka mirovahiyê têk bibe û wê li şûna mirovan Dînazor serwer bibin û wê dunyayê bikin weke dojeha sincirî û sotîner. Ev jî dide nîşandan ku çiqasî hişmendiya desthilatdar xeternak û dirinde ye. Ger li pêşiya vê yekê neyê girtin, wê weke dêw yan jî levyethanê ku di Tewrat û Quranê de tê behiskirin weke wehşek mezin, wê ji nava deryayê derkeve û wê ter û hişk tevahî bixwe, ger ku tiştek nemîne ji bo bixwe jî, wê serê teriya xwe jî gez bike û xwe jî tune bike. Dibe ku mirov wê çîroka dawiyê di nava deryayê bişibîne, pergala sermayeparêz û desthilatdarê ya 500 sal ên dawiyê yê serwer û destpot.

Lê gerek were zanîn ku tekez dawiya pergalê hatiye û tekez wê têk biçe. Ji xwe şerê ku niha li Rojhilata Navîn berdewam dike jî, yek ji şerê tunekirina pergala rizyayî ya sermayedar e. Û weke ku tê dîtin, wê cîhana me bi dest û vîna gelan, were rizgarkirin, wê jin jî pêşengtiya wî bike. Ji ber em weke jin û civak di nava komkujiyan re derbas dibin û pêdiviya me ya lezgîn bi xelasiyê, demokrasî û azadiyê heye û gerek em xwe bi xwe pêşengtî û serkêşiyê ji xwe re bikin. Ji ber pêwîst nake ku em li benda tu kesî bin, ji xwe Rêberê me Abdullah Ocalan, fikir û felsefe daniye û da maye, da ku tenê em têkoşîna xwe xurt bikin. Em jî gerek xwe bikin yek û em yekîtiya xwe ya netewî, zayendî û mirovî bikin weke mertalekî qewîm, ji bo em xwe pêbiparêzin û azadî, demokrasî û aşîtiyê pêk bînin. Em ji xwe bawer in û xwedî ezmûn in, lewma tekez wê serkeftin ya gelan be.

Careke din ez komkujiya 16’ê Adarê ya bajarê Helebçe, şermezar û rûreş dikim û dibêjim; Bijî yekîtiya gelê Kurd, bijî Rêberê Rêberan, şehîd namirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.