Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Fitne ji kuştinê xerabtir e!’

15/03/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydî

Di demekê de ku hemû çav li ser şerê di navber Îsraîl û DYA û li aliyê din Îranê de ne, li Sûriyê tevlihevî û alozî dewam dikin. Tevî ku Peymanek di navber QSD’ê û HTŞ’ê de pêk hat ku bi peymana 29’ê Çile tê naskirin. Navaroka peymanê zêde nehatiye eşkerekirin lê ya ku niha pêk tê ew e ku bendên kontrolê yên hevpar li Rojavayê Kurdistanê tên avakirin tenê hêzên ewlehiya hundirîn parastina ewlehiyê digre. Dîsa mijara vegera Efrîniyan û berdana ciwanên Kurd ên girtî û kurdên ku hatibûn revandin heye. Hêjmareke malbat bi komî di bin çavdêriya Asayîşê de vegeriyan Efrînê lê heta niha li wir malên wan desteserkirî ne. Dîsa êsîrên ku çend roj berê hatin berdan, eşkere kirin ku bi sedan Kurdên ji Şêxmeqsûda Helebê ku di dema êrişan de hatibûn girtin jî hîne di zîndanên HTŞ’ê de ne. Her çiqasî ev mijarên niha me anîbin ziman bi rê ve diçin, lê hemleya tehrîdkirina li dijî Kurdan û QSD’ê ji aliyê kesên ser bi HTŞ’ê ve bi dawî nebûye. Li aliyekî li rojavayê Kobanê li derûdora bajarokê Şêxler êrişî mal û milkê Kurdan hat kirin û li Girê spî jî êrişî Ciwanekî Kurd hat kirin û Erebeya wî hat şewitandin. Ev kesên êrişkar hemû DAIŞ’î ne û gelek ji wan bi soza serokên eşîrên Ereb bi QSD’ê re hatibûn berdan. Li gundên rojavayê Kobanê jî erebên ji Şêxler ku niha êrişî Kurdan dikin, ew jî berê di nava êrişîn sala 2013’an û 2014’an ên komên artêşa azad û paşê jî DAIŞ’ê de cih girtibûn û beşek jê bûn. Piştî ku YPG’ê ev herêm ji DAIŞ’ê rizgar kirin, ev kes reviyan Tirkiyê an jî herêmên di bin kontrola dewleta Tirk de.

Her wiha li Serêkaniyê jî ew endamên DAIŞ ku paşê di bin navê artêşa niştîmanî ya Sûrî ku dewleta Tirk avakiribûn de, derketin kolanan û gef li Kurdan xwarin û gotin ku ew rê nadin ku Kurd vegerin Serêkaniyê û kî vegere ew ê were kuştin.

Li aliyê din, li ser navê hin Kurdan jî dîsa êrişeke berfireh li ser tevnên civakî hat dest pêkirin. Ew êriş jî bi armanca belavkirina kîn û nefretê di nava Kurdan de bû û hemû sazî û kesayetên Rojava yên naskirî hedef bûn. Destpêkê mijara Kuştina kesê bi navê Elaa û paşê  şewtandina konê şînê bû ku qaşo ew parazvanên mafê mirovan in û doza edaletê dikin, di demekê de ku li Şêxler û Girê Spî êrişî û sorkirina li dijî Kurdan de, tu deng ji wan kesan dernediket. Ev jî dide xuyakirin ku hemleyeke tevlihevkirina herêmên Kurdan him ji hundir û him jî ji derve de piştî êrişên leşkerî ketiye dewrê. Herçiqasî daxuyaniya Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî derbarê bûyera êrişî konê Şînê yê vî kesî de pêşî li fitnê girt, lê ew alî di gelek mijaran de dixwazin tevliheviyê derbixin û derbarê vê yekê de hişyariyeke zêde lazim e. Yên ku berê di bin navên cûda de êrişî rêveberiya xweser dikirin, niha jî di bin hin navên din de êrişî kes û saziyan dikin û dixwazin  mêjiyê milet tevlihev bikin. Lewma divê her kesên berpiryar û rêveber, karê xwe baş bikin û xwedî li wan erkên xwe derbikevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.