Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Min xwest ez di tabloya xwe de yekîtiya Kurdan bidim xuyakirin’

15/03/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Min xwest ez di tabloya xwe de yekîtiya Kurdan bidim xuyakirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Esmihan Gedro/Qamişlo

Wênesaza bi navê Zozan Betal anî ziman ku ew di nava malbateke hunerî de jiyan dike, Zozan da zanîn ku wê xwest hêz û berxwedana şervanên jin û yekîtiya Kurdan di tabloya xwe de bide xuya kirin.

Zozan Betal wênesazeke jin a Kurd e li bajarê Qamişloyê ye ku ev gelek carin tabloya wê derbasî Siwêd, Bakistan û Başûrê Kurdistanê bûye. Dema wê navê Kurdistan û keziya jina azad xêz kir ew tabloya wê derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Wê ev tablo beşdarî Pêşangeha Berxwedana Rûmetê ya Wênesaziyê kiriye. Derbarê vê tabloyê de Zozan Betal ji Rojnameya me re axivî.

‘Ez di malbateke hunerî de dijîm’

Zozan Betal da zanîn ku ew ji malbatek hunerî û wênesaz e û wiha axivî: “Hevjîn û zaroka min jî şêwekar in. Lê tabloya min cudayî yê wan e. Ev bû 13 sal in ez karê wênesaziyê dikim. Hevjîn û kurê min bi ikîlib û fehim wênesaziyê dikin, lê ya min gelekî balkêş e ji ber ku bi kaxetan hatiye çêkirin, ez tu rengan bi kar nayînim tenê bi kaxizan çêdikim ji ber vê yekê ew ji hemû tabloyan cudatir e. Herwiha min xwest ez di vê pêşengeha “Berxwedan Rûmetê” de tabloya xwe parve bikim. Tabloya min ifadeya  komkujiya ku li Şêxmeqsûd pêk hat ku çawa hevala jin ji jor de avêtin erdê û keziya wê wisa dimîne li erdê. Min jî weke jineke Kurd xwest ez di tabloya xwe de hêza jina Kurd û berxwedana wê û tekoşîna vîna jinê diyarî xelkê bikim, bila bizanibin tu carî keziya jina azad nayê birîn. Ger bi wênesaziyê be jî em ê tekoşîna  jin bidin ber çavan. Ez tabloyên xwe hemiyan bi kaxetan wêne dikim wan kaxetan diqûsînim û pê gulan û tiştên destan çêdikim gelek şêweyên erkanê wê hene. ”

Min xwest ez di tabloya xwe de yekîtiya Kurdan nîşan bidim

Zozan betal da zanîn ku wê xwest yekîtiya Kurdan di tabloya xwe de biteyîsîne û wiha domand: “Ev tablo çar rojan di nava destê min de ma. Gelek zehmetî û sebir dixwaze. Li gorî ku ez tevî zarokên xwe û hevjînê xwe me, min dev ji wênesaziyê bernedaye tevî van zehmetiyan hevjînê min dibe alîkar bi min re. Min ji xwe gelek pêşengeh yên weke kolektîf, şexsî û hwd… çêkirine. Herwiha min li Başurê Kurdistanê jî wênesazî kiriye tev malbata xwe tabloyên kolaktîf pêşkêş kirine. Ji xwe weke em dibînin di tabloyên me de hemû kezî ne bi rastî gelekî dilê me Kurdan êşand van bûyeran. Yê ku çeteyên dewleta Tirk xwe pê didît, em jî gelek bi wê bûyerê diêşiyan, lê ev bûyer bû sembola berxwedanê ji şervanên Kurd re. Di tabloya min de du şervan in yek dûrî dixe êşa xwe, xweşiya xwe dibêje û ya din jî keziya wê şervanê keç dihûne. Min jî xwest ez di tabiloyê de yekîtiya Kurdan bidim xuyakirin û bi yekîtiya gelê Kurd em ê Kurdistanekê ava bikin.”

‘Bi rêya êş û xemgîniyê tablo saz dibin’

Zozan destnîşan kir ku wênesazî bi riya êş û xemgîniyê tablo tên sazkirin û wiha bi dawî kir: “Wênesazî ji piştgiryê tê, ji dilê mirov û tiştê di hundirê wê de derdixe ber çav. Dema ku ew kesê wêneyê bi xêzên xwe rêzikan xêzdike êş û xemgîniya xwe di tabloya wêneyî de şîrove û xuya dike. Tevî zehmetiyên ku em niha tê de jiyan dikin, lê dîsa em dest ji wênesaziya xwe bernadin û her tim wê tabloyên me yên dewlemend bimînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.