Navenda Nûçeyan
Di şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê û di seranserî 14 rojên borî de Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê eşkere kir ku wan li 5 hezar hedefên li Îranê xistine û zêdetirî 50 keştî û jêrderyayiyên Îranê hedef girtine.
Piştî deh rojên ji şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê, gelek êriş û hedefên berfireh ku gihîşt bi pêkaîna zêdetirî 5 hezar car hedefgirtin, di nav de yên êrişên bejahî, deryayî û hewayî, ku ev yek stratejiyeke berfireh a Amerîka-Îsraîlê eşkere kir ku armanc ew bû ku pergalên ewlehî û îstîxbaratê yên Îranê qels bike û dibe ku heta hikûmetê jî hilweşîne.
Washington hejmara hedefên ku li Îranê xistiye eşkere dike
Koşka Spî roja Sêşemê di 10’ê Adarê de ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrişî zêdetirî 5 hezar hedefên li Îranê kirine. Herwiha berdevka bi navê Koşka Spî Carolyn Leavitt diyar kir ku êrişên mûşekên balîstîk ên Îranê ji destpêka şer di 28’ê Sibatê de ji sedî 90’î zêdetir kêm bûne di heman demê de êrişên bi dronan jî bi qasî ji sedî 85 kêm bûne. Wiha lê zêde kir: “Piştî derbasbûna deh rojan, ev hemle serkeftinek mezin bi dest xistiye.”
Carolyn Levitt roja Sêşemê 10’ê Adarê di civîneke çapemeniyê de, diyar kir ku artêşa Amerîkî niha gavan diavêje da ku tesîsên hilberîna mûşekan ên Îranê hilweşîne. Herwiha tekez kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ber bi armanca xwe ya leşkerî ya jiholêrakirina hêza deryayî ya Îranê ve pêşketinê çêdike û behsa wêrankirina zêdetirî 50 keştîyên şer ên Îranê kir.
Zêdetirî 5 hezar cihên cûda hatine hedef girtin
Di heman çarçoveyê de Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê têkildarî şerê 10 rojan yê li gel Îranê de agahiyên nû di rêya daxuyaniyekê de parve kir û hate diyarkirin ku di nava 10 rojên borî de wan di êrişên xwe de jêrxana leşkerî û ewlehiyê li Îranê hedef girtine û got: “Zêdetirî 5 hezar cihên cûda hatine hedef girtin, ji wan hedefgirtinan baregeha fermandariya Pasdarên Şoreşê, navenda çêkirina diron û mûşekên balistîkî, qaîdeyên avêtina mûşekên li dijî keştiyan.”
Her wiha hatiye diyarkirin ku zêdetirî 50 keştî û jêrderyayiyên Îranê hatine hedefgirtin. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di êrişan de balafirên ji cûreyên cûda yên şer ên pêşketî ji bo têkbirina tevayî sîstema parastin û peywendiya leşkerî ya Îranê hatine bikaranîn.
Di heman demê de berdevkê Pentagonê Sean Parnell got ku di deh rojên pêşîn ên Operasyonê de û di encama êrişên berdewam de nêzîkî 140 leşkerên Amerîkî birîndar bûne. Parnell zêde kir ku piraniya van birîndaran birînên wan sivik bûn û destnîşan kir ku 108 leşkerên piştî wergirtina dermankirinê vegeriyane ser erkê xwe.
Di encama êrişan de Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî û hejmarek ji berpirsên payebilind hatin kuştin, lê rêjîma ku ji sala 1979’an û vir ve li Îranê hikum dike hîn jî li ser kar e tevî qelsbûnê jî, artêşa Îranê bi berdewamî mûşek û dronan ber bi Îsraîl û welatên Kendavê ve diavêje.
Hedefgirtina serokatiyê
Di deqeyên destpêkê yên şer de, Îsraîlê hewl da ku rêza fermandariya Îranê asteng bike, ji ber vê yekê balafirên şer ên Îsraîlê bi mûşekan baregeha fermandariya Îranê li navenda Tehranê hedef girt, di wê demê de, berpirsên payebilind ên ewlehiya neteweyî ya Îranê li yek ji avahiyan dicivîn, di heman demê de Rêberê Bilind ê Îranê li avahiyek din bû. Xameneyî di nav wan kesên kuştî de bû û paşê Îsraîlê fermandarê payebilind ê Îranî yê berpirsiyarê operasyonên li Lubnanê li Tehranê şopand û kuşt.
Dezgehên îstîxbarat û ewlehiyê
Di bombebaranê de dezgehên ewlehî û îstîxbaratê yên berpirsiyarê tepeserkirina muxalefetê li Îranê jî bûn hedef, da ku hêza rêjîmê li ser desthilatdariyê qels bibe. Di nav hedefan de Pasdarên Şoreşê yên Îranê ku hêza leşkerî ya herî bihêz a welêt e herwiha hedefgirtina hêzên Besîc, milîsên bi cilên sivîl ên girêdayî Pasdarên Şoreşê.
Îsraîlê diyar kir ku wê di yek ji êrişan de bi dehan balafirên şer bikar anîn da ku li rojhilatê Tehranê baregehek bombebaran bikin ku baregehên fermandariya Besîc, Pasdarên Şoreşê û Hêza Quds, baskê berpirsiyarê operasyonên derveyî yên Pasdaran, lê bûn. Îsraîl texmîn dike ku di êrişan de bi sedan endamên Besîc û Padarên Şoreşê, ligel bi hezaran karmendên din ên ewlehiyê, hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku wan cihên girêdayî Pasdarên Şoreşê bombebaran kirine, ji ber ku Pasdarên Şoreşê ligel hevalbendên xwe, di dehsalên borî de di gelek êrişan de Amerîkiyan hedef girtine. Herwiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê navendên binçavkirinê û avahiyên weşana televîzyon û medyayê jî hedef girtine.
Mûşek û parastinên hewayî
Beşa herî girîng a hemleya Amerîkî-Îsraîlê ew e hewldana sepandina serdestiya hewayî bû, bi rêya hedefgirtina berevaniya hewayî, depoyên mûşekan, platformên avêtinê û baregehên hewayî yên Îranê.
Artêşa Îsraîlê eşkere kiriye ku wan zêdetirî 300 pekandinên mûşekan ên Îranî û nêzîkî 150 sîstemên parastina hewayî bêbandor kirin û hîn jî moşekên balîstîk ên Îranî û cihên avêtina wan hedef digire.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî diyar kir ku wan hêza deryayî ya Îranê seqet kiriye, piştî ku 30 keştî tevî binavîyek, ji holê rakirine. Herwiha Artêşa Amerîkayê binavîyek bikar anî da ku torpîlekê bavêje û keştîyeke şer a Îranê li Okyanûsa Hindê binav bike.
Armanca operasyonên deryayî ew e ku şiyana Îranê ya tehdîdkirina li ser keştevaniyê li Tengava Hirmizê kêm bikin, ku nêzîkî pênc ji hinardekirina petrolê ya cîhanê û mîqdarên mezin ên gaza xwezayî ji wir derbas dibin.
Bernameya Nûkleerî
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl biryardariya xwe ya ji bo pêşîgirtina li Îranê ji pêşxistina çekên atomî piştrast dikin. Di meha Hezêrana borî de, her du welatan li Îranê êriş pêk anîn ku Trump îdia kir ku şiyanên nukleerî yên welat “wêran kirine”, lê hêzên Amerîkî û Îsraîlê ji wê demê ve dîsa êrişî binesaziya nukleerî ya Îranê kirin, di nav de hedefgirtina avahiya Natanzê, ku Îran piraniya sotemeniya xwe ya nukleerî li wir hildiberîne.
Ew cihek a herî giring e ji bo bernameya nûkleerî ya Îranê tê hesibandin, wêneyên satelîtê nîşan didin ku êrişên nû deriyên şikefteke bin erdê li Natanzê ku tê de pergalên dewlemendkirina uranyûmê lê bûn, hilwişandin.
Lê hîn jî ne diyar e ka du tesîsên din, Esfehan û Fordo, ku di şerê 12 rojan de yê di navbera Îsraîl û Îranê de rastî êrişê hatin, dîsa hatine hedefgirtin an na. Herwiha Îsraîlê tesîseke veşartî ya bin erdê ya berê nenas li Minzadeh bakur-rojhilatê Tehranê hilwişand, ku diyar kir ew tesîs ji bo pêşxistina pêkhateyên çekek nukleerî dihat bikaranîn.
Balyozê Îsraîlê li Washingtonê, Yehiel Leiter got ku Îran “niyeta wê yekê heye ku uranyuma dewlemendkirî bi sîstema avêtina mûşekan re di nav wê kompleksê de bike yek.”






