Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Daniyal Horo; Cejna Newrozê cejneke netewî ye

15/03/2026
in Serbest
A A
Daniyal Horo; Cejna Newrozê cejneke netewî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Terzî Daniyal Horo diyar kir ku cejna newrozê cejneke netewî ye û her sal heyecana gel ji bo pêşwaziya wê zêdetir dibe lê îsal şert û mercên ku herêm têre derbas dibe cûdaye, lewma amadekarî ji bo wê kêmin.   

Cejna Newrozê, cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelê kurd û gelek gelên din ên herêmê ve her sal di meha Adarê de li seranserî cihanê tê pîrozkirin. Di serdema nûjen de cejna Newrozê di çanda kurdan de wekî cejna azadî û vejînê ye her sal di 21’ê Adarê de li seranserî Kurdistanê tê pîrozkirin.

Di derbarê amadekariyên cejna newrozê û moralê gel de îsal ji bo pêşwazî kirina wê terzî Daniyal Horo ji Rojnameya me re axivî.

Erkê terzî derxistina rengê newrozê ye

Daniyal Horo da zanîn ku cejna Newrozê salên borî bi heyecantir bû ji îsal û wiha got: “Salên derbas bûyê her terziyek nêzî 150 cil û bergên kurdî di nav destê wan de hebûn û berî cejnê bi 15 rojan derfet li cem me nedima ku em cawên nû bigrin dest. Lê îsal heya niha jî em cawan digrin dest û gelek valehî li cem me heye, êrişên ku li ser gelê kurd pêk hatî bû sedema bê moralbûna gel ji pêşwaziya newrozê re. Her wiha ew nakokî li cem gel derket gelo piştî van şert û mercên heyî wê cejna newrozê were pîroz kirin yan na, lewma amadekariyên wan ji bo vê yekê gelekî kêm bûn. Her mirovek erkî wî heye di cejna newrozê de erkê me jî wek terzî derxistina rengê newrozê bi riya cil û bergên kurdî ye, lê sedema rewşa heyî me gelek astengî dîtin.”

Gelê kurd dev ji rê û resmên xwe bernadin

Terzî Daniyal Horo axaftinên xwe bidawî kir wiha got: “Ez ji 12 saliya xwe ve karê terziyê dikim lê piştî şoreşa sûrî dest pê kir êdî min dest bi çêkirina cil û bergên kurdî kir. Her sal derbas dibû me cihê xwe di Newrozê de digirt.   Cejna Newrozê ji bo gelê kurd sembola azadî û nûjeniyê ye, lewma gelê kurd dev ji hertiştî berde dev ji cejna netewî bernadin. Dema em 18’ê Adara sala 2018’an ji Efrînê koçber bûn tevî wilo jî di 21‘ê Adarê de me cejna newrozê bi coş pîroz kir. Lewma bila cîhan bizanibe ku gelê kurd dev ji rê û resmên xwe bernadin û çi dibe bila bibe em ê agirê kawayê hesinkar pê bixin. Em bi hêvîne ku nêzîktirîn dem de em vegerin Efrînê û rengê ku ez li vir didim ez li wir jî bidim û newrozê li Efrînê jî bixemilînin û vejîn bikim. Çiqasî mirov newrozê pîroz bike jî lê ne li ser axa xwe be çêja wê nîne lewma em di wê heyecanê de ne ku em îsal newroza xwe li Efrînê pîroz bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.