Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji çiraxên wêjeya Kurdî

15/03/2026
in ÇAND Û HUNER
A A
Ji çiraxên wêjeya Kurdî
Share on FacebookShare on Twitter

Can Yûsif

Helbestvan Kemal Necim ew bejnek wêjeyî ya bilind û Stûnek ramyarî qet naçime ye. Ew bi rêya helbestên xwe, rêçikên hişmendiya neteweyî û têkoşîna çandî ronî dike, hem jî tekez dike ku peyva afrîner hêza wê heye da ku nasnameyê biparêze û pêşerojek geş ava bike.

Helbestvan û nivîskarên Kurd di Tevgera Rizgariya Kurdî de rolek girîng lîstin, herwiha  rolek berçav dihişiyariya ramanê neteweyî û parastina nasname û zimanê Kurdî de lehîstine, di demeka ku peyv hatibû dorpêçkirin, tîp hatibû darezandinû vegotina çandî û ramanê azad jî bi asteng û şopandinê re rûberû mabû ,ew bibûn parêzvanên bîranîna çandî, xetîreya çandê hilgirtin û wekî çekekî bi kar dianîn da ku hebûna Kurdî û nasnameya wê biparêzin, li dijî hemû hewldanên ku di xwestin nasnameya neteweyî û çandî ya gelê Kurd bin pê bikin û ji holê rakin.

Helbestvanê Kurd Kemal Necim yek ji van helbestvanên hemdem e ku barê peyv û xewna azadiyê hilgirtibûnû xîmava pênûsên xwe kirbûn  di xizmeta gelê xwe û doza wî de,wî bi rêya karên xwe yên wêjeyî, hevbexşiyek kir di navbera helbest û ramanê de û nivîsarên xwe kir mîna neynikek ji bo derbirîna êş û derdên welatê xwe û pencerek vekirî ji bo azadî û rûmetê.

Kemal Necim di sala1969’an de ji dayîk û bavek Kurd (Ebdulla û Payîz), li bajarokê Girkê Legê, yê girêdayî herêma Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê, ew xaka ku di dirêjahiya dîrokê de bûyî dîdargeh ji bo olên asmanî û dergûşek ji bo biratiyê di navbera pêkhateyên Kurdî, Erebî û Sûryanî de,ji ber vê yekê, Dêrik bûye mîna tabloyek taybet a cihê cudaîtiyê û hevjiyana hevbeş di navbera ol û ayînan de, Dêrik, bi mîrateya xwe ya çandî û giyanî ku tê nasîn , ew bûye feraşînek ji bo helbestvan û nivîskarên Kurd mîna Omar Le‘lî, Ehmed Şêx Saleh, Lorî Tildarîû şehîd Rizgar, Elî Çil axa  û xeynî wan yên ku wêjeya Kurdî ronî bi tîpên xwe yên bedew û gotinên xwe yên şêrîn.

Kemal Necim di himbêza malbateke Kurd a welatparêz û kedkar de, ku girêdayî bi kokên xwe û nirxên Kurdî yên resen ve, di nav malbateke mezin ku ji sêzdeh zarokên pêk tê (heft bira û şeş xwişk) mezen bûye, ew hatine firşik kirin li ser hezkirina xakê û dilsoziya ji bo welat.

Wî zaroktiya xwe ya yekem li kolanên Girkê Legê ên kevnare û taxên wê ên gelêrî û di nav zeviyên wê de yên ku bêhna genimê zêrîn û axa tije bi rûhê neteweyî jê difûre derbaskir, li wir nîşanên zaroktiya wî hate avakirin û gava xwe ya yekem ber bi dibistanê ve avêt e, di destê xwe de defterên tîpan hildigire û di dilê xwe de tovê xewna Kurdî diçîne.

Wî perwerdeya xwe ya bingehîn li dibistanên Girkê Legê xwend, li wir ji sirûdên cotkaran û palevanan wî peyvên xwe yên yekem verêstin û ji stranên jinan li zeviyên pembo û awazên şivanan li çîmenan helbestên xwe vehûnand, Xwezaya ku li dorê wî mamosteya wî ya yekem bû di hûnandina helbest û nivîsarên wî de, di wijdana wî de ferhenga despêka jiyanê û pêşgotina avakirina hişmendiya wî ya çandî û ramyarî  afirandin.

Wî xwendina xwe heta qonaxa navîn qedand, di navbera Girkê Legê û Rimêlanê de, lê tevlîbûna wî ya zû di meşa azadî û têkoşîna neteweyî de di destpêka ciwanîya wî de, bû sedema ku dev ji kursiyên dibistanê berde û beşdarî xebata siyasî û têkoşîna çandî bibe.

Ji destpêka ciwanîya xwe ve, wî pênûsa xwe wek çakeka hişyariyê hilgirtû peyv wî berdêla tifengê hesab kir dema ku meydan lê teng dibû, wî di navbera xemên rewşenbîr û hestyarîya helbestvan de hevrêzîyek çêkirû dest bi lêgerîna dengê xwe yê taybet kir di warê wêje û helbestê de, şevên dirêj rêhevalê destpêkên wî bûn, li ber ronahiyê fenerê peyvên tije bi xem û hesret dinivîsand, ku di hundir wan de banga xakê û êşa mirovê Kurdî vedigot.

Ji kolanên Girkê Legê û zeviyên Rimêlanê, peyvên xwe yên yekem berhev kirû ji pêlawazên xwezayê ferhenga helbestî saz kir, wî bikûrahî li dengên şivanan di çîmenan guhdar dikirû wan vediguhêre  sirûdên nivîsî û wî çavdêriya sabra cotkaran dikir li bin tîrêjên tava havînê û ew vediguherand wêneyên helbestî yên tije bi wate , ev têkildana di navbera karê rojane û sembolîk de hişte ku ew ji hevalên nifşê xwe cuda be, ji ber ku wî di her tevgera mirovan de û di her peyvek ji axaftinên wan de materyalek zindî ji bo helbest û nivîsa wêjeyî didît.

Bi tevlîbûna xwe ya zû di têkoşîna neteweyî de, helbestên wî êdî ne tenê stranên xwezayê an jî pesnê jiyana gundewariyê bûn, lê bûn rêgezek ji bo berxwedana çandî.

Helbestên wî yên pêşîn qîrînên azadiyê hildigirtin û banga girêdana bi zimanê Kurdî ve dikir wekî nasname, bîranîn û hebûn, ji bo wî helbest veguhêrî pirek ku paşerojê bi dema îroyîn re girêdide û çiraxek ku riya hevdemên xwe di dema tarî û windabûnê de ronî dike.

Ji destpêkên xwe ve ew girêdayî mîrateya wêjeya Kurdî ya klasîk û hemdem bû, wî pirtûkên Cegerxwîn, Ehmedê Xanî, Seydayê Tîrêj û yên din yên şehsiwarên peyva Kurdî dixwend, ev xwendin bû çavkaniyek ku zuha nebe, wî veguherand di warê nûjeniyê de û zimanek helbestî yê taybet bo xwe afirandin ku hevbexşiyê dike di navbera hêsanî û kûrahiya sembolîk de.

Bi vî rengî êdî li cem wî helbest ne tenê nivîsar in, lê penaheke ji bo hêviya, neynikeke bo nasnameyêû pireke di navbera paşerojê, niha û pêşerojê de.

Afrîneriya Kemal tenê bi helbest, çîrok û gotarê nehatîye sinor kirin, lê her weha gihişte qada rojnamegeriya Kurdî, li wir ew bi deng û nêrînên xwe beşdarî veguhastin û şirovekirina bûyeran bû, wî hevrêzî di navbera peyva edebî û kiryara rojnamegerî de çêkir, da ku bibe rewşenbîrê ne ku tenê çavdêriyê bike, lê divê di çêkirina hişmendiya civaka xwe de jî beşdar be û parastina peyama xwe bike di her tiştên ku wî nivîsî û weşandî de.

Di nîvê salên notan de, dest bi nivîsîna helbestên xwe yên yekem bi zimanê Kurdî kir û nivîsarên wî di kovarên herêmî de hatin weşandin, piştî wê dengê wî bi derketina malperên Kurdî ên elektronîk re berfireh bekav bû.

Di dawiya salên notan de, ew ber bi Bêrûtê ve çû, li wir tevlî rojnamegeriyê bû û ji bo çend salan wekî sernivîserê kovara Sorgul bi zimanê Erebî xebitî, bi berdewamî peyama peyva azad diguhest û dengê Kurdî pêşkêşkir di gerdûna erebîya fireh de, li wir jî ew giha baweriyê ku helbest û rojnamegerî du rûyên yek tiştî neû yê rewşenbîrî divê di civaka xwe de şahid û çalak be, ne tenê temaşevan be.

Kamal helbesta azad û nûjen bi rengek zindî dinivîse, ji ber vê yekê ew ji klasîkên Kurdî kulîlka wan ya yekem digire, dûv re jî di nav axa nûjeniyê de diçîne ku nivîsek nû der dikeve holê, ne bi tevahî kevneşopî yeû ne jî nûjenekî ji koka xwe veqetî ye.

Di nivîsên wê de, wêneya dayikê û welat, dilber û şoreş, xwen û bêhêvîtî tên diyar kirin, li ba wî helbest ne hema tenê afirandineke, lê çekeke ku parastina nasnameya Kurdî dike ji windabûnê.

Girkê Legê û Dêrik, bi şevbuhêrkên xwe yên helbestî û dîdargehên xwe yên çandî bûn gerdûnek jîndar ji bo pêşxistina hinêra wî, ew têgihişt ku helbest peyam û berpirsiyariye berî ku bibe xweşviya zimanî.

Ew di sala 2005’an de zewicî ye û ew bavê sê zaroka ye ــ yek kur û du keç ــ ku jiyana wî bi evîn û germbûnê dagirtine.

Wî di dirêjahiya karîyera xwe ya wêjeyî de çend dîwanên helbestî weşand:

  1. Kezîzer – Bêrût, 2002
  2. Bîstikek Guneh –Şam, 2006
  3. Dilên Navser – Qamişlo, 2019
  4. Danên bi Çêja Peyva Destpêkê – Qamişlo, 2021
  5. Şevbêrkên Spî – Weşanên HRRK, 2022
  6. Derengî Xewnê – Qamişlo, 2023
  7. Rojnivîsên Beybûnê – Qamişlo, 2024
  8. Helbestên Bijarte – Qamişlo, Weşanên Komîteya Hunerê, 2024

Reşnivîseka wî bi navê ” Peyîz” li benda çapkirinê ye.

Ew beşdarî gelek çalakiyên çandî û siyasî bûû tevlî damezrandina komên edebî û ramyarî ên veşartî û eşkere bû, ku armanca wan vejînkirina hişmendiya neteweyî ya Kurdî bû li hemberî polîtîkên çewisandin û piştguhkirinê, wî didît ku parastina zimanê Kurdî parastina xwedîbûnê ye, ji ber vê yekê helbestên xwe bi Kurdî nivîsandû weşandina wêneya Kurdî wekî şêwazek ji berxwedanê hesab kir.

Dîtina wî xuya bû ku çand yek ji çavkaniyên têkoşîna neteweyî ye; ew nasnameyê ji windabûnê diparêzeû bîranîna civakî dide gel û li pêşiya wan asoyên azadiyê vedike, bi saya pabendbûna xwe, dengê wî bû yek ji dengên ku bîrdanka gelêrî ya Kurdî diparêzeû nifşan bi bîr tîne ku huner û wêje ne şehyanin, lê berpirsiyariya neteweyî ne.

Têkoşîna wî ya çandî ji çalakiya wî ya siyasî ne cuda bû, her dû têkilî hev bûn, her helbesta ku wî nivîsî bû, helwestek bû, her helwesteka ku wî digirt berdewamîya wî ya helbestî an wêjeyî hebû.

Bi vî rengî wî nimûneyek ya rewşenbîrê berxwedêr nîşan da ku peyv di xizmeta xak, nasname û azadî de tê bikar anîn.

Li gel nivîsîna helbestê, ew bi çalakî tevlî jiyana çandî û ramyarî bû, ew bû endamê desteya rêvebir a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê û endamê Dîwana wêjeyê ya Bakur û Rojavayê Kurdistanê,

Herwiha endamê komîteya nirxandina helbest û şanoyan di nav festîvalên edebî deû di sala 2018’an de xelata yekem a pêşbirka Mihemed Bilal Yûsif ya helbestê li Efrînê wergirt.

Ew niha di beşê Kurdî yê Ajansa Nûçeyan A hawarê (ANHA) de wekî edîtorê beşê Kurdî dixebiteû her hefte nivîsên xwe di rojnameya Ronahî de diweşîneû her wiha gotarên wî ên ramyarî û rewşenbîrî di kovarên, Rojava, Sîwan û Şermola de têne weşandin, bi vê çalakiya cotikî di navbera helbest û rojnamegeriyê de, kemal Necim wêneyê rewşenbîrê ku ji bo peyv û kiryarê bi hev re dinivîse nîşan da, ku bibe şahidê serdema xwe û belgedarê êş, hêvî û daxwazên gelê xwe ber bi azadî û rûmetê ve.

Helbestvan Kemal di wêjeya Kurdî ya nûjen de nişaneke zelal hişt, bi rêya dîwanên helbestî, gotar û lêkolînên çandî, nivîsarên wî ne tenê nivîsên wêjeyî bûn, lê êş û zehmetiyên wijdanî û ramyarî bûn, ew taybetmendiyên serdema xwe hildigireû êşên gelê xwe û xewnên wî nîşan dide û berhemên wî yên wêjeyî bûn xezîneya bîranîna neteweyî û neynika ruhê nifşê wî ku di navbera xewn û bê hêvîtiyê, di navbera înkar û hêvî de dijiya.

Helbestvan Kemal hîn jî di xurtbûna dayîn û afirîneriya xwe de ye, helbestan diafirîne û bi şêwazê xwe yê taybetî vedihûne, ew tovên hêviyê û jiyanê di dilê nifşên pêşerojê de bi ronahiya peyvê û bîhnxweşiya xwecîbûnê diçîne.

Bi rêya helbestên xwe, rêçikên hişmendiya neteweyî û têkoşîna çandî ronî dike, peyama azadî û rûmetê digihêjîne,

û tekez dike ku peyva afrîner hêza wê heye ku nasnameyê biparêze û pêşerojek geş ava bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.