Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji ber qutbûna dabînkirinê nirxa gaza Ewropayê ji sedî 30 zêde bû

15/03/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Ji ber qutbûna dabînkirinê nirxa gaza Ewropayê ji sedî 30 zêde bû
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ji ber şerê ku li Rojhilata Navîn derketiye, bihayên gazê li Ewropayê bi qasî ji sedî 30 zêde bûye, ku bandoreke mezin li bazarên enerjiyê çêkiriye herwiha metirsiya ji qutbûnên dabînkirinê yên dirêj zêde kir.

Bihayên gaza xwezayî li Ewropayê bi berdewamiya şerê li Rojhilata Navîn bilind bûn, ku bazarên enerjiyê dihejîne û barkirinên dabînkirina deryayî asteng dike. Peymanên pêşerojê heya roja Duşemê di 9’ê Adarê de bi rêjeya ji sedî 30 zêde bûn di heman demê de piştî zêdebûna heftane ya herî mezin ji aloziya enerjiyê ve, bilindbûna xwe dirêj kirin.

Bihayê peymana gaza xwezayî ya Hollandî TTF, ku ji bo Ewropayê lêvegereke, berî ku hinekî dakeve, gihîşt 69.50 €. Tevî zêdebûnê jî, biha li jêr asta gihîştinê mane dema ku şerê Ukraynayê di sala 2022’an de dest pê kir.

Ev zêdebûn piştî bilindbûna buhayê petrolê zêdetirî astên 110 dolarî ji bo her bermîlekî tê, ji ber ku hilberînerên sereke yên Rojhilata Navîn hilberînên xwe kêm kirin di heman demê de girtina Tengava Hirmizê a berdewam bi bandor maye. Herwiha peymanên gaza xwezayî yên pêşerojê li Dewletên Yekbûyî jî bilind bûn ku di mehekê de gihîştin asta herî bilind.

Ji ber şerê Îranê nirxê gaze bilind bûye

Pevçûn berdewam dike bêyî dîtina tu nîşanên kêmbûnê, ev yek rewşa nezelaliyê di bazarên enerjiyê de zêde dike di heman demê de zextên enfelasyonê jî zêde dibe.

Bi taybetî di derbarê bazarên gazê de, Ewropa di rewşek nebaş de ye, ji ber ku ji zivistanê bi tankên depoyên vala derdikeve. Ev tê vê wateyê ku ew ê neçar bimîne ku vê havînê barkirinên bêtir ya gaza xwezayî ya LNG bikire da ku rezervên xwe tije bike. Eger herikîna gazê ya Rojhilata Navîn negihîje bazarên cîhanî, dê bi Asyayê re ji bo dabînkirina sînorkirî pêşbaziyê bike.

Texmînên berdewamiya nearamiyê

Florence Schmidt, pispora di stratîjên enerjiyê li Rabobank, ji ajansa Bloomberg News wiha gotiye: “Bazar hêdî hêdî dest pê dike ku rastiya qutbûnên dabînkirinê yên dirêj li seranserî rêze nirxa enerjiyê fam bike.” Lê zêde kir: “Em dibînin ku ev qutbûnên dabînkirinê wê bi qasî sê mehan berdewam bike.”

Biha hîn jî ji astên qiyasî ên di dema aloziya enerjiyê de pir kêmtir in, ku niha gihîştiye nêzî 64 Euro ji bo her megawatt-saetê, li gorî lûtkeya dîrokî ya ku zêdetirî 300 Euro derbas kiribû.

Projeya Ras Laffan a Qeterê

Projeya gaza xwezayî ya Ras Laffan a Qeterê, ku mezintirîn projeya cîhanê ye, piştî girtina wê ya bêhempa ya hefteya borî, xuya dike ku bi piranî saxlem e. Lêbelê, wezîrê enerjiyê yê Qeterê ji Financial Times re got, ji nû ve destpêkirina operasyonan û vegerandina dabînkirinê dibe ku çend hefteyan an jî bi mehan bidome.

“Qeter Energy” hefteya borî piştî rawestandina hilberîna gaza xwezayî û berhemên têkildar, ji xerîdarên xwe yên bandordar re rewşa diwar ya mezin ragihandibû, ku bandor li kirînerên Ewropî yên wekî Edison a Îtalyayê û Orlen a Polonyayê kir.

Ji aliyê xwe ve, analîstên Goldman Sachs pêşbîniya xwe ji bo buhayên gaza Ewropî di çaryeka duyemîn de ku ji 45 euroyan dê bighêje 63 Euro ji bo serê megawatt-saetê, kirin, ev yek jî li gorî bendewariya berdewam a astengiyên li ser hinardekirina Qeterê. Ev pêşbînî texmîn dike ku barkirinên LNG yên Qeterê dê heta dawiya Adarê, ji bo demek dirêjtir ji ya ku di destpêkê de dihat texmînkirin wê di sifirê de bimînin û piştre dê gav bi gav başbûnek di dabînkirinê de çêbibe ku dê heta piraniya Nîsanê bidome.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.