Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Buhayê penêr di aramiyeke berbiçav de ye

15/03/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Buhayê penêr di aramiyeke berbiçav de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Îbrahîm Mamo, xwediyê firoşgehek penêr li bazara Qamişlo, piştrast kir ku buhayên penêr îsal li gorî sala borî ti guhertinek mezin nedîtiye û got, “Dê di destpêka werza penêr de wê mîqdarên mezintir li bazaran û zêdebûna çalakiya firotanê hebe.”

Penêr xwarineke sereke ye li ser sifreya welatiyên Sûriyê bi giştî û bi taybetî li kantona Cizîrê. Di salên borî de buhayên penêr bi awayekî berbiçav bilind bibû û ji ber aloziya aborî ku bandor li hemû warên jiyanî kiribû piraniya malbatan ji kirîna penêr bê par diman û kevneşopiya hilanîna penêr wekî mûnet winda bibû, lê îroj hêvî hene li gorî firoşkarên bazara bajarê Qamişlo xuya dibe ku aramiyeke berbiçav a buhayê penêr wê bê dîtin.

Werzê penêr

Werzê hilberîna penêr bi gelemperî di biharê de ye, ji destpêka Adarê heta nîvê Gulanê. Cureyên herî baş ên penêrê mûnetê di nîvê Nîsanê de têne amadekirin, ji ber ku ev meh nîşana berhemdariya herî zêde ya erdên giyayî ye. Tevî demsala îsal ya tijî barîna baranê ye lê heya niha buhayên wê wekî xwe mane ku divyabû li gorî başbûna demsala zivistanê buhayên penêr kêm bibe.

Li gorî xwediyên firoşgehan ku pisporên firotina penêr û berhemên şîr in, bazarên bajarê Qamişlo bi destpêkirina werzê penêr re çalakiyeke nerm a kirîn û firotinê dibînin û li gorî sala burî buha jî di aramiyeke berbiçav de ne.

Derbarê buhayên penêr û çalakbûna serdanên welatiyan ji bo kirîna penêr firoşkarê penêr Îbrahîm Memo ji rojnameya me re axivî.

Bihayên penêr li bazarên Qamişlo

Firoşkarê penêr Îbrahîm Memo ku firoşgeha wî li bazara sebzeyan ya kevin li bajarê Qamişlo ye diyar kir ku serdanên welatiyan ji bo kirîna penêr heya astekê baş e lê ne di asta çalakbûnê de ye û wiha anî ziman: “Serdanên welatî û malbatan li gorî zehmetiyên aborî ji bo kirîna penêr heya astekê baş tê dîtin. Di heman demê de buhayên penêr wekî xwe ma ne wekî heman sala borî, welatî dibînin ku bihayên zeytûnan û kel û pelên din ê xwarinê heman buhaya penêr e, lewma kirîna penêr ferztir û baştir dibînin ji ber faîdeya wê ya tenduristî û xurekî.”

Îbrahîm Memo wiha berdewam kir: “Bihayên penêr îsal heman ya sala borî ye, bi nirxê 30 hezarî dighê me ji bo penêrê pez û çêlekan û firotina wê bi 35 heya 40 hezarî ye, ji xwe penêrê pez bihatir e.”

‘Pitî Remezanê wê mîqdara penêr zêde bibe’

Mihemed Memo destnîşan kir ku piştî bidawîbûna meha Remezanê wê mîqdara penêr û hilberîna wê zêdetir bibe û wiha got: “Piştî Remezanê wê werzê penêr destpê bike, hilberîna penêr wê zêde bibe, lewma ez texmîn dikim wê mîqadara penêr bi awayekî zêdetir û berfireh li bazaran bê peyda kirin herweiha wê çalakbûneke berbiçav di bazaran de çêbibe.”

 ‘Dibe ku mîqdara firotinê jî zêde bibe’

Mihemed Memo texmîn dike ku di demên pêş de wê mîqdarên zêdetir ên penêr bifroşin û wiha got: “Niha rojane ji 100 heya 120 kîlo penêr em difroşin, ez pêşbînî dikim ku di rojên pêş de dema hilberîn û çalakbûna werzê penêr dê firotin zêde bibe û dibe ku firotina wê bighêje ji 200 kîlo heya tonekî.”

Îbrahîm Memo wiha berdewam kir: “Niha em penêr ji gundên derdora Qamişlo tînin, lê piştî cejna Remezanê bi destpêka werzê penêr ez ê ji bajarê din jî bînim wekî Hesekê û Dêrikê.” Wekî tê zanîn bajarên Hesekê û Dêrikê bi taybet di hilberîna kalîteya penêr de pir navdarin.

Îbrahîm Memo di dawî de diyar kir ku têkiliyên wan bi bazirgan û hilbirînerên penêr ên bajarên din hene da ku ji wan re penêr peyda bikin û di bazaran de li ber destê welatiyan peda bimîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.