Hafiz Ahmet Turhalli
Îsal meha Adarê buye meha cejnan. Cejna meya Netewî Newroz û cejna Remezanê ketine peyhev.
Gelê Kurd ev zêdetirî sed saliye cejnên xwe bi kêfxweşî derbas nekirine. Cejn bi wateya xwe ya bingehîn kêfxweşîye.
Jiber di meha remezanê de Qur’ana pîroz hatiye daketin û Pêxemberê me Hz Muhemmed s,a,w bi Pêxemberî hatiye erkdar kirin ev meh pîroze. Jiber mirovê bawermend hişmendiya xwe nuh dike, ji tiştên xirab xwe paqij dike û digîhêje armanca xwe cejnê dike. Erebên ku di nîvgirava Suudî de dijîn, hevdû dikuştin, ji azadiya manewî, maddî û aborî bêparbun û dinava xizaniyêde bun bi hatina Îslamê pêşketin. Bi daketina Qur’anê tevliheviya baweriyan û sîstema ku binavê baweriyê kedxwarî dikir ji holê rakir.
Cejin bi wateya serkeftinan û destkeftiyan tê pêkanîn. Meha Remezanê mirov xwe amade dike û bi îbadetên şexsî xwe ji gunehan paqij dike, piştî ji kêmasi û gunehan xelas dibe, cejnê heq dike. Beriya bixwe weke kesayet cejnê bike, divê der û dora xwe kesên aboriya wan nebaş, alîkarî û hevkariyê wan bike, lewre cejn tenê bi takekesî pêknayê. Divê der û doro mirovjî karibe bi rastî cejnê bike û kêfxweşî bibe ya hemû civakê.
Bi kurtasî cejn divê civakê kêfxweş bike, nexweş werin zîyaret kirin, dê, bav û hawîrdor jidil ve werin pirsîn, dakû kêfxweşî li hemu çînên civakêde were dîtin.
Newroz jî cejna Kurd ya netewîye. Heta van salên dawî ji hêla dagerkerên Kurdîstanêve weke derveyî zagonan dihate dîtin. Li Turkiyê bi hezaran mirov jibo beşdarbuna cejna Newrozê, hatin qetil kirin û bi sed hezaran hatin zîndanî kirin.
Dema nikaribun bi tirs û zorê pêşî li cejna Newrozê bigrin, destpêkirin gotin: ev cejna tirkiyatiyêye, hêk şikênandin û cejn lihevdu pîroz kirin. Jibo karibin naveroka cejna Newrozê vala bikin, hemû hêza xwe bikar anîn. Jibo cejna netewa me heram bikin bi hezaran kesên binavê muftî û melayan, derxistin ser ekranên televîzyonan û ser mîmberên Mizgeftan û cejna Kurdan ya Newrozê binavê Îslamê weke heram bi kesayetên oldar dan nasîn.
Gotin pîroz kirina cejna Newrozê, agir perestiye û herame.
Jiber prensîbê ola wan ne yên gerdunî û Xwedayî bu, ligor hêz û tirsê jî ev ol tê guhertin.
Em îro dibînin li Suriyê jî kesên bi darê zoro û binavê Îslamê tevdigerin, dibêjin me Newroz weke cejnê pejirandiye û di rojên cejna Newrozêde, em bêhnvedanê bikin.
Gelo çi çêbu olekî nuh hat? Ev Cejna kû heram bu, çawa bu cejna dewletê û dewlet jî bêhnvedanê pêk tîne?
Ola Xwedê, Îslam di prensîbande, şeref û îzzeta kesayetan û ya civakan diparêze.
Ola Xwedê henekî tiştan li henekî milletan helal û henekî milletên dîtirre heram nake! Ger nêzikbunên bivê rengî derbikevin holê, divê em zanibin ev ne ola Xwedêye, berovajî ev ol ya desthelatdar û ya ol firoşane.
Milletê meyê hêja bi tekoşîna xwe, mafê cejna xweya Netewî bidest xistiye, lê hêjî me azadiya xwe bi temamî pêk neanîye.
Cejnên me herdujî ketin pey hev, 20 Adarê cejna Remezanêye û 21 Adarêjî cejna Newrozêye.
Bi hêviya kû ev cejnên me azadî û aşitiya me misoger bikin. Cejnên me pîroz bin.






