E.Pêjder Altan
Ew ne tenê navek bû; ew temsîla rêwîtiyek siyasetmedarê kurdperweriyê dikir, ya îradeyek e ku çemên şîlo û xumamî derbas dibe ye. Di awirên wî de bêdengiya deştekê berfireh ên Kurdistanê û di helwesta wî de jî, serhildana Çiyayên Torosê hebû. Ji bo wî, siyaset ji qesreke mermerî bêtir bêhna axa şil bû. Li ser milên xwe yên westiyayî, ew hêviyên mirovên ku qet nedîtiye, paşerojên zarokan û duayên extiyaran hildigirt. Dema ku ew diaxiviya, gotinên wî êdî dengên asayî nabin; carinan ew bi qasî şelaleyekê geş bûh, carinan bi qasî dengê herê nazik û carinan ew wekî dengê rastiyê diqîrin. Ew mîna dareke çinarê bû ku li hember herikîna demê li ber xwe dide. Rehên wî di kûrahiya dîrokê de ne û şaxên wî di şîniya rojên ku hîn çênebûne de ne. Dema ku bahoz diqelişin, ew bi bayê re nareqise; ew tenê helwesta xwe hişk dike, rehên xwe di erdê de teng dike. Pirek ku mirovan dike yek, pirek baweriyê li ser zinaran hatiye avakirin…
Dibêjin siyasetmedar ne strana xwe, lê destana neteweyê dibêje. Ew hem qelem û hem jî kaxezê wê destanê ye.
Em qala Bavê Welat, an go Salih Muslim ku di 75 saliya xwe de li nexweşxaneyek li Hewlêrê ku lê dihat dermankirin, koça dawî kir, dikin. Bavê Welat, wekî nûnerê xêzekê ku prensîbên wekî xwerêveberiya demokratîk, encumenên herêmî, temsîliyeta jinan û avahiyek siyasî ya nenavendî diparêze, dihat nasîn. Di yek ji hevpeyvînên wî yên dawî de, tekez li ser pêwîstiya “destûrek beşdar û pergalek nenavendî” ji bo çareseriyek mayînde li Sûriyeyê, axên bingehîn ên vîzyona wî ya siyasî kurte kir.
Li ser asta navneteweyî, ew wekî kesayetek ku bi nêzîkatiya xwe ya nerm, jêhatîbûna danûstandinê û şêwaza ravekirina krîzên tevlihev, bi taybetî di ravekirina dîplomatîk û rewakirina ezmûna Rojava de, derket pêş, dihat nasîn.
Mirina wî wekî dawiya serdemek dirêj di siyaseta Rojava û dînamîkên herêmî yên tevgera Kurdî de hate dîtin.
Çîroka jiyana wî têkoşînek pir-qatî temsîl dike, ji pîşeyek teknîkî bigire heya aktorek siyasî ya herêmî, di navbera zext û danûstandinê de diheje, bandorek li ser asta herêmî û navneteweyî dihêle.
Herî girîng ew rêhevalê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Rêhevaltîbûna wî ya bi Rêber Apo re ku ew bi xwe di sala 2016’an de dema min pê re roportaj kir, qala bandorbûna wî ya li ser fikir û ramanê Rêber Apo dikir, tanî ziman. Hêj jî ew gotina wê di guhê min de ye, wiha got : “Rêhevaltiya bi Rêber Apo re, têkoşîn û têkoşeriyeke jidil û can pêwîst dike. Ev jî bi rastî di fêmkirina fikir û ramanê Rêber Apo de derbas dibe.”
Jiber vê yekî jî di siyaseta xwe de, dîplomasiya dimeşand, têkiliyê bi însanan re, bi hêsanî wê nêzîkatiya xwe û jidilbûna xwe dida der.
Jixwe dema agahiya koça wî ya dawî hate ragihandin, helwest û nêzîkatiya ji siyasetmedar, rewşenbîr, hemû aliyên civakan a ji bo wê pir watedar bû. Ji bo paraztina hemû civakên di serî de Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn, hewildanê dikir, jidilbûna wî dihat hîskirin.
Oxir be têkoşerê jidil, oxir be Bavê Welat…!






