Reşo Mihemed
Bê guman ji sala 2018’an ve dosya herî bi girêk û asteng li tevahiya Sûriyê, dosya koçberan bû. Ji ber ku ev dosya girêdayî rewşa siyasî ya ku dihate jiyîn. Vê dosyayê du rêjîm derbas dikirin. Ji serdema rêjîma Baas ve Rêveberiya Xweser û QSD’ê dixwestin bi rêjîmê re vê dosyayê çareser bikin, di heman demê de bi hêzên muxalefetê yên wê demê bigihêjin lihevkirinekê da ku koçberên Efrînê vegerin warê xwe, lê rewşa siyasî ya wê demê ne alîkar bû. Sedem jî ew bû ku hêzên navdewletî nedihiştin û nedixwestin ku ev dosya çareser bibe. Di wê demê de Îran, Rûsya û di serî de dewleta Tirk. Dewleta Tirk ne ji berjewendiyên xwe didît ku koçberên Efrînê vegerin warê xwe. Dagirkeriya Tirk bi zanebûn guhertina demografîk li Efrînê çêkir, Erebên ji deverên cuda yên Sûriyê anîn deverên Kurdî da ku nijadperestiyê û kîndariyê di nava gelê Kurd û Ereb de ava bike, hem jî da ku dewleta Tirk bi serê xwe û li gor kêfa xwe daran bibire, zeytûnan bidize û erda Efrînê bikar bîne ji bo berjewendiyên xwe, hebûna Kurdan li Efrînê dihat wê wateyê ku eger Kurd li wir hebin ew ê bêdeng nemînin li hember dewleta Tirk, lê eger Ereb bin ew ê nikarin serê xwe li ber dewleta Tirk rakin ji ber ku ne cih û warên wan e. Piştî hilweşîna hikumeta Baas êdî vegera koçberên Efrînê bû dosya girîng û zextekê li ser dewleta Tirk. Piştî destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk herwiha peymana dawîn a di navbera QSD-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyê de, êdî ji bo vegera koçberan dewleta Tirk bêdeng ma, wekê ku qebûlkirinekê ji hêla wê ve pêkhat da ku koçberên Efrînê bi aramî bigihêjin warê xwe û vegerin malên xwe.
Di çarçoveya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, koma yekemîn a koçberên ji Efrînê yên li herêma Cizîrê ber bi warê xwe bi rê ketibûn. Koma yekemîn a koçberên ji Efrînê ku ji 400 malbatan pêktê, bi amadebûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Mehmûd Xelîl û ji fermandarên Hêzên Asayîşê Nesrîn Abdullah û hejmareke berpirsên hikumetê yên girêdayî vê dosyayê duh ber bi warê xwe ve bi rê ketibûn. Karwanê koçberan ji sedan erebeyan û otobusên taybet ên Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê û Parastina Sivîl a Sûriyeyê pêk tê di bajarên Reqa, Tebqa û Helebê re derbas bûn û di saetên berbanga îro ve gihaşt Efrînê. Koma piştî 8 salan ji koçberiya bi darê zorê, ji aliyê xelkê Efrînê ve bi stran û dahol û zireniyê gi girseyî hat hat pêşwazkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 7’ê Adarê de ragihandibû ku dê koma yekem a koçberên Efrînê yên ji navçeyên Şiyê, Cindirês û Mabata yên Efrînê dê 9’ê Adarê ji Cizîrê ber bi Efrînê ve here. Mehmûd Xelîl ku bi komê re bû, ji çapameniyê re got xebat ji bo vekirina korîdoreke ewle ber bi Efrînê ve di nav 3 rojan de, tê kirin û hewldanên vegera hemû koçberan beriya Newrozê, dewam dikin. Tiştekî tekez e ku ev veger bi rengekî ewle weke yekem car hat pêkanîn. Bê guman vegera ku çêbû encama kar û xebata dibplomatîk a ku Rêveberiya Xweser da meşandin, pêkhat. Vegera koçberan yek ji bendên peymana 29’ê Çileyê ye ev dosya di her civînên berê dihatin lidarxistin de hebû, ji ber ku di pêkanîna aramiya herêmê û tevahî Sûriyê de xwedî cihekî girîng bû.
Divê bi vê gavê re gavên din jî werin avêtin da ku koçberên din ên Sûriyî bikaribin vegerin herêmên xwe di nav de jî koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din. Vegera koçberan li warên wan gaveke erênî ye, lê pêwîst e ev yek di çarçoveya vegera ewle de ku rûmeta şêniyan biparêze, vegerandina mal-milkên wan werin misogerkirin û rastî astengî û gefan neyên de be û hişyarî li ser binpêkirinan de ku wê bandorek neyînî li bicihanîna bendên peymanê bike. Divê di serî de dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê û tevahiya herêmên dagirkirî derkeve. Di heman demê de şîneyên Efrînê bajar û herêma xwe ji hemû waran ve bi rê ve bibin.






