Stêrk Mihemed
Rêber Apo netewa demokratîk wekî çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêş dixe da ku şerên navneteweyî û etnîkî bi dawî bîne. Rêber Apo dibêje:“Eger neteweya demokratîk giyan be, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beden e.”
Ji bo erdnîgariya berfireh û tevîlhev ya Rojhilata Navîn ku hemû pêkhate û netew cihê xwe tê de digirin projeya Modernîteya demoktarîk ya ku Rêber Apo dide pêş ya herî guncaw e. Ji bo pêşî li şerê mezhebî were girtin projeya herî serkeftî ya netewa demokratîk e. Nimûneya wê ya herî ber bi çav Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû ku hemû pêkhate û netewan bi hevre jiyan dikirin. Niha jî li Rojavayê Kurdistanê ev proje didome da ku hemû pêkhate bi hevre jiyan bikin, parastina maf û kevneşopiya hemû pêkhateyan tê kirin.
Modernîteya demoktarîk çi ye?
Modernîte; li hemberî desthilatdarî, terzê jiyanê û ramana ku azadî, demokrasî, humanîzmê û mafên mirovan diparêze ye. Herwiha tê wateya ku civak terzê jiyana xwe li gorî şert û mercên nû diguherîne, lê ya berê înkar nake, tenê veguherînê pêk tîne. Modernîzm tevî wateya xwe ya giştî xwedî wateyekî felsefîk e jî. Ev têgeh di felsefeyê de ji bo rewşengeriyê jî tê bikaranîn. Yanî wekî ramaneke ku li ser bingehê humanîzm, gerdûnîbûn, demokrasiyê bilind dibe û civaka mirovan wekî navend digire, tê pênasekirin. Ger ku em rastiya “Mirov bêyî civakîbûnê nikarin bijîn û bi civakîbûnê re dibe mirov” li ber çavan bigirin, modernîte tê wateya “terzê jiyana civakê ya demekê.” Bi gotineke din modernîte terzê jiyanê yê civaka li derveyî dewletê dimîne ye. Ango di aliyê madî, manewî û exlaqî de terzê jiyana civakê ya serdemekê ye. Rêber Apo di vê çarçoveyê de modernîteyê wekî, “çax, serdem” binav dike. Ji bilî aliyê madî, manewî û exlaqî, peyva moda jî li ser ve dike û bi giştî wekî “terzê jiyanê yê civakê” pênase dike.
Netewa Demokratîk tê çi wateyê?
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de behsa neteweya demokratîk dike û wiha pênase dike: “Neteweya demokratîk di navbera komên çandî û ziman de yên ku bi heman rêbazî dijîn yan jî mîna hev di civakeke xwedî exlaq û siyasî de dijîn, tê bicihkirin. Veguherîna civakî di çarçoveya siyaseta demokratîk de pêk tîne. Di neteweya demokratîk de êl, qebîle, pêkhate û heta malbat di civaka xwedî exlaq û siyasî de wek yekîneyên ji aliyên ziman, zarava û çandî ve cihêreng, cihê xwe digirin û ew vediguherin neteweyeke nû. Helbet nabe komeke nîjadî yan jî mezhebî yan jî îdeolojîk taybetmendiya xwe li ser vê neteweyê ferz bike.”
Di neteweya demokratîk de her herêm dikare rêveberiya xwe ya xweser li gorî taybetmendiya xwe ragihîne. Rêber Abdullah Ocalan di vî warî de wiha dibêje: “Eger neteweya demokratîk giyan be, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beden e.” Herwiha rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya ‘Doza Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ de felsefeya neteweya demokratîkde 9 rêgezên ku di pratîkê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk dihatin û niha jî Rojava nimûneya wê ye, dinirxîne.
Çima Rêber Apo netewa demokratîk dide pêş?
Rêber Apo netewa demokratîk wekî çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêş dixe da ku şerên navneteweyî û etnîkî bi dawî bîne, jiyaneke bi rûmet û wekhev ji bo hemû pêkhate, bawerî û gelan ava bike, li hemberî netew-dewleta ku dibe sedema zext û parçebûnê, jiyaneke demokratîk, exlaqî û polîtîk pêk bîne û herêmê ji kaosê rizgar bike. Li şûna şerên li ser navê neteweperestiyê, modela netewa demokratîk bingeha xwişk û biratiya gelan û baweriyan diafirîne. Netewa demokratîk li hemberî têgihîştina teng a netew-dewletê ku dibe sedema zext û qirkirinê, derdikeve û jiyaneke bi hev re diparêze. Ew civakeke ku bi xwe xwe bi rê ve dibe, exlaqî û polîtîk e (Konfederalîzma Demokratîk) dike armanc. Bi taybetî li Rojhilata Navîn, ku erdnîgariyeke tevlîhev e, ev model ji bo dawîanîna li şerên sedsala 21’ê û afirandina aştî û aramiyê wekî pêwîstiyekê tê dîtin. Bi kurtasî, Rêber Apo netewa demokratîk wekî alternatîfa herî guncaw a ji bo demokrasî, azadî û hevgirtina gelan li hemberî alûziyên kûr ên Rojhilata Navîn pêş dixe.
Kî êrişî projeye modernîteya demokratîk dike û çima?
Di vê dema dawî de û bi taybet piştî êrişa di 6’ê Çile li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkhat, herwiha 18’ê Çile li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek êriş li ser modernîteya demokratîk û biratiya gelan a ku Rêber Apo dide pêş çêbû. Armanc ji van êrişan ku di navbera Kurd û Ereban de pevçûnan avabikin û di navbera pêkhateyan de şerê navxweyî di Sûriyê de derxînin pêş û li Sûriyê bibe şerê Kurd û Ereban. Armanc ji van êrişan ewe ku projeya modernîteya demokratîk ji holê rabikin û têkbibin. Ev êriş di esas de bi plana dewleta Tirk hatiye rêxistinkirin ku gelê Rojava û Rêber Apo ji hevdû dûrbixîne. Dewleta Tirk bi rêya şerê taybet hewildide tecrûbeya bi salan a modernîteya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbibe. Herwiha êrişên li ser Rojava yên ku bi piştevaniya dewleta Tirk têne kirin, armanca wê ya sereke modela civaka demokratîk ya ku Rêber Apo dide pêş û gelek guhertin di nava civakê de pêkaniye têkbibe. Ji ber ku gelek dewletên alîgirê şer dizanin ku bê projeya netewa demokratîk li pêşiya qeyranên li Rojhilata Navîn ne gengaze were girtin.
Modela civaka demokratîk sazîbûn û rêxistina gelan avadike
Modela civaka demokratîk ya ku Rêberê gelê Kurd Ebdullah Ocelan dide pêş, ya ku rêxistin û sazîbûna gel ava dike, nimûnaya wê jî Bakur û Rojhilata Sûriyê bû ku ji 2012’an ve ji destpêka Şoreşa Rojava hemû gel, pêkhate, netew û reng bi hevre di nava van herêman de jiyan dikin. Herwiha Rêveberiya Xweser a Demokratîk mînaka herî berbiçav bû, ku di nava saziyên xwe de hemû pêkhate dihewandin, ji bo azadî û mafê hemû pêkhateyên li Sûriyê xebat dikirin. Ev modêla civaka demokratîk li pêşiya qeyranên mezin girtin ku wê li Sûriyê şerê mezhebî yê bê dawî qewimîba. Her çiqas niha êriş li ser vê projeyê hebe jî, lê ew ji bo gelê Rojhilata Navîn deriyek ji jiyana bi aştî û aramî re ye. Rojhilata Navîn erdnîgariya wê berfireh, tevlîhev û gelek pêkhateyan di nava xwe de digre, ji bo vê yekê û ji bo bi dawî anîna alûziya şer a li Rojhilata Navîn projeya Modela civaka demokratîk ya ku hemû gelen bi hevre girêdide ya herî guncawe.






