Idrîs Henan
Ezmûna kirîza li herêmê aşkare kir ku; hevpeymanên li Rojhilata Navîn kêmcaran demdirêj dibin. Timî li gorî mentelîteyek pragmatîst di bin sîwana berjewendiyên stratejîk ên hêzên hegemoniyê de tên vesazkirin. Ne li gorî armnacên hêz û tevgerên herêmî ne, lê di bin serweriya hevsengiyên ku hêza global ferz dike û hewcedariya enerjî û hegemoniyê de tên rêsandin. Ji lew re, mirov nikare rewşa heyî derveyî toreya berjewendiya navdewletî ku rêyên buyeran tayîn dikin û hevpeymanan li dûrî pêşbîniyên kirdeyên herêmî ava dikin, şîrove bike.
Di vê navberê de hebûna Kurdan li herêmê ji nû ve weke diyardeyeke jeopolîtîk û potansiyelek bandorê li şiklê hevsengiya li Rojhilata Navîn dike, derdikeve.
Ezmûnên berê li herêmê ispat dikin ku kîjan hêza herêmî ya pala xwe dabe hevbendiyên navdewletî, rûbirûyî veguherînên ji nişkêve ye. Berjewendiyên navdewletî li gorî ejandayên stratejîk zû tên guhertin. Ezmûna tevgera Kurd jî ew yek weke hişmendî li ser liv û tevgera wê ferz kiriye ku divê di heyamekî wisa tevlihev de, bi baldarî hevbendiyên xwe ava bikin û da ku kêmasiyên berê dubare nabin, divê dîplomasî û siyaseta xwe xortir bikin ku nebin terefê lawaz a aloziyê.
Di heman xala avakirina hevpeymanan de, di mesela Sûriyê piştî peymana 29 Çileya îsal de, mirov dikare bi zelalî bandora wê yekê li şiklê pratîzekirina xalên wê peymanê bi zelalî bibîne. Yek ji xalên wê yên gelek bi bandor jî ew bû, xala vegera koçberan ku bi pêla yekem a vegera Efrîniyan re dest pê kir. Dosyaya herî kirîtîk di aloziya Sûriyê de, vegera koçberên Efrînê bû. Di vê çarçoveya peymana ku li gorî hevpeymanên nû hatibûn îmzekirin de, piştî heşt salan ji derbiderî û koçberiyê, vegera gelê Efrînê pêşketinek gelek girîng û gavek stratejîk bû.
Efrîn di êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê sala 2018’an de hatibû dagirkirin û bi deh hezaran şêniyên wê yên resen bi zorê hatin koçberkirin. Her kes dizane jî, ku ne ji hêza berjewendiyên qonaxê bûya, îmkan nîn bû ku dewleta Tirk gava vegera şêniyan qebûl bike. Ji ber vê yekê; dibe ku vegera şêniyên Efrînê weke gaveke mirovî hatibe xuyakirin, lê di cewher de hesabên mekan û zeman derbas dike û vegerek li rih, nasname û dîrokê ye. Di heman demê de dîplomasî û şiklê siyaseta nû ya li herêmê û têgihaştina motîvasyona jeopolîtîk a rola kirdar a Kurdan di herêmê de ye.
Ji ber vê zanînê em nikarin vegerê weke vegerandina mal û zeviyekî pênase bikin. Lê belê hewleke ji nû ve çêkirin û hevdengkirina tevna civakî ye ku di dirêjahiya salên derbiderbûnê de ziyanek mezin lê bibû. Her wiha nameyek siyasî a zelal e ku îradeya şêniyên resen dikare li hemberî hemû projeyên biyanî yên dixwazin heqîqetê biguherin, têbikoşe û biserkeve. Ragiriya şêniyên Efrînê ew yek jî aliyê pratîk ve tivî kiriye û gotiye; parastina ax û nasnameyê dikare bibe faktorekî diyarker li hemberî hewldanên guherandina demografîk û sedemeke serkeftinê. Ev yek jî bi tablo û dîmenên vegera birûmet û hembêzkirina gel ji hev re xwe da der.
Di encamê de; pêşketinên li ser erdê ku şiklê hevpeymaniyan guhertiye, heqîqetek bi xwe re derxistiye, ew jî tê wê wateyê ku aqûbeta nakokî û hevbendiyan ne tenê bi vîna hêrêmî tê destnîşankirin, lê belê bi hevgirtina berjewendiyên navneteweyî û herêmî ve şikil digire. Digel vê yekê jî, îradeya gelan û girêdana wan bi axê û nasnameya xwe re, şiklê hevbendiyê çi dibe bila bibe, faktorekî nayê înkarkirin û rola sereke û bi bandor di şikldana pêşeroja li herêmê û hevpeymanan de dilîze ku aktorekî hevsengiya jeopolîtîk e.






