Ronahî Sadûn
koordînasyona Ragihandinê ya Komîteya Koçberên Serêkaniyê Dilo Mihemed Elî diyar kir ku her çendî şert û mercên jiyana koçberiyê gelek dijwar be jî, lê ew hêvî di dilê koçberên Serêkaniyê de hîn heye ku rojekê vegerin ser mal û milkên xwe û got, “koçberên Serêkaniyê bendewarin rêkeftina 29’ê Çileyê deriyê vegera bi rûmet û ewle ji bo wan veke veke.”
Sala 2018 û 2019’an birîneke êşê di dilê xelkê Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û gundewarên wan de vekir ku ev bajar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin. Dagirkerî bû sedema koçberiya zorê ya şêniyên resen ên van deveran ku heya roja îro, ev koçber êşa koçberiyê dişkînin. Ne tenê mal û milkên koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji wan hat dizîn, lê xweza hat talankirin, erdnîgariya herêmê hate guhertin û gelek sûcên kuştinê li wir pêk hatin û hîna jî pêk tên. Koçberên van deveran heya roja îro bi berxwedanî, sebir û rêya vegera malê jiyan dikin. Guhertinên ku sala 2024’an li Sûriyê pêk hatin bi hilweşîna rejîma Baas û avakirina hikumeteke demkî ji bo birêvebirina welêt di qonaxeke veguhêz a hesas de, Sûriye şahidiya guhertineke siyasî ya mezin kir. Wê demê, gelek Sûrî bawer dikirin ku ev gav dê deriyê serdemeke nû ya çareseriyên siyasî û vegera gav bi gav a kesên koçber bo malên xwe veke. Lêbelê, rastiyên li ser erdê zû eşkere kirin ku rêya vegera wisa, ne hêsan bû. Herêmên ku ji hêla dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine dagirkirin, rewşeke ewlehî û siyasî ya tevlihev dijîn, raporên mafên mirovan, binpêkirin û kêmasiyên ewlehiyê yên vê yekê jî belge kirine. Hem jî tevî îmzekirina gelek lihevkirina jî lê vegera koçberan pêk nehat.
Herî dawî di 29’ê Çileyê de peymaneke siyasî ya girîng di navbera hikumeta demkî ya Sûriyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) de derket pêk hat. Her du aliyan peymaneke agirbestê ya berfireh û têgihîştineke li ser entegrekirina qonax bi qonax a hêzên xwe yên leşkerî û îdarî ragihandin. Di nava vê peymanê de vegera kesên koçber wekî xaleke sereke ye. Niha jî piştî pêkanîna hin benda, li ser bendê koçberan jî xebat tê kirin ku di çarçoveya wê de jî hin ji malbatên Efrîn çûn bajarê xwe. Koçberên Serêkaniyê ew jî amadekariyê vegera xwe kirine, tenê li benda biryarê ne, da ku hesreta wan a salane ku bajarê xwe hembêz bikin. Lê şertê bingehîn ên vegera van koçberan garantîkirina ewlehiyê û rûmetiyê ye. Ji bo bi hezaran malbatên ku bi salan e li kampên koçberan dijîn, vegera malê ronahiyek hêviyê ya dirêj û bendeware. Van malbatan bi salan di şert û mercên dijwar de tehemûl kirine û di konên hilweşiyayî de bi alîkariya mirovî ya sînorkirî dijîn, tenê ji bo vê rojê “Roja vegerê bibînin”.
Derbarê rewşa koçberên Serêkaniyê, herwiha xebatên ji bo vegera biewle ya koçberan, koordînasyona Ragihandinê ya Komîteya Koçberên Serêkaniyê Dilo Mihemed Elî ji rojnameya me re axivî.

‘Êşa 7 salan di nava seatan de nayê vegotin’
Dilo Elî rewşa koçberên Serêkaniyê û jiyana wan di Kampan de anî ziman ku ew bi gelek zehmetiyan re rûbirû ne û wiha got: “Piştî dagirkirin bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, xelkên Serêkaniyê neçar bûn ku ji bajarê xwe derkevin û li deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicîh bibin. Îro jî ew ji Dêrikê heya bajarê Hesekê jiyan dikin. Berê hinek ji wan li bajarê Reqa jî hebûn, paşê ji Reqa hatin. Rewşa koçberan pir dijwar û zehmet e. Herwiha êşa 7 salan di heyama çend seatan de nayê vegotin. Ji ber ew êş û zehmetiya ku xelkên Serêkaniyê di van salan de dîtine, pir mezin e. Niha gelek ji wan li kampan dijîn, wek Kampa Serêkaniyê û Kampa Waşûkanî li bajarê Hesekê, di heman demê de Kampa Newroz li bajarê Dêrikê. Di van kampan de xelkê me bi şert û mercên gelek dijwar rerûbi rû ne. Di salên berê di dema rejîma Baas de, tu erêkirineke fermî ji bo kampên koçberan ên Serêkaniyê nehat kirin. Mixabin alîkarî jî gelek kêm bû. Heta niha jî tu erêkirina fermî nehatiye kirin, ne ji aliyê hikumeta berê û ne jî ji aliyê hikumeta demkî ya niha ve. Lê her çendî şert û mercên jiyanê gelek dijwar bin jî, hêvî di dilê xelkê Serêkaniyê de hîn jî heye. Ew hêvî dikin ku rojekê vegerin ser mal û milkên xwe. Gelek kes çavê xwe li rêkeftina 29’ê Çileyê kirine, bi hêvîya ku ev rêkeftin rê li ber vegera wan veke. Ji ber jiyana rojane di kampan de gelek zehmet e. Hem jî ne zivistana wan zivistan e û ne jî havîna wan havîn e.Dema havîn tê, germahî pir zêde dibe û ew kon nikarin ne te, ne zarokên te û ne jî malbata te ji germahiya rojê biparêzin. Dema zivistan jî tê, zivistan gelek xurt e û ew kon nikarin te ji serm û seqemê biparêzin. Mixabin, di 6 salan de ev kon nehatin guhertin. Mirov e ku di heftiyê de çend caran cilên xwe diguherîne, lê 6 sal derbas bûn û konên kampan hîn jî nehatin guhertin. Ev tiştekî ne hindeke ji bo xelkên li kampê.”
‘Koçberên Serêkaniyê tevî dilşiketinê, hêviya vegerê dijîn’
Dilo tekez kir ku di nava van salên koçberiyê de, ji bo koçberên Serêkaniyê alîkariyeke pir kêm hat pêşkêşkirin û wiha bilêv kir: “Ji bo alîkariya koçberên Serêkaniyê, alîkariyeke gelekî kêm hat pêşkêş kirin, hem ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, hem ji aliyê rejîma Baas û ji xwe hikumeta demkî ya niha ya Sûriyê ve me tiştek nedîtiye. Lê em bi wê hêviyê ne ku lihevkirin biçe serî, da ku koçber vegerin ser mal û milkên xwe. Heta niha gelek ji koçberên Serêkaniyê di hundirê mala de jiyan dikin û piraniya wan di malên kirê de ne. Mixabin tu alîkariyeke girîng bi wan re nehat kirin ku barê wan kêm bibe, mînak pêwîst bû ku mehane pakêtên xwarinê, herwiha alîkariyên madî û manewî pêşkêş bikin. Lê ev tişt pêk nehat. Koçberên Serêkaniyê heta niha dilşikestî ne, lê dîsa jî bi hêviya vegerê dijîn.”
‘Me dest bi tomarkirina navan ji bo vegera biewle kiriye’
Dilo eşkere kir ku ew ji bo vegereke biewle dixebitin û wiha anî ziman: “Em Komîteya Koçberên Serêkaniyê ev demeke ji me hat xwesetin ku em dest bi tomarkirina navên hemwelatiyên xwe bikine. Armanca vê yekê ew e ku bîlançoya koçberên Serêkaniyê were amadekirin. Ji ber vê yekê, em bang li hemû xelkê Serêkaniyê dikin ku niha li ku derê bin ji Dêrikê heta Hesekê, li Dirbêsiyê, Amûdê û deverên din xwe qeyd bikin. Ev qeyd ji bo amadebûna vegera me ser mal, milk û axa xwe, bi awayekî rûmet û bi ewlehî tê kirin. Herwiha em wek komîte soz didin ku her tiştê ji destê me derkeve ji bo xizmeta xelkê Serêkaniyê, em ê bikin. Dema me bi çavên xwe dît ku çawa xelkê me yê Efrînê vegeriyan ser mal û milkên xwe û li erebeyan siwar hatin. Ev dîmen ji me re hêvîyek mezin çêkir. Em wek xelkê Serêkaniyê jî bi hisreta wê rojê dijîn, roja ku em jî dîsa vegerin ser mal û warê xwe û ser axa xwe. Em bi gelê xwe yê Efrînê re hestek hevpar hildigirin, ji ber ku me jî êşa koçberiyê dîtiye. Gotinek heye ku dibêje: “Kes êşa xwedî nizane, ji xwediyê êşê pê ve.” Bi vê hêviyê em dijîn ku rojekê nêzîk ev roj pêk bê û hemû koçber dîsa vegerin ser ax û mal xwe bi rûmet û azadiyê.”
‘Vegera malê wê hemû êşên salên koçberiyê bide jibîrkirin’
Dilo axaftina xwe wiha bidawî kir: “Êşa koçberan gelekî giran e. Ji aliyê tenduristiyê ve gelek zehmetî hene û di warê xizmetguzariyê de jî kêmasîyên mezin hene. Ji ber ku kamp bi awayekî bingehîn nehatiye amadekirin, tu binesazî û bingehên jiyanê jêr nehatiye danîn, tenê kon hene û mirov di wan de dijîn. Bi vî awayî jiyan pir zehmet e. Bi taybetî di aliyê tenduristiyê de xelk gelek zor û zehmetiyan dibînin. Tevî ku Kampa Holê û Erşa berê ew jî ne fermî hatibûn qebûlkirin, li 72 rêxistin tê de dixebitîn, lê ya Serêkaniyê tenê 3 rêxistinên xwecihî ne, yek du jê jî ne hikumî ne, lewra zimeta wê jî pir lewaz û kêm bû. Di nav wan de Heyva Sor a Kurd û ERS jî xalên tenduristiyê hebûn. Lê bi giştî di kampê de nêzîkî 15 hezar kes dijîn û tenê du xalên tenduristiyê hene, ev jî bi tu awayî têr nake. Di nav koçberan de nexweşiyên giran, wekî pençeşêrê, jî hene. Herwiha gelek zarokên biçûk hene. Nêzîkî 7 hezar zarok di kampê de dijîn û ew zarok pêdiviya wan bi baldariya tenduristî, baldariya malbatê, xwendin û gelek tiştên din heye. Lê mixabin ev hemû xizmet di kampê de gelek lewaz in. Ji ber vê yekê rewşa koçberên Serêkaniyê di hundirê kampê de gelek zehmet e. Ew kesên ku li derveyî kampê di malan de dijîn de jî bi pirsgirêkên mezin re rûbirû ne, kirêya malan bi dolar tê xwestin û xwediyên malan jî her çend mehan carekê kirêyê bilindtir dikin. Lê koçber nikarin ev pereyên bilind bidin û ji ber vê yekê gelek caran bêçar dibin ku ji malan derkevin. Mixabin, heta niha jî koçberên Serêkaniyê gelek zehmetiyan di mijara kiryên malan de dikşînin. Derfetên kar ji wan re gelek kêm bûn, ji ber ew hewcedarî kar bûn ku rêveberîyan yan jî kesên din ji wan re kar bidîtana, lê ev yek nebû. Dîsa jî em bendewar in, lihevkirin her serî û vegerin malên xwe, ji ber ku dema ku em her cih û warê xwe, em zor û zehmetiyên 7 salên koçberiyê ji bîr bikin û wekî ku em nû ji dayikên xwe re çêdibin.”
Hêjayî gotinê ye ku tê payînkirin wê rêya Serêkaniyê û Girê Spî were vekirin, koçberên van bajaran bi awayekî rûmet û ewle vegerin warên xwe.






