Esma Mistefa
Beşdariya jinan di dîplomasiyê de di dehsalên dawî de li çaraliyê cîhanê hêdî hêdî zêde dibe, lê serjimar nîşan didin ku jin hîn jî di pozîsyonên dîplomatîk ên bilind de, nemaze wekî balyoz an nûnerên daîmî yên rêxistinên navneteweyî, ji mêran pir kêmtir temsîl dibin. Ev valahî li Rojhilata Navîn jî, hîn bêtir diyar e.
Di Rojhilata Navîn de beşdarbûna jin di xebatê dîplomasî de
Beşdariya jinan di xebata dîplomatîk de li Rojhilata Navîn di dehsalên dawî de, di nav veguherînên siyasî û civakî yên bilez ên ku li welatên herêmê diqewimin, pêşkeftinek berbiçav dîtiye. Jinan dest bi cihgirtina cihên girîng di wezaretên karên derve û mîsyonên dîplomatîk de kirine, û kesayetiyên jin ên navdar derketine holê ku di temsîlkirina welatên xwe de li ser sehneya navneteweyî rolên bi bandor lîstine. Di vê sergotinê de hêjaye ku em balê bikşînin ser yek ji wan mînakên hêjayî bîrxistinê ye di Rojhilata Navîn de û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku bi pêşengtiya jinan di hemû faktorên civakê de, bûne mînakên birêvebirina xebatên dîplomasî, siyasî, civakî û leşkerî. Lêbelê, di welatên Rojhilata Navîn de rêya jinan ber bi gihîştina cihên rêveberiya payebilind di karûbarên dîplomatîk de hîn jî bi hin astengiyan re rûbirû ye. Lê ger em lêkolîn bikin jêder didin diyar kirin ku hebûna jin di xebatên dîplomasî de di van çend salên dawiyê de hinekê pêş ketiye, li gorî demên berê.
Bi nêrandineke navnetewî
Jin di dîplomasiya navneteweyî de roleke girîng dilîzin, hebûna wan beşdarî pêşxistina pirrengiyê, avakirina baweriyê û balkişandina ser mijarên aştî û ewlehiyê dibe, bi vî awayî aliyek mirovî ya berfireh li têkiliyên navneteweyî zêde dike. Lêkolîn nîşan didin ku hêzdarkirina jinan di vî warî de êdî ne tenê daxwazek navneteweyî ye, lê belê nêzîkatiyek stratejîk e ji bo çareserkirina nakokiyan bi awayên bê pevçûn û bidestxistina pêşveçûnek domdar. Di asta navnetewî de roja 24’ê Hezîranê roja cîhanî ya xebatê jin di dîplomasiyê de hatiye diyar kirin.
Di vê navberê de mirov dikare hebûna jin di xebatên dîplomasî de weke hebûneke dadmend di çareserkirin, avakirin û xurtkirina têkiliyan her wiha avakirina atmosfereke ji aştî û aramiyê di xebatê de, bide tekezkirin. Di roja îro de di asta navnetewî de kes nikare hebûn û serkeftina jin di vê warî de tune bihesibîne.
Pêşketineke girîng di beşdarbûnê de… jina Kurd mînaka herî wetedar e
Berê, dîplomasî li Rojhilata Navîn qadeke hema bêje bi tevahî ji aliyê mêran ve dihat birêvebirin. Lêbelê, di salên dawî de ev rastî hêdî hêdî guherî ye, û hejmareke zêde ya jinan tevlî wezaretên karên derve dibin an jî di balyozxane û mîsyonên navneteweyî de cihên dîplomatîk digirin.
Di vê beşê de gelek mînak û modelên jin derketine holê. Lê ev yek ger em lêkolîn bikin wê tenê çend mînakên ji dewletên Erebistana Siudiyê, Îmarat û çend welatên li derdor bidin xuyakirin. Ema di sedsala 21’emîn de yên ku hebûna xwe di warê dîplomatîk de li ser asta Rojhilata Navîn cih girtine û ev xebat bi sekina xwe bi wate kirine; jina Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ango li Rojavayê Kurdistanê ku karîn ev xebat bi îdeolojiya Şoreşa Jinê ya ku ji 15 salan ve bi Aloziya Sûriyê re hatiye destpêkirin re, bi rengê jinê wetedartir kirin. Bi felsefe û bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan ya ku pêşengtiya ji vê felsefê re kiriye, jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe perwerde kirin û bûn pêşeng ji jinên pêkhateyên din re.
Jinên Kurd bi pêşketina geşedanan re ne tenê pêşengtî di qadên civakî de kirin, di Rojhilata Navîn de yekemîn jinên ku di xebatên siyasî, leşkerî û dîplomasî de di sedsala 21’mîn de bûn nava pergaleke zayendperest de karîn pêşengtiyê ji civakê re bikin; Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bûn. Îro em dibênin ku di asta herî jor de yek ji mînakan Birêz Îlham Ehmed, Fermandar Rohilat Efrîn, Fuza Yûsif û bi sedan jinên Kurd li çar aliyên Kurdistanê di asta Rojhilata Navîn de ku di qada leşkerî, siyasî û dîplomasî de cih digrin hene. Îlham Ehemed di Koşka spî de kiryarên ku li ser jin, zarok û gelê Kurd ji aliyê dijmin û komên çeteyan ve hatine kirin, belgekirin û dengê gelên bindest gihand raye giştî. Her wiha weke Hevseroka Têkiliyên Derve di Rêveriya Xweser de, di avakirina têkiliyan û danûstandin de bi hemû dewletên cîhanê û yên herêmî re, jina yekem bû.
Em çima dixwazin balê bikşînin ser van kesayetan, ji ber ku dema em lêkolîn dikin, dibe ku bi sedan ji jinên Rojhilata Navîn niha pêşengtiyê dikin û ked didin, lê tenê dewletên sermeyadar yên weke Erebistana Siudiyê, qetar û Îmarat tenê mînakan ji gel xwe derdixînin. Weke ku di Rojhilata Navîn de jin pir pêşketî bûye, sînorên civakî û pergalê li pêşiya wê nemane û jin dikare pir hêsan cihê xwe di xebatên dîplomasî de bigre, û mînaka wê jî welatê xwe dide!!
Beşdariya jinan di dîplomasiyê de di dehsalên dawî de li çaraliyê cîhanê hêdî hêdî zêde dibe, lê serjimar nîşan didin ku jin hîn jî di pozîsyonên dîplomatîk ên bilind de, nemaze wekî balyoz an nûnerên daîmî yên rêxistinên navneteweyî, ji mêran pir kêmtir temsîl dibin. Ev valahî li Rojhilata Navîn jî, hîn bêtir diyar e.
Rêjeya jinan di karên dîplomasiyê de li cîhanê
Raportên navneteweyî yên dawî nîşan didin ku jin hîn jî rêjeyek sînorkirî di postên dîplomatîk ên bilind de digirin. Li gorî nîşana (endeksa) “Jin di Dîplomasiyê de” ya 2025’an, jin tenê nêzîkî 22.5 ji sedî ji hemî balyoz an nûnerên daîmî yên cîhanê pêk tînin.
Daneyên din jî nîşan dan ku nêzîkî 21 ji sedî ji balyozên cîhanê jin in, ev tê vê wateyê ku nêzîkî çar-pênc cihên dîplomatîk ên bilind hîn jî ji hêla mêran ve têne girtin.
Ev hejmar nîşan didin ku pêşketin di warê bidestxistina wekheviya zayendî di karê dîplomatîk de hêdî pêşve diçe, tevî hewldanên navneteweyî ji bo pêşvebirina beşdariya jinan di siyaseta derve de.
Rêjeya beşdarbûna jinan di karûbarên dîplomatîk de li gorî herêmekê diguhere. Amar nîşan didin ku:
Amerîka: Nêzîkî 28–29 ji sedî ji balyozan jin in. Ewropa: Nêzîkî 27–29 ji sedî ji balyozan jin in. Afrîka: Bi qasî 20–22 ji sedî. – Asya: Nêzîkî 13–14 ji sedî. – Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê: tenê nêzîkî 10–11 ji sedî tenê jin temsîl dikin.
Ev hejmar nîşan didin ku herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di nav herêmên cîhanê de ye ku ji hêla jinan ve di karûbarên dîplomasiya bilind de di nav herêmên herî kêm de temsîl dike. Ev yek li gorî navînîya cîhanî kêm e, û ji sedî 10-11’ê balyozan derbas nabe.
Berevajî vê, hin welatan di dîplomasiyê de temsîliyeta jinan bi astên bilind bi dest xistine, û heta nêzîkî wekheviya zayendî bûne. Di nav van welatan de yên herî berbiçav ev in:
– Kanada: 53 ji sedî balyozan jin in. Siwêd ji sedî 51. Finlanda ji sedî 50. Kosta Rîka û newzîlanda: Ji 45 ji sedî zêdetire.
Ev welat di nav saziyên siyaseta derve de di polîtîkayên wekheviya zayendî de di nav yên herî pêşketî de ne.
Berevajî vê, hin welat hîn jî rêjeyên pir kêm ên temsîla jinan di xizmeta dîplomatîk de tomar dikin, û hin ji wan ji bo demek dirêj jinek jî wek balyoz tayîn nekirine. Di nav welatên ku hema hema temsîla jinan tune ye de ev hene:
Belarûsiya- Korîya Bakur- Togo- Fîjî. Li van welatan rêjeya jinan di postên balyozxaneyan de ji sedî 0 tomar kiriye.
Pirsgirêkên ku li pêşiya jin di Rojhilata Navîn de dibin bend çi ne?
Faktorên civakî û çandî
Li gelek civakên Rojhilata Navîn, ramanên kevneşopî yên li ser rola jinan di pêşengtiyê de hê didome, û siyaset û dîplomasî pir caran wekî warên ku ji hêla mêran ve serdest in têne dîtin. Ev perspektîf derfetên jinan ji bo gihîştina meqamên serokatiyê sînordar dike.
Derfetên sînorkirî di cihgirtina asta serokatiyê de
Dema ku jin di Wezareta Derve de dixebitin jî, ew pir caran ji ber tiştê ku jê re “banê cam” tê gotin (ango hebûna astengiyên nefermî yên ku rê li ber pêşveçûna wan digirin), nagihîjin pozîsyonên bilind ên wekî balyoz an nûnera daîmî.
Xwezaya karê dîplomatîk
Karê dîplomatîk pêdivî bi van tiştan heye: Geryana berdewam, xebata li welatên cuda, saetên xebatê yên dirêj.
Di hin civakan de, ev şert û merc ji ber berpirsiyariyên malbatî an jî astengiyên civakî ji bo jinan ne guncaw têne hesibandin.
Cudakarî û newekhevî di kar de
Li hin welatan, wergirtina kar û terfîkirin carinan li ser bingeha têkilî an jî berjewendiya civakî ne, ne tenê li ser bingeha jêhatîbûn û serkeftibê, ev yek dikare derfetên jinan ji bo ketina nav xebatên dîplomasiyê sînordar bike.
Di encamê de, dikare were gotin ku hebûna jinan di dîplomasiyê de li Rojhilata Navîn gav bi gav ber bi jor ve diçe, lê dîsa jî ji bo ku temsîliyeteke hevsengtir di navbera jin û mêran de di saziyên siyaseta derve de pêk were, pêdivî bi reformên zêdetir û polîtîkayên piştgir heye.






