Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Şoreşa Sûriyê ku di 2011’an de bi xwepêşandanên gel dest pê kir, veguherî yek ji mezintirîn krîzên siyasî û mirovî yên sedsala 21’an. Krîza Sûriyê hêj jî bandora xwe li ser herêma Rojhilata Navîn û cîhanê berdewam dike, ji ber daxwazên gel ên azadî, demokrasî û aştî hîn pêk nehatine.
Rejîma Esed, Sûriyê, gelê wê û şaristaniya wê ji bo xizmeta desthilata xwe bi kar dianîn û gendelî li welat belav kiribû. Lê Şoreşa Sûriyê ji bo rizgarkirina Sûriyê, xelkê wê û şaristaniya wê ji lepên dîktatoriya Esed di 15’ê Adara 2011’an dest pê kir.
Bûyera destpêkirina xwepêşandinan li Sûriyê
Gelê Sûriyê di 15’ê Adara 2011’ê de li hemberî polîtîkayên rejîma Esed dest bi xwepêşandanan kir. Xwepêşandanan li Derayê ya li başûrê Sûriyê dest pê kir û bi lez belavî herêmên din ên Sûriyê bûn. Li bajarê Himsê û gundewarên Şamê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin, lê hêzên rejîma Sûriyê tundî li xwepêşandêran kir. Di encamê de qurbanî çêbûn. Herwiha dema hêzên rejîmê ketin bajarê Himsê, qurbaniyên zêdetir çêbûn. Tevî ku ku komên çekdar li hemberî rejîma Esed pêş ketin û derbasî gelek bajarên Sûriyê bûn, rejîmê ji tirsa ku hêza wê hilweşe stratejî û planên xwe guhertin û giranî da bajarên stratejîk. Îranê jî ji bo piştevaniyê bide rejîma Esed, tevî Hizbullaha Lubnanê, komên şîe şandin Sûriyê. Lê ji ber pêşdeçûnên komên çete yên mîna Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê rewş tevlihev bû. Dewleta Tirk balafirgehên xwe ji bo pêşwazîkirina çeteyên ji welatên cuda yên cîhanê vekirin û ew derbasî Sûriyê kirin. Herwiha di sînorê wê de çek, desteka madî, manewî û tendustî ji bo çeteyên li Sûriyê dişandin. Îranê jî hêzên şîe anîn Sûriyê, da ku li kêleka rejîma Sûriyê şer bikin.
DAIŞ ket xeta aloziyê
Bi zêdebûna hatina çeteyên biyanî ji çar aliyên cîhanê re, çeteyên DAIŞ’ê di havîna 2014’an de, destpêkê bajarê Mûsilê yê Iraqê, deverên berfireh ên Sûriyê û Iraqê dagir kirin û di 29’ê Hezîranê de “paytexta xîlafetê” li bajarê Reqayê ragihand. Paşê jî piraniya Dêrazorê dagir kir, herwiha li beşên Heleb, Idlib, Hema, gundewarên Şamê û herêmên din ên Sûriyê an ku derdora nîvê erdnîgariya Sûriyê dagir kir. Di 2014’an de hêzên rejîma Sûriyê bi têkçûneke mezin re rûbirû man, komên çekdar û bi taybet Cebheta El Nusra rûberên berfireh ên Heleb, Idlib, Hema, Dera, Hums, Qûneytîrayê dagir kirin, hêzên rejîmê li bajarên sereke tenê man. Di encama van bûyeran de Rûsyayê destwerdan kir û di Tebaxa 2015’an de bi rejîmê re lihevkirinek îmze kir. Li gorî peymanê, hêzên leşkerî yên Rûsyayê dikarin baregeha Himêmîm her demê bêyî berdêl û heta demek ne diyar bi kar bînin. Di Îlona 2015’an de Rûsyayê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê xurttir kir.
YPG û YPJ’ê erka parastina girt ser milê xwe
Bi têkçûna hêzên hikumeta Şamê û vekişandina wan ji herêmên Sûriyê re, gelê wan herêman bi tenê li hember rêxistinên mîna DAIŞ û Cebhet El Nusrayê rûbirû hiştin. Li ser vê yekê gelê herêmê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. YPG û YPJ’ê erka parastina girt ser milê xwe. Rêveberiya DYA’yê, wêrekî û berxwedana YPJ û YPG’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dişopand. Piştî ragihandina avakirina Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, koalîsyonê desteka hewayî da YPG û YPJ’ê, bi taybet di cenga Kobanê ya sala 2014’an de. Ev destek bi avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re pêk hat. QSD, gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mîna Minbic, Reqa, Dêrazor ji çeteyên DAIŞ rizgar kir û rûxandina xîlafeta DAIŞ’ê ragihand.
8’ê Kanûnê rejîma Esed hilweşiya hikumeteke nû hat
Rûsya bi îdiaya çareserkirina aloziya Sûriyê 21 torên civînan li Astanayê hatin lidarxistin. Tora yekemîn 23’ê Çileya 2017’an dest pê kir. Lê armanc û encamên nîqaşên van civînên ku bêyî xwediyên aloziyê hatin lidarxistin, diyar bûn. Armanc ew bû ku lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê berdewam bikin û şerê li dijî projeya Rêveberiya Xweser were kirin. Di encamên lihevkirinên li Astanayê de dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, beşek ji gundewarên Idlib, Laziqiyê û Helebê dagir kirin. Li beramberî vê jî Rûsyayê hişt ku rejîma Esed deverên berfireh careke din bixe bin kontrola xwe. Di van civînan de komên çekdar li bakurê rojavayê Sûriyê, bi taybetî li Idlibê hatin komkirin. Van koman li hemberî hevalbendên xwe yên Astanayê derbe pêk anîn û rejîma Esed di 8’ê Kanûna 2024’an de hilweşandin.
Hikumeta nû krîz bidawî nekir aloztir kir
Zêde nîv sedsalek bi destê rejîma Baas sîstemeke navendî ya hişt li Sûriyê hat meşandin, destûryekî tenê aliyek dida pêş ew jî li gorî berjewendiyan. Cihrengiya Sûriyê hatibû fetisandin. Ziman ji bilî erebî nedihat bikaranîn. Lê bi hilweşîna rejîma Esed Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû. Ev qonax jî karîbû guhertinên baş bi xwe re bîne, lê di encamê de hikumeta demkî kiriyarên xerab bi xwe re anî ku di nava zêdeyî salekê de hemû rewş veguherandin şer, komkujî û krîzeke hîn kurtir. Lê gelê Sûriyê ji vê rewşê rawestiyayî ne, ji ber di hemû qadan de di nava pevçûn û krîzê de jiyan dikin, ew niha hêviya guhertinên ku wan bi salan dixwest dikin. Ne ku tenê navê hikumetê were guhertin û zihniyet jê xerabtir bê dûbarekirin. Rewş bi vî rengî dewam bike, dibe ku îhtîmala hilweşandina vê rejîmê jî ne dûr be. Lewra li gorî tê xwestin divê Sûriyê bê avakirin.
Şerê Sûriyê encamên xerab bo jiyana Sûriyan û welat anî
Her çendî şer di gelek deveran de kêm bûye, lê şert û mercên mirovahî hêj jî pir dijwar in. Krîza mirovahî û bandorên wê mezin bûn. Şerê Sûriyê bû sedema yek ji mezintirîn krîzên mirovahî yên cîhanê. Milyonan mirov penaberî welatên cîran bûn. Herwiha gelek bajar û gund hatin hilweşandin, aborî û jiyana rojane ya gelê Sûriyê bi awayekî mezin têkçû. Êdî Sûriyê li şûna şer û krîzê divê dest bi avakirinê bike, qonax û gel vê dixwazin.






