Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YPJ: Salih Muslim pîvanên welatparêziya rasteqîn e

12/03/2026
in JIN
A A
YPJ: Dem dema tolhildanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê diyar kir ku têkoşer Salih Muslim bi hemû hebûna xwe bû dengê heqîqeta gelê xwe û pîvanên welatparêziya rasteqîn.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji ber şehadeta endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê û hevserokê berê yê partiyê têkoşer Salih Muslim peyamek weşand.

Peyama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê wiha ye:

“Siyasetmedar, welatparêz û parêzvanê mafên gelê xwe Salih Muslim çû ser dilovaniya xwe. Îro ji bo me rojeke gelek xemgîn e. Em di serî de ji malbata birêz Salih Muslim û tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Tekoşîn û kesayeta Salih Muslim ji bo me bû pîvanên welatparêziya rasteqîn. Wî  her kêliya jiyana xwe bi fedakariyeke mezin kire bin xizmeta gelê xwe.  Salih Muslim ji bo şoreşa Rojava kedeke mezin da, bi ramanên Apoyî pêşengtiya civaka xwe kir. Mîrateyeke qedir bilind a tekoşînê li pey xwe hişt.

Ji bo bidestxistina jiyaneke azad ji salên destpêka tekoşîna azadiya Kurdistanê heta koça dawî kir jî xwedan sekneke jidil û fedakar bû. Di nava tekoşîna azadiya de bi tevî malbata xwe cih girt û bi kesayeta xwe ye zanist û xwedan rêbazê siyasî di nava civaka xwe de bû xwedî ciheke qedir bilind. Di warî siyasî û civakî de di asteke bilind de xwedî zanista rêveberina civakê bû. Di sîyaseta herêmê de xwedî nêrîn û analîzên berfireh bû. Salih Muslim bi fikir û felsefaya Apoyî  kesayeta ava kiri bû. Bi taybet jî di van demên dawî rûxmî rewşa xwe ye tendûrîstî jî ji bo azadiya gelê xwe yek kêlî jî ji xebatan qût nebû, herdem di nava civaka xwe dabû. Di hemû qadan de bi erkê mirovê azad rabû û tu car ji azadiya gelê xwe tawîz neda. Di nava Şoreşa Rojava de xwedî nasnameyên girîng bû; Salih Muslim bi qasî siyasetmedar bû, welatparêz bû, bavê Şehîd û şervanan bû. Salih Muslim bi hemû hebûna xwe bû dengê heqîqeta gelê xwe.

Werekî û sekna Salih Muslim, wê di demokrasî û azadiya gelê me bi destxistinê bibê pîvana tekoşîna jiyaneke azad û bi rûmet. Li hemberî azadîxwaziya jinê bi sekna xwe ye jiyanê rêzdariya xwe nîşanda û bû hevrêyeke rast ya jinan. Ji ber wê jî weke Yekîneyên Parastina Jin di kesayeta tekoşer Salih Muslim de pêkanîna xeyalên şehîdan, erka me ye sereke ye. Wê jiyan û keda Salih Mislim herdem di dil û bîra me de bide jiyîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.