Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘14’ê mihê şahiyên Newrozê dest pê dikin’

12/03/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘14’ê mihê şahiyên Newrozê dest pê dikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Hevserokê Meclisa Qamişlo Izedîn Gedo da diyarkirin ku ew ji 9’ê Adarê ve dest bi amadekariyên Cejina Newrozê kirin e û wiha got: “Em ê wek her sal Newrozê pîroz bikin”

Cejina Newrozê, cejneke çandî û dîrokî ye ku ji aliyê gelê kurd û gelek gelên din ên cîhanî ve her sal di 21’ê Adarê de li seranserî cîhanê tê pîrozkirin. Her sal di miha Adarê de nêzî Cejina Newrozê ji aliyê meclisan ve amadekarî ji bo wê rojê têne kirin. Niha jî di vê salê de Meclisa Qamişlo ji hemû alî ve amadekariyên Newrozê dike.

Di derbarê amadekariyên Cejina Newrozê de hevserokê Meclisa Qamişlo Izedîn Gedo ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji 14’ê mihê de em ê dest bi cejina xwe bikin’

Izedîn diyar kir ku ew dest bi amadekariyên Cejina Newrozê dikin û wiha got: “Em wek Meclisa Bajarê Qamişlo amadekariyên Cejina Newrozê dikin. Niha em li hemû kolanên bajarê Qamişlo ji bo nêzîkbûna cejina Newrozê bi alan dixemilînin. Ji 14’ê mihê de em ê dest bi cejina xwe bikin. Ji bo cejina Newrozê em ê ji milet re daxuyênin da ku dest bi cejinê bikin. Herwiha wê ji 14’ê mihê de her şev li cihekî taxên bajarê Qamişlo wê agirê Newrozê were gurkirin da ku milet cejina Newrozê bi kêfxweşî pêşwazî bike. Ji bo pêşwazîkirina Cejina Newrozê wê li hemû taxên bajarê Qamişlo şahî werin lidar xistin, 14’ê Adarê wê li taxa Cûdî, taxa Hilêliyê û gundê Tenûrî, Herwiha 15’ê Adarê li taxa Aşûriyê û gudê Girbawiyê, 17’ê Adarê li taxa Xerbî û taxa Enteriyê, 19’ê Adarê li taxa Kornîş û taxa Qdûrbek, 20’ê Adarê serdana goristana şehîdan wê were kirin û 21’ê Adarê Cejina Newrozê ye.”

‘Heya Cejina Newrozê wê amadekarî berdewam bin’

Gedo da xuyakirin ku wan du civîn li dar xistin û tê de amadekariyên Cejina Newrozê hatin plankirin: “Di vê demê de me du civîn ji bo amadekariyên Cejina Newrozê li dar xistin. Di civînê de daxwazên amadekariyan yên ku bêne kirin hatin gotin. Ji xwe wê şahiya Cejina Newrozê li Hîmo were lidarxistin. Heya Cejina Newrozê wê li Hîmo amadekarî berdewam bikin. Di şahiyê de wê gelek kom werin û bi stran û govendên xwe yên xweş pêşkêşî milet bikin. Di heman demê de jî wê gelek amadekariyên din ji bo roja Cejina Newrozê werin kirin.”

‘Em ê wek her sal Newrozê pîroz bikin’

Izedîn Gedo di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser roja Cejina Newrozê û wiha got: “Em ê Cejina Newrozê wek her sal pîroz bikin. Cejina Newrozê cejineke ku tevahî Kurd wê rojê pîroz dikin. Her tim Cejina Newrozê ji bo gelê Kurd rojeke nû ye. Ji xwe em niha di demeke pir nazik re derbas dibin û em dibêjin wê ev Newroz yekîtiya gelê Kurd be û herwiha azadiya gelê Kurd be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.