Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ji bo şehîd Salih Muslim

12/03/2026
in ROJEV
A A
Armanca Dewleta Tirk têkbirin Deskeftîyên Gelê Kurdistanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo şehîd Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand. KCK’ê got: “Ebû Welat ku bi Rêber Apo re di nava têkiliyeke nêz de hevrêtiyeke mînak pêk anî, xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kir esas.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya wefata şehîd Salih Muslim ku duh li Hewlêrê ji ber nexweşiya gurçîkê koça dawî kir, peyama sersaxiyê weşand. KCK’ê got: “Demokratê şoreşger ê hêja Salih Muslim ji ber nexweşiyê şehîd bû. Em ji malbata wî û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku hesreta wî pêk bînin.”

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Piştî ku PKK nas kir, 40 salan di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de cih girt. Bi naskirina Rêber Apo re bi rengekî çalak beşdarî têkoşînê bû û di pêşvebirina vê têkoşînê de kedeke mezin da. Bêguman têkoşîna xwe bi giranî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê meşand. Lê belê her tim bala xwe li ser têkoşîna azadiyê ya li 4 parçeyên Kurdistanê bû; bi her awayî xizmetên girîng kir. Hevrêyê me Ebû Welat ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bû. Li Erebistana Siûdî kar kir. Dema ku li Erebistana Siûdî dixebitî di heman demê de beşdarî karên Tevgera Azadiyê ya li nava Kurdên li wê derê bû. Piştî ku Tevgera Azadiyê nas kir, temenê xwe hemû da têkoşîna azadiyê. Ne tenê ew, tevahiya malbata wî tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bi vê sekn û vî karê xwe bû mînak ji hemû welatparêzan re. Hevjîn û zarokên wî jî bûn xebatkar û milîtanên çalak ên vê têkoşînê. Kurê wî Şervan li Girê Spî şehîd bû. Li gel têkoşîna siyasî li qada çapemenî-weşanê ya Tevgera Azadiyê jî xizmet kir. Ebû Welat ku ji bilî Kurdî herî kêm bi 3 zimanan zanî bû, parêzname û analîzên Rêber Apo bi Erebî wergerand û bi rol rabû ku fikrên Tevgera Azadiyê li nava gelên Ereb belav bibe.

Ebû Welat bi Rêber Apo re di nava têkiliyeke nêz de hevrêtiyeke mînak kir û di têkoşîna xwe de xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kir esas. Ji ber ku xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo hîn bû û di vê mijarê de timî xwe bi pêş ve dibir, di hewldanên xwe yên rêxistinî û têkoşîna siyasî de bi bandor bû. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji nêz ve şopand û di vê çarçoveyê de meşiya.

Salih Muslim kedeke mezin da Şoreşa Rojava. Yek ji nirxên moralê yên berxwedana Kobanê Salih Muslim bû. Dema ku qala Şoreşa Rojava bê kirin, hevrêyê me Salih Muslim wê her tim bê bîranîn. Salih Muslim ku di salên 1990’î de li êşkenceya rejîma Baas rast hat, armanceke xwe jî demokratîkbûna Sûriyeyê bû. Şoreşa Rojava û demokratîkbûna Sûriyeyê her tim bi hev re didît û dinirxand. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn a li ser xeta Neteweya Demokratîk gelekî hewl da. Di vê mijarê de ji bo pratîkkirina xeta Rêber Apo gelekî xebitî.

Ebû Welat ti carî nexweşiya xwe neda pêşiya kar. Ji bo wî ya girîng pêşveçûna têkoşînê û serketina armancan bû. Ji ber ku baweriya xwe pê hebû ku têkoşîn wê li ser xeta Rêber Apo tekez bi ser bikeve, heta nefesa xwe ya dawî li ser bingeha dilsoziya bi Rêber Apo re moralê xwe timî bilind kir. Zanîbû ku ev serketin wê di heman demê de serketina keda wî be, lewma her roja xwe bi coşa şoreşgerî derbas kir. Ev yek sekna fêhmkirina felsefeya têkoşînê û jiyana Rêber Apo ye.

Ebû Welat wê her tim weke demokratekî şoreşger ê gelparêz û dilnizm ê dilsozê Rêber Apo bê bîranîn. Hem li nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê hem jî li nava têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê wê bê bîranîn û di bilindkirina pîvana welatparêziyê de rola wî, wê ji niha û pê ve jî dewam bike.

Bila rehm li Salih Muslim be û bang li gelê xwe dikin ku di asteke bilind de beşdarî merasîma cenaze bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.