Dilîn Ehmed/Qamişlo
Dayîk û bavên dîlgirtiyan ev demeke li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo berdena zarokên xwe çalakiyan lidar dixin. Malbat bang sazî û rêxistinên parastina mafê microvan dike ku ji bo berdana zarokên wan erkê xwe pêk bînin.
Di encama êrişên hikumeta demikî ya Şamê li ser şervanên QSD’ê bi dehan şervan hatin dîl girtin. Malbatên girtiyan yên bajarê Qamişlo êşek dijwar li ser girtina zarokên xwe dijîn. Ew rojane derdikevin kolanên bajar bi silogan û bilindkirina wêneyên zarokên xwe, li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mafên mirovan daxwaza edalet û azadiyê dikin.

`Tenê dixwazim bizanim gelo ew baş e`
Farûq Feqe, bavê yek ji girtiyan e xemgîniya xwe ya li ser kurê xwe wiha anî ziman û got: “Ez tenê dixwazim bizanibim gelo rewşa wî baş e. Kurê min cara dawî ku bi min re axivî di 16`ê Mijdarê de bû û ji wê demê ve û heta niha ti agahiyê ser nizanim.”
Farûq tekez kir ku nediyarkirina rewşa kurê wî hestên bêçareyî û tirs di dilê malbatê de zêde dike, û got; “Em bang li hemî rayedarên têkildar û Neteweyên Yekbûyî dikin ku balê bikşînin ser doza me, çimkî van xortan ji bo parastina civakê canê xwe fedakirin. Hêviya me jî ew e ku, di zitûrîn dem de vegerin malên xwe. Daxwaza me ji civaka navneteweyî heye ku destwerdanê bike da ku rewşa dîlgirtiyên me zelal bikin û wan ji her binpêkirinê biparêze. Şervanên me ji bo parastina destkeftiyên şoreşê heta dawiyê li ber xwe dan

`Roj bi roj êşa me kûrtir dibe`
Herwiha dayîka bi navê Leyla Hesen, ku li ser rê rûniştiye, rû û çavên wê yên ku xemgînî wê nîşan didin, dayika girtiyekî li Dêr Hafer e. Wê behsa tirs û êşa ku ji dema bi vîdyoya xwe ya dawî re bi kurê xwe re axivî wiha got: “Kurê min ne amûreke ku ji bo danûstandinên siyasî were bikaranîn. Roj bi roja êş û tirsa me li ser kurê min û hemû hevalên wî zêdetir dibe. Em tenê dixwazin wî sax bibînin.”
Leyla wiha axaftinên xwe berdewam kir: “Em nikarin razên û ne jî bixwin. Ji kêliya ku ew hatiye girtin em dihizirin gelo rewşa kurê min çiye. Ez çareseriyên siyasî naxwazim, ez kurê xwe dixwazim.”

`Divê em li canfedayîya wan xwedî derkevin`
Li aliyekî din Fadiya Raxib Yasîn, ku wekî dayika hemû dîlgirtiyan xwe pênase kir diyar ku du kurên wê di eniyên şer de bûn wiha axivî: “Du kurên min di eniyên şer de bûn, yek ji wan ji eniyê vegeriya lê yê din dîlgirtî maye. Ev yek jî dibe sedema êşa me, lewra kurê min û hemû hevalên wî di nav destên mirovê bê wijdan dene. Daxwaza me vegera dîlgirtên me ne. Ji erkê me ye ku em li wan xwedî derkevin, lewra wan jî ji bo rê li ber qirkirinê bigirin xwe dane pêş, divê em jî wan ji destê wan zaliman rizgar bikin.”
Fadiya Raxib wiha dirêjî da axaftina xwe û got: “Em dixwazin çarenûsa zarokên xwe bizanibin, ewlehiya wan misoger bikin û rêyên danûstandina bi wan re vekin. Zarokên me ti sûc nekirin e. Tevî ku gelek rêkeftin li herêmê hatiye çêkirin hê jî zarokên me venegeriyane malên xwe.”
`Bêyî çareserkirina doza dîlgirtiya, dive ti rêkeftin pêk neyê`
Fadiya Raxib Yasîn bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em ne daxwaza dewlemendî û ne jî desthilatdariyê dikin, em tenê dixwazin ku zarokên me bi silametî vegerin malên xwe. Her roja ku derbas dibe êşa me wekî dê û bavan zêde dibe û dilê me dişewite. Gelo ma mafê wan tune ku ew jî piştî vê kedê bi rûmet di nava dostên xwe bijîn.”







