Esmihan Gedro /Qamişlo
Îro li bajarê Qamişlo karnameyên dibistanan ên werza yekemîn yên her sê qonaxan li xwendekaran hatin belav kirin. Li 115 dibistanan perwerdê dibînin, li her dibistanekê xwendekaran karnameyên xwe girtin.
Li bajarê Qamişlo xwendekaran karnameyên xwe ên werza yekemîn bidest xistin. ji ber koçberên Efrînê yên ku di 18`ê Çileyê de ji ber êrîşên dewleta Tirk û Hêza Hukmeta Demkî ve neçar man koçberî herêma Cizîrê bibin, xwendekarên ku di dibistanan de perwerde didîtin bê xwendin man. Ji ber ku xelkê ji Tebqa û Reqayê koçber bûn, di dibistanên ku xwendekaran lê perwerde didît bicih bûn. Niha jî li 101 dibistanên Qamişlo û gundewarê wî koçber hene.

Li dibistan Şerîf El-Redî ya Qamişlo 202 xwendekarên seretayî karnameyên xwe girtin. Di derbarê vê de jî Rêveberiya dibistana Şehîd Şerîf El-Redî Botan Hesaf ji Rojnameya me re axivî.
Botan Hesaf destîşan kir saleke zor û zehmet bû ji bo me û xwendekaran, ji ber rewşa aloz ya heremê koçberiya ku hat jiyîn kêmani ket perwerdê, lê rûxmê van zor û zehmetiyan jî xwendekaran asteke baş xwendina xwe de serkeftin. Em wek mamoste hertim di nav şopandina dibistanan de bûn. Îroj em li virin ji bo em bawernameyên xwendekaran belav bikin ya werza yekem.
Botan axaftin xwe wiha bidawî kir: “Em dixwazin koçberên me yên Efrînê vegerin, ji bo xwendekar jî bê perwerde nemînin û dest bi xwandinê bikin. Zehmetiyên ku hatine dîtin ji ber ku koçber di dibistan de bûn, ji bilî wê me tu zehmetî nedîn û ger di werza duyemîn de zehmetiyên çê bibin em ê weke mamoste û xwendekarên xwe van zehmetiyan derbas bikin. Di dawiyê de jî ez serkeftinê ji hemû xwendekaran re dixwazim û bawenameya wan ya vê salê li wan pîroz dikim.”







