Leyla Amûdê
Weke ku tê zanîn ji bo gelê Kurd meha Adarê xwedî, wateyeke cuda ye. Meha Adarê ji bo me weke netew xwedî destaneke dewlemend û pîroz e, ji xwe heyva biharê ye û ji bo netewa Kurd hêviya salek nû ye û ciyê qedirbilindiyê û buhabûnê ye. Heyva Adarê xwe bi rengê kesk, sor û zer dixemilîne û xwezayê jî bi xwe re geş û bedew dike. Gelê Kurdistanê di dîrokê de her gelekî bi gelên hawîrdor re dinava jiyaneke hevbeş û aşitiyane de bûye û her bi gelên derdora xwe re jî dinava têkiliyeke hevbeş, dostanî, hezkirin û hûrmet de bûye. Gelê Kurd li çar perçên Kurdistanê her bi dewletan re di nava hemahengiyê de bûye û herî zêde jî li Rojava û Sûriyê, hevkariya gelê Ereb kiriye û bê ferq û cûdayetî li hemberî hêzên derve mil bi mil şerê parastina welat kiriye. Netewa Kurd tevî gelên, herêmê welatê xwe parastiye û li dijî êrişkarên derve bi serbilindî şer kiriye û di şer de jî her mêrxas û cengawer bûne.
Gelê Kurd ku di nava çar dewletan de, hatiye perçekirin û di her perçeyekî de, bi desthilatên wî perçîr e, li hemberî êrişên derve û hundir şer kiriye û welat û sînorên wê parastiye. Li Sûriyê jî cardin gelê Kurd bi hevkarî parastina welat kiriye û li hemberî pergala Ferensî şer kiriye û heyanî salên 1960’î berxwedaneke pir mezin raber kiriye. Piştî ku mandeta Ferensî ji Sûriyê barkir, gelê Ereb jî bi pêşengtiya melek Şerîf Huseyîn, xwestiye ku teqlîda biyaniyan bike û hişmendiya Erebûnê pêşbixe û di serî de jî wê li ser gelê Kurd ê ku hevkarê xwe bûye, ferz bike û wan weke biyanî bibîne û cudakariyê li ser wan ferz bike. Herî zêde jî piştî avabûna partiya Baas vêya dike û em hemû jî dizanin ku pêşengê partiya baas û tesîskarê wê kesekî bi navê Mîşîl Efleq bûye ku bi koka xwe Mesîhî (Xaçperest bûye) lê cardin jî hişmendiya Erebûnê li ser gelê Suriyê ferz kiriye, bi taybet jî piştî avakirina partiya yek serwerî ya Baasê.
Dema ku gelê Kurd wê ferq û cûdayetiyê dibine, hestên xwe yên neteweyetî dikevin tevgerê û di xwazin ku xwe bi rêxistin bikin û mafê xwe bidest bixin. Lê mixabin Erebtiya ku teze bûye dewlet, qet derfeta ku Kurd bi rihetî xwe bi rêxistin bikin nade û bi tundî bi ser wan de tên û di encam de tevgera Kurd ya bi navê Komelgeha Xweybûn belav dibe. Ji xwe hevgirtin û famkirina Kurdên Rojava jî ewqasî, xwedî hêz û hevgirtî ne bûye û dewleta Sûriyê jî sixurên xwe di nava wan
de bicih kiribûn û gelek jî kesayetên pêşeng û şareza girtin. Piştî wan zextên siyasî û qedexekirina partiyên siyasî, partî û rêxistinên Kurd ên Rojava belav bûn û ên mayî jî pasîf û bêbandor bûn. Tevgera heyî ya ciwanên Kurd ên xwendevan bû. Û heyanî radeyekê jî li pêş bû, lê mixabin neqebûlkirina wan ji hev re û tundiya rejîma Baas ew belav kirin û di nava gelê Kurd ên Rojava de ji partî û rêxistinên Kurd bêbawerî hate çêkirin.
Dewleta Sûriyê jî gelek lîstok li ser wan pêkanîn û ketin tirsa pergala xwe û zextên mezin li ser tevgerên Kurd ên Rojava kirin û tevî ku Kurdên Rojava pir tiştên mezin, ji dewleta Sûriyê ya ciwan daxwaz nedikirin jî armancên Kurdên Rojava jî ew bû ku statoyeke gelê Kurd li Suriyê hebe û weke nasname were naskirin û mafê xwe weke Kurd ê çandî bidest bixe. Ya din jî ked û berxwedana wan a di şerê li dijî mandata Firensî we re dîtin û wekheviyek di destura welat de hebe. Û bi demê re siyaseta Erebkirinê û bişaftinê, hate kûr kirin û ziman û çanda Kurdan û nasnama wan hate înkarkirin û weke dijberî hukumeta nû ya komara Sûriyê, hatin hesabkirin. Her wiha bi hinceta ku gelê Kurd ji her du welatan weke Tirkiya û Sûriyê, di sînor dene û bi sedema ku wê xeterî ji wan çêbibe û wê li hemberî wan bibin yek li herêma Cizîrê-Elcezîra kemera Erebî çêkirin û jêre gotin xeta 10 yanî xeta parastinê û gelê Ereb xistin wan xetan de. Xetên sînorê Tirkiyê û Sûriyê de û ew xelk jî Erebên Başûrê Rey bûn, yanî ên çolê bûn ku niha jî em ji wan re dibêjin Şemerî.
Ji bo ku sînorê xwe biparêzin û nehêlin ku Kurd bibin yek. Di destpêkê de Kurdan qebûl nekirin ku Ereb ji çolê werin ciyê wan bigirin û xaka wan ya çandiniyê bigirin lê paşê dewletê destwerdan kir û bi darê zorê xelkên Ereb xistin nava Kurdan de û xaka Kurdan a axan dane Ereban. Bi van hincetan pergala Baas kesê pispor yê bi navê Mihemed Talîb Hîlal ku rayedarê giştî herêma Cizîrê bû, ev kes ji dewleta Sûryê re pêşnûmeyekê ji deh xalan peşkeş dike û ev pêşnûme têye qebûlkirin û dikeve meriyetê de. Ji xwe hemû xalên pêşnûmeyê niha ne mijara gotinê ne, lê tişta ku li vir were zanîn ku tektîkê wan ên ji deh xalan, dikevin meriyetê de û ewe ku siyaseta dewleta Sûriyê li hemberî Kurdan hîn tundtir dibe û zinara- kemera Erebî têye hunandin û derbasî meriyetê dibe. Ji xwe mihaciriya bi darê zorê jî li ser Kurdên xwedî erd, ferz dikin û wan dişînin nava gelê Ereb ji bo ku wan di warê çandî de asîmîle bikin. Hikûmeta Şamê di tebaxa sala 1962’an de biryara 93’an derxist ku ew jî serjimariyê çêbikin û bi rêya wê serjimariyê jî wê nasnama gelek Kurdan bi şewitînin û bibêjin ku ew Kurdên Tirkiyê ne û nasnama wan tûne ye yanî penaberin.
Di nava rojekê de biqasî 120 hezar kes hatin, tecrîdkirin û ji nasnameya biyanî hatin hesibandin. Serjimartin bi bahaneya ku ne niştecihên resen ên Sûriyê ne, ew zagon di sala 1970’an de hate piratîzekirin. Guhertinên demografiyê di erdnîgariya Rojava de hatin çêkirin. Heta roja îro jî ew erdên Kurdan di dest eşîrên Şemerên Ereb deye. Û siyaseta înkar û zordestiyê li ser Kurdên li Rojava bi destê partiya Baas hate meşandin. Wiha berdewam kir heyanî sala 2004’an de û heyanî ku Kurdan serîhildan û li hemberî pergala serdest derketin û doza mafê xwe kirin. Raperîna Qamişlo jî hinekî ev rewşa ku ji serdema binyadkirina Komara Erebî Sûrî de ku li ser gelê Kurd li Rojava hatibûye ferzkirin û gelê Kurd bi fikir û felsefa Rêber Apo şiyar bû xwe zana kir û rabû ser piyan û navê wê raperînê bû raperîna Qamişlo. Weke ku tê zanîn raperîn di 12’ê Adara 2004’an de li bajarê Qamişlo hate destpêkirin û raperîn jî bi hinceta goka lingan, di nava gelan de dewleta Sûriyê tevlihevî derxist û tîma Cîhadê ya bajarê Qamişlo û tîma El fitiwê ya bajarê Dêre zorê de çêbû.
Piştgirên tîma El fitiwê ku sîxorên rêjîma Baas bûn di nava wan de xwe bicih kiribûn û êrişî piştgiriyên tîma Cîhadê kirin. Di encamê de 3 ciwanên Kurd di 13’ê Adarê de hatin şehîdkirin. Paşê dema ku gel bi girseyî şehîdên xwe oxir dikirin, hêza ewlekariya Sûriyê komkujiyek pêk anîn. Di encam de 40 kes şehîd ketin û 500 birîndar bûn û bi hezaran, jî kes hatin girtin û gelek ji wan hatin wenda kirin. Ji ber vê yekê gelê Kurd li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê raperîn berfireh kirin û pir bi lez tevgeriyan û xwe birêxistin kirin. Ev yek hîşte ku serdestiya Sûriyê matmayî bimîne. Ew têghîştin û ruhê serîrakirinên li gel xelkên Kurd li Rojava, tirs xiste dilê pergala Baas de û gelê Kurd jî kire yek pare. Ji ber tebisandina ku li ser gelê Kurd li Rojava di wan 50’î salên dawiyê de, ne hêsan bû. Dewletê weke miriyan li wan kiribû, hew dikarîn bi zimanê xwe jî xeberdin û tirseke pir mezin ketibû dilê wan de. Lê raperîna Qamişlo hêz da wan û ew rakirin ser piyan.
Lê mixabin raperîn di demeke pir kurte weke hemû raperînên Kurdan hate tepsandin. Ji ber ku hema rabûn bû, nehatibû birêxistinkirin. Weke her carê gelek partiyên Kurdan xwe dûr xistin û raperîn jî belav bû. Gelek partiyan li dijî kolanên Kurdî kar kirin û raperîn bandor kirin. Lê belê tevî ku raperîna sala 2004’an heta tepisandin û belav bû jî li Rojava, lê ji hestê xwe yê netewî venegeriyan û pirsgirêka Kurd li Rojavayê Kurdistanê di navnetewî de hate naskirin. Tevî ku rêjîma Sûriyê digot ku Kurd li Suriyê tune ne jî, lê raperîna Qamişlo, careke din da îsbatkirin ku Kurd li Sûriyê hene û zindî ne. Gerek were zanîn ku wê raperînê zemînê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkir û weke ku têye zanîn li Sûriyê û Rojava Di sala 2012’an de û bi Şoreşa Rojava re pilan û pirosên pergala Baas a nijadperest û tinekirina Kurdan hemû vala derketin.
Tişta ku divê were zanîn ew e ku ne cara yekê ye ku li ser gelê Kurd komkujî têye pêkanîn û ya herî giring jî ew e ku em komkujiya li ser gelê xwe bi temamî rakin û dawiyê li wan komkujiyan bînin. Gelo em qala kîjan komkujiyan bikin û qala kîjanan nekin, ji ber ku em weke gel xwedî gelek komkujî ne û hîna jî komkujî li ser me têne ferzkirin û herî dawiyê jî careke din nijadperestên Ereb tevî Tirk û çeteyên wan xwestin ku komkujiyeke bêser û ber li ser gelê Rojava ferz bikin. Lê careke din gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê rabûn ser piyan û li Kurdên Rojava, li vîn û rumeta xwe xwedî derketin û pêşiya komkujiyan girtin. Û herî sereke jî rola mezin a Rêber Apo û xwedîderketina li keda 53 salan a ji bo rakirina komkujiya li ser gelê Kurd ciyê hurmet, qedrdayîn û xwedî derketinê ye û gerek em weke 6 milyon Kurd zanibin ku em deyndarên Rêberê xwe ne.






