Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tehranê planeke êrişkar a xeternak çalak kiriye

11/03/2026
in CîHAN
A A
Tehranê planeke êrişkar a xeternak çalak kiriye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Piştî derketina Îranê ji şerekî hişk li dijî DYE’ê û Îsraîlê di sala borî de, rêberê bilind ê Îranê Elî Xamenî û serokên dezgehên leşkerî gihîştin wê encamê ku welat hewceyî guhertinek stratejîk a biryardar e.

Li gorî raporekê ku rojnameya Wall Street Journal belav kiriye, Tehranê planeke êrişkar a xeternak çalak kiriye ku armanca wê ya sereke ew e ku di rewşa kuştina serokên payebilind, di nav de serokê bilind bi xwe jî, mayîndetiya rejîmê misoger bike.

Berevajî rêbaza ku Îranê di du salên borî de şopandibû, ku li ser bersivên sînorkirî û rasterast ên li hember aliyê êrişkar hatiye avakirin. Tehran, li gorî vê stratejiya nû, berfirehkirina çarçoveya pevçûnê li herêmê pejirandiye, nemaze bi hedefgirtina welatên Kendava Erebî û têkbirina aboriya cîhanî, ji bo kêmkirina amadebûna serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo dirêjkirina şer an vegera pevçûnek nû di pêşerojê de.

Ev rêbaz çalakkirina tiştê ku wekî “parastina mozaîk” tê nasîn dihewîne, ew modelek parastinê ya nenavendî ye, rê dide fermandarên meydanî ku desthilatên fireh bigrin ji bo domandina şer her çend ew ji fermandariya navendî qut bibin jî.

Lêvegerek piştî şerê 12 rojan

Îranê ev stratejî piştî şerê 12 rojan yê li dijî Îsraîlê di Hizîrana borî de aktîv kir, piştî ku serokatiya Îranê gihîşt wê encamê ku rêbaza wê ya berê şaştiyeke stratejîk dihewîne.

Tevî ku xwe ji şerekî mezin xilas kir, ku di encamê de hejmareke mezin ji serkirdeyên leşkerî hatin kuştin û hin beşên ji bernameya wê ya nukleerî di bin kavilan de veşartin di heman demê de beşek mezin ji parastinên wê yên hewayî wêran kirin, ew di nav çerxek ji têkçûna dubarekirî ya bi Îsraîl û Dewletên Yekbûyî re asê maye, her carê qelstir û eşkeretir derdikeve holê, herwiha dijberên wê di hedefgirtina wê de wêrektir dibin.

Ji vir û pê ve, ji bo Tehranê eşkere bû ku berdewamiya bi rêbaza berê êdî ne mimkun e.

Peyam û hişyariyên ji bo welatên cîran

Nîşanên vê guhertinê ji meha Cotmehê ve dest pê kirin, dema ku rayedarên Îranî hişyarî dan ku her bersivek li hember êrişeke nû dê ne wekî yên berê be. Li gorî çavkaniyên rojnameyê yên di nav rayedarên Ereb de, Îranê peyamên taybet bi rêya kanalên dîplomatîk ji cîranên xwe re jî ragihand û diyar kir ku eger şer ji nû ve dest pê bike, ev welat dê li eniyên pêş bin.

Beriya gera dawî ya danûstandinên nûkleerî di meha Sibatê de, Elî Larîcanî, serokê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, bi rêya Omanê peyamek ji Dewletên Yekbûyî re da û diyar kir ku Tehran êdî wê bi awayekî êrişkar bersivê bide dema ku li dijî wê êriş bên destpêkirin.

Çavdêr dibînin ku yek ji sedemên vê guhertinê ew e ku di nav Îranê de baweriyek zêde dibe ku bersivên wê yên berê pir sembolîk û sînordar bûn.

Di vê çarçoveyê de, Trita Parsi, cîgira serokê Peymangeha Quincy li Washingtonê, got ku di nava rayedarên Îranî de hestek xurt heye ku Tehran di pevçûnên berê yên bi Îsraîl û Dewletên Yekbûyî re, bi awayekî sembolîk û sînordartir bersiv da. Lê zêde kir ku nêrîna niha ya Îranê li ser vê rastiyê ye ku heya ku hemû hîs nekin ku şer pir biha bû, ti agirbest nikare bidome.

Parastina mozaîkê

Îran girîngiya herî mezin dide mayîndebûnê, ji ber vê yekê modela “parastina mozaîk” ku cara yekem di sala 2005’an de hate ragihandin, çalak kiriye.

Ev yek li ser dersên ku ji operasyonên Amerîkî li Iraq, Efxanistan û Belqan herwiha ji şerê 2007’an di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hatine girtin, hatiye avakirin, ku tê de hêzên çekdar ên qelstir karîn bi wergirtina derbeyan û hedefgirtina xalên wan ên herî qels dijberên bihêztir westînin.

Pasdarên Şoreşa Îranê li 31 navendên fermandariyê belav bûne, yek ji bo paytextê û yek ji bo her 30 parêzgehan, ev yek dihêle ku ger serokatiya payebilind bê kuştin, desthilat bi lez were veguheztin.

Herwiha ev yekîne ji erdnîgariya Îranê sûd werdigirin û xweperwerde dikin, ku li navendên nifûsê û xetên sereke yên danûstendinê di kûrahiya welêt de belav bûne herwiha ji ber rêzeçiyayan her xetên dabînkirina tu hêzek dagirker ji bo êrişê hedef digre.

Wekî din rola hêzên Besîc jî heye, ew jî formasyoneke nîvleşkerî ye ku ji sed hezaran dilxwazan pêktê û li tax, bajar û mizgeftan hatiye bicihkirin, ev yek dihêle ku rêjîm her cûre nearamiya navxweyî kontrol bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.