Navend Nûçeyan
Li gorî hikumeta Lubnanê û li gorî daneyên kesên ku bi fermî li gel wê navên xwe qeyd kirine ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de, zêdetirî nîv milyon kes ji cih û warên xwe koçber bûne û 394 sivîl hatine kuştin.
Di nava êrişa berdewam a Îsraîlê ya li dijî Lubnanê de, ku heya niha şer di navebra Huzbullah û Îsraîlê de berdewam dike, berdevkê artêşa Îsraîlê fermanên valakirinê dide ku di nav de deverên berfireh û tevahiya gundên başûr û rojhilatê Lubnanê herwiha li taxên başûrê Beyrûtê. Ji ber vê yekê, hejmara kesên ku ji ber şerê di navbera Îsraîlê û Huzbullahê de koçber bûne zêde dibe. Di heman demê de hewldanên mezin têne kirin da ku aloziya koçberiyê ya ku zêde dibe çareser bikin. Hikumeta Lubnanê yekşemê di 8’ê Adarê de ragihand ku li gorî daneyên kesên ku bi fermî qeyd bûne, zêdetirî nîv milyon kes koçber bûne.
Hejmara koçberan a giştî gihaşt 517 hezarî
Wezîra Karûbarên Civakî ya Lubnanê Hanîn Elseyid di civîna xwe ya rojane ya çapemeniyê de diyar kir ku ji destpêka êrişa dawî ya Îsraîlê ya li ser Lubnanê ve hejmara giştî ya kesên koçber ên qeydkirî gihîştiye 517 hezarî. Lê zêde kir ku li gorî daneyên heta saet 5’ê êvarî roja yekşemê 117 hezar û 228 kesên koçber li 538 stargehên hikumetê bi cih bûne. Hêjayî gotinê ye ku li gorî texmînan hatiye nîşan dan ku bi sed hezaran kesên din hîn nehatine qeydkirin.
Ji ber êrişên li ser Lubnanê hejmara qurbaniyan gihîşt 394 kuştî
Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Rakan Nesr Eldîn roja yekşemê di 8’ê Adarê de diyar kir ku hejmara qurbaniyên êrişên asmanî yên Îsraîlê li ser Lubnanê gihîştiye 394 kesan, di nav wan de 83 zarok û 42 jin hene di heman demê de 1130 kesên din jî birîndar bûne. Wezîrê Tenduristiyê Rakan Nesredîn ragihand ku tîmên tenduristiyê jî bûn hedefa êrişan û di nava hefteyekê de 9 xebatkarên tenduristiyê hatin kuştin û êrişan bandor li ambûlansan jî kiriye di heman demê de ji ber rewşa heyî çend nexweşxane jî ji xizmetê derketine.
Hêjayî gotinê ye ku di 28’ê Sibatê de, şerê di navbera Îranê, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve dest pê kir, ku hêzên Amerîkî û Îsraîlê bi sedan cihên di hundirê Îranê de bombebaran kirin. Tehran jî bi hedefgirtina çend welatên Kendavê bersiv da û îdia kir ku li ser axa wan baregehên Amerîkî hene. Balafirên bêmirov û mûşekên Îranê li Iraq û Urdunê jî hedefgirtin. Piştî kuştina rêberê bilind ê olî yê Îranê Elî Xamineyî di êrişên Îsraîlê û DYA’yê de, Hizbullah li dijî Îsraîl û DYA’yê ket şer û eniya Lubnanê şer gur kir, mûşek û balafirên bêmirov avêtin Îsraîlê. Li hemberî vê yekê jî Îsraîlê êriş li dijî Lubnanê dan destpê kirin û ji roja Duşemê ya borî ve Îsraîlê bi pêlek êrişên asmanî li ser çend deverên başûrê Lubnanê herwiha li taxên başûrê Beyrûtê bersiv da.






