Navenda Nûçeyan
Di 11’ê Adara 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve komkujî li dijî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo hate kirin. Di vê êrişa hovane de hin ji xebatkar û welatiyên li şaredariyê şehîd bûn. Ev êriş bi armanca şikandina îradeya gelan û têkbirina Rêveberiya Xweser a ku nû hatibû ragihandin, pêkhat.
Her sal di roja 11’ê Adarê de, êş ji nû ve tê jiyîn û wêneyên komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şaredariya Qamişlo di sala 2014’an de ku tê de hin karmend û welatiyên şaredariyê şehîd bûn, vedigerin bîra mirov. Vê komkujiyê xemgînî û êşek mezin hişt ku heta niha jî baş nebûye. Kesên şahidiya wê kirine, herî zêde bandor bûne, ji ber ku dîtin ne wekî bihîstinê ye û ew sûc ji bo malbatên şehîdan çavkaniya êş û windahiyê ye, sûcdar hîn jî cezayê xwe yê adil negirtiye.
Karmend û sivîlên bêguneh bûn armanca êrişên terorîst
Di sibeha 11’ê Adara 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê li Şaredariya Qamişlo ku li Findeq Hedaya bû, komkujî pêkanîn. Di Findeqê de ofîsên xizmetê yên wê demê yên Şaredariya Navendî ya Qamişlo hebûn ku wê demê bi Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê ve girêdayî bû. Êriş ji aliyê sê xwekujên çeteyên DAIŞ’ê ve hat kirin ku kemberên teqemenî li xwe kiribûn. Di encama vê yekê de karmend û mêvanên şaredariyê, sivîlên bêguneh ku ji wan 5 jin bûn, hatin şehîdxistin û gelek jî birîndar bûn.
Bûyera komkujiya şaredariyê
Ofîsên şaredariyê wê rojê wekî her roj, wekî her carê, dixebitîn. Lê bi êrîşeke çekdarî ya komeke terorîstan a DAIŞ’ê matmayî man, ji ber çeteyên DAIŞ’ê berî ku debasî şaredariyê bibin, çavdêrê li ber derî şehîd xistin. Piştre derbasî şaredariyê bûn. Dema derbas dibin şehîd Fehed xwe dide pêşiya wan, da ku wan bigre, çeteyek xwe diteqîne û Fehed şehîd dikeve. Çeteyên DAIŞ`ê ketin avahiyê û destpêkê bi çekan xebatkarên şaredariyê kirin hedef, bombe avêtin odeyan û mayînên li ser xwe teqandin. Bandor û êşa vê komkujiyê hîn jî di dilê kesên ku şahidiya wê kirine, zindî ye. Şaredarî ne saziyeke leşkerî bû, saziyeke sivîl bû ku Kurd, Ereb û Suryan lê dixebitîn. Herwiha cara yekê bû ku çeteyên DAIŞ’ê saziyekê bi vî rengî dikirin hedef.
Êşa bûyera 11’ê Adarê heya roja tê jiyankirin
Di vê êrişa hovane de, Îbrehîm Ezîz ku di avakirina Şaredariya Qamişlo de xwedî kedeke mezin bû, Rewşen Mihemed Zekî, Fehed Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Mûrad, Emîna Bîlal, Ferhad Ebdulezîz Osman, Elaedîn Ebdulîllah, Awaz Mehmûd Mihemed û Helebçe Xelîl ku ducanî bû, şehîd bûn. 12 sal li ser komkujiya Şaredariya Qamişlo derbas dibin, lê heta niha jî êş û xemgîniya vê rojê di dilê endamên şaredariyê û gelê bajarê Qamişlo de weke roja bûyerê ye.
Têkçûna Rêveberiya Xweser armanca her êriş û planekê bû
Çi êrişên ku piştî damezrandina Rêveberiya Xweser hatin kirin, hemû bi yek armancê bûn, ew jî ku vê rêveberiyê hilweşîne û aramiya herêmê ya ku hatibû avakirin, têk bibe. Şer û êrişa herî dawî jî li herêmê rû da, dîsa ev yek piştrast kir ku her kes projeya Rêveberiya Xweser xerab bike. Di heman demê de çeteyên girêdayî Tirkiyê û hikumeta demkî, çeteyên DAIŞ’ê yên bi salan li gel rêveberiyê û QSD’ê girtîne ew berdan, di encamê de em dibînin îro roj ev çete çawa li Sûriyê zindî bûne û tevgera wan hêdî hêdî dibe mîna 2014’an. Ev yek ne tenê li ser gelê Sûriyê xeteriye, lê ji bo hemû cîhanê dîsa metirsî ava kiriye.
Komkujiya Şaredariyê her sal tê bîrxistin
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şaredarî her salê di 11’ê Adarê de xebatkarên xwe yên ku di komkujiyê de şehîd bûn, bi bîr tîne. Herwiha ziyareta gorên wan dikin û mûman pêdixin.






