Hemza Sêvo/ Qamişlo
Endamê DHNRKRK’ê Kemal Necim da zanîn ku Desteya Hevbeş pergaleke rêxistinî ya 5 yekîtiyên rewşenbîrî ya Kurd li Rojava ye û got, “Rewşenbîr ditirsin ku rêveberiyeke din were û saziyên çandî yên Kurdî paşguh bike. Eger çand û nasnameya Kurdî neyê qebûlkirin dê riyeke din a pişaftinê vebe.”
Di 7’ê Adarê de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî Dîdara Giştî li dar xistin.
Di 18’ê Adarê de jî nûnerên her 5 yekîtiyên nivîskar û rewşenbîran, li gorî encamên Dîdara Giştî civiyan. Herwiha di encama wê civînê de daxuyaniyeke nivîskî parve kirin. Ji bo rêxistinkirina karê saziyên eleqedar Desteya Hevbeş ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê (DHNRKRK) hate damezrandin. Armanca vê desteyê ew e ku bibe kesayeta nûner a nerînên hevbeş di qada çandî ya Kurdî de. Nexasim ji hêla çalakî û boneyên neteweyî û niştimanî di warê çanda Kurdî de ku nasname û ruhê gelê Kurd weke nûnerekî bibandor biparêze.
Piştî geşedanên dawî û guhertinên ku Rojava rastî wê rûbirû ma, hem jî îmzekirina peymana 29’ê Çile, êdî pirs di serê rewşenbîr û yekîtiyên rewşenbîr û nivîskaran de ava bû. Pirsa ku ew ê bikaribin di demê pêş de hem jî di çarçoveya peymanê de çawa tevbigerin, hate kirin.
Derbarê kar û xebata desteyê, hem jî erkdariya rewşenbîran li gorî rewşa heyî Desteya Hevbeş a Rewşenbîr û Nivîskarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, Kemal Necim ji rojnameya me re axivî.

‘Desteya Hevbeş pergaleke rêxistinî ya 5 yekîtiyên rewşenbîrî ye’
Kemal Necim diyar kir ku Desteya Hevbeş pergaleke rêxistinî ku nûnertiya 5 yekîtiyên rewşenbîrî dike û wiha got: “Dema ku em behsa girîngiya parstina qada rewşenbîrî û parastina nasnameya çandî ya gelê Kurd li Rojava dikin, bi taybet piştî guherînên mezin ên mehên dawiyê û girêdayî wan guherînan îmzekirina peymana 29`ê Adarê, em behsa mijareke ji mijara Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê mezintir dikin. Desteya Hevbeş halê hazir tenê pergaleke rêxistinî ye ku bi rêya wê 5 yekîtiyên rewşenbîran tîne ba hev û hewl didin hin karên hevbeş di nav xwe de bi rê ve bibin. Li Rojava ezmûneke kar û çalakiya çandî û wêjeyê ya Kurdî ya nêzî 15 salan heye, di van 15 salan de hewldanên mezin hatin kirin ku bandora pişaftin û qedexeya li ser ziman û çanda Kurdî hatibû ferzkirin were rakirin û derbas kirin. Ev xebat li aliyekî ji hêla dezgehên çandî yên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser ve, li aliyekî jî ji hêla bi dehan, dezgeh, sazî, yekîtî û komeleyên çandî û wêjeyê û yên zimanê Kurdî ve hatin kirin. Ev saziyê çandî bi awayekî hevbeş qada çalakiya rewşenbîrî û çandî, herwiha qada nivîsandin, dahênan û weşana bi zimanê Kurdî pêş xistin û parastin.”
‘Rewşenbîr ditirsin ku rêveberiyeke din were û saziyên çandî paşguh bike’
Necim destnîşan kir ku rewşenbîr ditirsin ku rêveberiyeke nû were û saziyên çandî werin paşguhkirin û wiha domand: “Niha di rewşa heyî de, her çiqas hîna rewş şêlo ye û tevlihev e jî, lê rewşenbîr û qada rewşenbîrî nikarin tirsên xwe veşêrin. Berî her tiştî ji wê yekî ditirsin ku rêvebriyeke ku dê nû were avakirin vê qadê û van saziyan paşguh bike ku niha heme bêje hin nîşanên wê xuyan dikin. Dibe ku rêveberiya nû li dû kar û barên rêvebirinê, aborî, xizmetguzariyê bikeve û guh nede qada çandî. Ji ber tê zanîn ku saziyê sivîl her çiqas çalak bin, bê piştgirî û alîkariya saziyê rêveberiyê dê nikaribin çalakiyeke rewşebîrî ya bi bandor bi rê ve bibin. Li aliyekî din, rewşenbîrên Kurd wê hesabê dikin ku çanda navendî, ango çanda peytextê siya xwe berde ser çanda deverên dûrî navendê û wê têxe bin bandora xwe ya giran. Bi taybet ku pir rewşenbîrên Kurd di encama siyasetên bişaftinê yên rejîma berê de, berê xwe dan nivîsandina bi zimanê Erebî. Eger ku li herêmê Kurdî çalakiyeke rewşebîrî ya Kurdî ya bi hêz neyê avakirin, dê gelek rewşenbîr dîse berê xwe bibin çanda serdest, çanda navendê, ango ziman û çanda Erebî. Li vir dîse rola girîng a yekitiyên rewşenbîran derdikeve holê ku karibin hêza xwe bikin yek û fişarê li rêveberiya nû bikin ku guh bide çalakiya çand û wêjeya bi zimanê Kurdî. Rola rewşenbîran û saziyên rewşenbîrî wê ne tenê ew be ku daxwaza piştgiriyê bikin, lê tê weke hêzeke civakî ya bi bandor têkevin nava qada têkoşîna ji bo bidestxistina mafan.”
‘Eger çand û nasnameya Kurdî neyê qebûlkirin dê riyeke din a pişaftinê vebe’
Kemal anî ziman ku eger ziman, çand û nasnameya Kurdî di destûra bingehîn a Sûriyê de neyê çesipandin û naskirin, dê ev yek rêyeke din a siyaset e pişaftinê veke û wiha bi lêv kir: “Pişaftin ne tenê bi qedexeyan pêk tê, lê belê bi hin awayên din pêk tê. Dema ku system yan jî dewlet bi biryarnameyên şêlo nîşan dide ku ew mafê gelê Kurd ê çandî nas dike, lê wê naskirinê nake mafekî destûrî yê gelê Kurd, wê çaxê û rê li ber serdestiya çanda navendê dike, her wiha rê li ber windabûn, neman û pişaftina hemû çandê din ên li vî welatî dike. Lewma rewşa heyî qadeke berferh û demdirêj a têkoşîna ji bo nasname û mafên çandî hatiye vekirin. Di vê têkoşîna mafan de divê rewşenbîr karibin hêza bikin yek û bibin faktoreke bingehîn a guherîn û bidestxistina mafan. Di rewşa heyî de, piştî ezmûna zêdetirî 15 salan, pir diyar bû ku dabeşbûn, belavbûn û parçebûna yekitiyên rewşenbîran bûye sedema lawazî û qelsbûna qada rewşenbîrî, ev lawazî êdî pir diyar û xuya ye .Yekkirina yekitiyên çandî û rewşenbîrî dikare bibe stûnek bingehîn ji bo xurtkirina nasnameya neteweyî û çandî, û bihêzkirina hevgirtina civakî bi rêya çalakiyên hevbeş û hewildanên afirîner û parastina mîrateya çandî. Ev yekbûn dê bibe alîkar ku xebata çandî hîn bêhtir çalak bibe, danûstandina rewşenbîrî kûrtir bibe, û gotareke rewşenbîrî ya yekgirtî pêş bikeve.”
‘Ji bo parastina nasnameya çandî pêdivî bi xebata yekgirtî heye’
Endamê DHRNKRK’ê Kemal Necim tekez kir ku Ji bo parastina nasnameya çandî pêdivî bi xebata yekgirtî heye û wiha bi dawî kir: “Li gorî van geşedanên dawiyê, dê di demên pêş de roleke pir girîng bikeve ser milê rewşenbîran. Ji bo parastina nasnameya çandî ya gelê Kurd li Sûriyê pêdivî bi hewldanên yekgirtî heye, her wiha pêdivî bi gotareke rewşenbîrî ya resen û bi hêz heye ku karibe bi çandên civakên cuda yên Sûriyê re hemahengî û danûstandineke şaristanî pêk bîne. Ev hêza rewşenbîran a yekgirtî bê guman dê Desteya Hevbeş be, lê li şûna wê niha ji her demê bêhtir pêdiviya nivîskar û rewşenbîrên Kurd bi sazîbûneke yekgirtî, bi hêz û bi bandor heye. Lewma dem hatiye ku yekitiyên rewşenbîran bi wêrekî û vîn û biryar tevbigerin û bi rêya konreyekê yan civîneke berferh yekitiyeke tenê ya hemû nivîskar û rewşenbîran ava bikin.”






