Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêvberê Daîreya Avê ya bajarê Qamişlo Mehmûd Mehmûd destnîşan kir ku bi armanca xurtkirina çavkaniyên avê projeyên berfireh yên kolandina bîran dabûn destpêkirin û got, “Tevî zehmetiyan daîre hewil dide ku pilanên xwe yên xizmetguzarî ji bo dabînkirina pêdiviyên gel, bi cih bîne.”
Bajarê Qamişlo di demên dawî de bi pirsgirêkên xizmetguzariyê yên zêde re rû bi rû ma bû, bi taybetî aloziya elektrîkê ji ber qutbûna elektrîkê a ku ji Bendava Firatê çêbûye. Vê yekê rasterast bandor li ser sektorên girîng, bi taybetî sektora avê kiriye. Di bin van şert û mercên awarte de, Daîreya Avê xwe bi rastiyek dijwar re rû bi rû dît ku bersivek bilez û tedbîrên alternatîf yên hewce dike, bigre da ku dabînkirina domdar a avê ji gel re misoger bike.
Ligel van zehmetiyan, daîreyê rêze tedbîrên awarte û xebatên lênêrînê yên dijwar li ser stasyon û bîran da destpêkirin, ku xwe dispêre jeneratoran da ku bi berdewamî di nava xebitandinê de be û ji bo aramiya pêvajoya pompekirinê bidomîne. Di heman demê de daîreyê li ser pêşxistina projeyên stratejîk ên nû xebat da meşandin, bi armanca zêdekirina çavkaniyên avê û karîgeriya torê baş bikin, ji bo ku bi vî rengî domdariya xizmetê misoger bikin û hewcedariyên şêniyên li bajar û navendên koçberiyê bicîh bînin.
Derbarê vê mijarê rêveberiya Dayîreya Avê Mehmûd Mehmûd axivî.

Sererastkirina toreyên avê
Rêveberiya Dayîreya Avê Mehmûd Mehmûd destnîşan kir ku ji ber bûyerên dawî ku herêm tê de derbas bû zirar gihaşt sektora elktrîkê û wiha berdewam kir: “Di encamê de elktrîk li ser herêmê hat qutkirin ji ber ku ji Bendava Firatê hat qutkirin, vê yekê hişt ku rastiyeke nû ya xebitandinê li ser daîreya avê çêbike, bi rawestandina elktrîkê, bi awayekî rastersat daîreyê xwe sipart li ser jernetoran ji bo xebitandina stasyon û bîran.”
Mehmûd Mehmûd destnîşan kir ku 3’ê stasyonên sereke ku bi jeneratorên elektrîkê tên xebitandin hene û wiha anî ziman: “Sê stasyonên serke yên pompekirinê yên bi jeneratoran ve tên xebitandin hene, ji bilî 14 bîrên li aliyê taxên rojhilat ku bi deh jeneratoran ve têne xebitandin. Ji rojên destpêkê ve, tîmên teknîkî dest bi xebata lênêrînê ya berfireh kirin da ku amadebûna van jeneratoran û şiyana wan a li hember zexta xebitandinê ya domdar piştrast bikin. Daîreyê bi awayekî serkeftî pênc jeneratorên ku bîrên aliyê rojhilat dabîn dikirin, yek ji wan ji bo stasyona Ceqceq û yek jî ji bo stasyona Hilêliyê sererast kirin, bi vî awayî hejmara giştî ya jeneratorên ku hatin sererastkirin gihaşt heftan. Vê yekê hişt ku aramî di pêvajoya pompekirinê û berdewamiya xizmetê de çêbibe.
Sererastkirina pompeyên binavî
Wekî beşek ji başkirina amadebûna stasyonan, Daîreya Avê girîngiyeke taybetî da sererastkirina pompeyên binavî, ku stûna sereke ya pêvajoya derxistina avê ji bîran pêk tînin, di vê çarçoveyê de Mehmûd Mehmûd wiha anî ziman: “Tîmên lênêrînê di dema borî de karîbûn heşt pompeyên binavî sererast bikin, şeş ji wan li stasyona Hilêliyê û du li stasyona Ceqceq. Herwiha rêxistina Xaça Sor çar pompeyên binavî yên din li stasyona Hilêliyê guhert, wekî gavek ji bo piştgiriya hewildanên daîreya avê di heman demê de bû alîkar di zêdekirina karîgeriya pompkirinê de.
Girêdayî girûpên horizontal, neh girûp hatin sererastkirin, heft jê li stasyona Hilêliyê, yek li stasyona Iwêca ye û ya din li stasyona Ceqeq e. Ev kar û xebat bû alîkar di başkirina aramiya toreyê û kêmkirina qutbûyîna ji nişka ve yên dibe ku bandorê li gîhaştina avê ji bo taxên niştecihbûnê bikin.
Wekî beşek ji plana xwe ya lênêrîna rotîn û bersiva giliyan, daîreyê hewil da ku kêmasiyên di torên avê yên malan û yên sereke de çareser bike. Nêzîkî 32 xetên avê yên malan hatine sererastkirin, ji bilî lênêrîna 25 xetên sereke û şaxî. Wekî din 27 xetên şikestî an jî yên nehatine bikaranîn hatin rakirin, ji ber ku daxwaz an jî hewcedariyek rastîn ji bo berdewamiya xebitandina wan tune bû, ev yek bû alîkar di kêmkirina xerckirin û baştirkirina belavkirina avê.”
Rojane av li 80’ê navendên koçberiyê tê belavkirin
Mehmûd Mehmûd wiha berdewam kir: “Tîmên daîreyê, bi hevahengiya Daîreyên Jîngeh û Agirkujiyê û çar rêxistinên mirovî, erkê belavkirina avê bi rêya tankeran girtin ser xwe. 135 stargeh hene û nêzîkî 80 ji wan rojane bi rêkûpêk av werdigirin. Ev yek li gorî planeke belavkirina rojane têne kirin, da ku gihaştina avê ya dadperwer misoger bikin, bi berçavgirtina hejmara koçberan li her stargehekê, ji bo misogerkirina dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên gel.”
Ev tedbîr wekî beşek ji ji nû ve rêxistinkirina tora avê û bilindkirina karîgeriya wê tên, bi taybet di çarçoveya zexta zêde ya ji ber hejmara bilind a sûdmendan li hin taxan. Bi pêla koçberiya ku di dema dawî de çêbû, bi hezaran şêniyan berê xwe dan kantona Cizîrê, vê yekê hişt ku pêwistyeke bi lez ji bo peydakirina avê ji bo navendên koçberiyê çêbibe.
Projeyên kolandina bîran
Wekî beşek ji planên xwe yên stratejîk ji bo 2025 û 2026’an, Daîreya Avê projeyek kolandina bîrên berfireh da destpêkirin, bi armanca zêdekirina çavkaniyên avê û kêmkirina xwesipartina li ser torên ku ji ber xirabûn an qutbûna elektrîkê bandor bûne.
Mehmûd Mehmûd wiha anî ziman: “12 bîr hatine kolandin û bi temamî bi dawî bûne. Niha pompeyên binavî têne sazkirin da ku amadekariya aktîvkirina wan di rojên pêş de bikin. Şeş bîr li aliyê rojhilat hîn jî di bin çavdêriyê de ne, ji bilî du bîrên li stasyona Ceqceq, ku yek ji wan temam bûye û xebat ji bo temamkirina ya din jî berdewam dike.”
Tê payîn ku ev bîrên nû hevsengiya avê ya bajêr baştir dike û zexta li ser bîrên heyî, bi taybet di demên daxwaza zêde de sivik bikin.
Projeya jeneratorên yedek
Mehmûd Mehmûd diyar kir ku di nava pilanên sala 2026‘an de, Daîreya Avê li ser projeya dabînkirina şeş jeneratorên elktrîkê ji bo stasyona Hilêliyê kar dike, da ku bibe wekî yedekek istratîjîk dema qûtbûna elktrîkê û wiha domand: “Heya niha ev jenerator ne ketine dest me de, lê ew di nava pilanên vê salê de ne, armanca wê berdewamiya pomekirinê di rewşên awarte de ye herwiha kêmkirina demên qutbûyînê. Yek ji projeyên herî girîng ên ku niha di meriyetê de ne, projeya avakirina cihekî ku av lê kom dibe (Mûcemi) li stasyona Hilêliyê ye, ku kapasîteya wê 52 metrekup e. Girîngiya vê projeyê ew e ku ava bîran di nav rêzekê de berî ku were veguhestin ji bo depoyên sereke were berhevkirin.”
Rêveberiya Dayîreya Avê Mehmûd Mehmûd wiha bidawî kir: “Mekanîzma xebatê li ser wê yekê ye ku xetên berhevkirina bîran pêşî ber bi cihê kombûna avê ve werin veguhestin, piştre re jî avê ji wê ber bi sê tankên li stasyona Hilêliyê ve were belavkirin. Sûda sereke ya vê ciha kombûna avê ew e ku bêyî hewce bike ku av bi tevahî were qutkirin, karên lênêrînê werin kirin, ji ber ku beşek ji torê dikare were veqetandin û pompekirin dikare bi rêya cihê kombûyîna avê were berdewam kirin. Heta niha nêzîkî ji sedî 30 proje temam bûye û xebat bi awayekî lez berdewam dike da ku di zûtirîn dem de temam bibe, ji ber bandora wê ya rasterast li ser aramiya xizmetê û rêvebirineke çêtir.






