Ehmed Hesen
Di nava sîstema global a kapîtalîzmê de ya ku tê dîtin bi qasî ku talan û komkujî li Rojhilata Navîn firehtir dibin, ewqas jî deynê çekên ku di şeran de tên tecrûbekirin de zêde dibe, ev yek di şerên du sedsalên dawiyê de hatine meşandin bi eşkereyî hatin dîtin, îro jî bi gurkirina şerê di bin navê Bihara gelan de pêş ket û fireh bû ev rastî hate dubarekirin, ji civaka Efrîkayê bigire heta civaka Iraqê, ji civaka Okraynayê bigire heta civaka Yemenê, ji civaka Sudanê bigire heta ya Sûriye û Lubnanê em heman rastiyê dibînin, ew jî gurrkirina şerên etnîkî û mezhebî ye, bi qasî ku civak di nava şeran de dixeniqin, ewqas jî fînansa hêzên hegemonîk di nava nirx û karê zêde de melevaniya perezêdekirinê dikin. Di roja îro de rikberiya li ser belavkirin û zêdekirina çekên nûklerî di cîhana hêzên hegemondar de gelekî gihîştiye asta xeteriyê ku bikaranîna wan hemû cîhana me be erdê re bike yek. Di heman demê de çêkirina van çekan Ekolojîya cîhanê dixe metirsiyeke mezin. Di serî de Îsraîl ji bo ku dawî li tevgerên cîhadîst û Huzbillahê bîne bajar bi erdê re kirin yek, hewirdor talan kirin û bi hezaran kes kuştin, di heman demê de şerê li Okranyayê û Îranê kirîzên gaz, genim û petrolê li cîhanê gihandîye asta herî bilind. Ev yek di serî de dikeve xizmeta sîstema kapîtalîst a ku Îngilistan û Emerîka pêşengtiya wê dikin. Di nava vê kirîzê de jî civak tên qirkirin, bajar bi erdê re dibin yek û xeteriya dawîanina li jiyanê zêde dibe, ev hêzên bi çekan dagirtî li ser hesabên qirkirina gelan lêçûna çêkirina çekên xwe sax dikin, welatan difiroşin û sînorên hiqûqan li gorî xwe organîze dikin. Lewra jî gotina ku dibêje “di şeran de exlaq li aliyekî dimîne” pênaseya herî rast a rastiya roja îro ye. Yên ku rê dan Sedam Huseyin ku li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar bîne, heman ferasetê îro êrîşî Rojava kir, zarok qetil kirin û malên kurdan talan kirin. Lewra jî çendîn sîstem bên guhertin, ger feraseta qirker a li dijî civakan holokostan pêk tîne dubare bibe, hingê em nikarin behsa guhertinê bikin. Bi qasî ku li ser rûyê erdê hêza civakî ji hev du bikeve, ewqas pergala serdest girêkên kirîz û pirsgirêkan di nava civakê de firehtir dike. Di dîroka kirîza Sûriye de yê ku herî zêde bûye qurbanê hesabên navdewletî taybet Rusya, Emerîka û rêxistinên Terorîst ên DAÎŞ û Nûsrayê gelê Sûriye û pêkhateyên wê bûn, di bin navê şoreş û bihara ereban de destwerdanên herî mezin li ser xaka Sûriye hatin kirin û gel di qirkirinê re derbas bû, hem ji aliyê hêzên muxalif ve û ji aliyê rêjîma Esed a ketî de gel kirîz û şerên herî dijwar jiyan kir, a rast şoreşa ku gel pê rabibû ket bin berjewendiyên hêzên serdest û hegemondar. Di heman demê de di bin navê şerê terorê de rêjîmê û di heman demê de komên çete yên dewleta Tirk terorîzekirina herî mezin di derheqê gelê Sûriye de kirin. Ev hevkêşe wê yekê diyar dike ku di bin navên rewa de tunekirina civakan tê sepandin. Li vir a ku tê xwestin xurtkirina hêza civakî û redkirina zîhniyeta sîstemên qirker bi rêbazên siyasî, çandî û têkoşîna civakî ye. Hem zanebûna civakî ya îdeolojîk, hem jî yekgirtina wê ya hevpar dikare rê li ber qirkirina çandî û fîzîkî bigire û armanca qirkirinê têk bibin






