Hêvî Keleş/ Qamişlo
Geşedanên leşkerî di nûçeyên medyayê yên li ser bûyerên li Îran û herêmê de serdest in. Her çend gelek dezgeh êrîşên hewayî, êrîşên bi mûşekan, hejmarên qurbaniyan û windahiyên madî girîng dibînin jî, rewşa li ser erdê şert û mercên jiyanê hewceyê baldariyê ye.
Di 28’ê Sibata 2026”an de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê êrîşên leşkerî li dijî Îranê dest pê kirin. Îranê bi êrîşan li dijî Îsraîl, Sûriye, Urdun û welatên Kendavê, di nav de Behrêyn, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Kuweyt û Qeter, bersiv da. Di saetên serê sibê yên 1’ê Adarê de, medyaya dewleta Îranê mirina Xameneyî piştrast kir, tevî înkarkirinên berê. Li Îran her ku diçe rewş dijwartir dibe.
Lê tiştê ku çavdêrî û şopandina van rewşan dijwartir dike ne tenê rewşa ewlehiyê ye, ji ber ku qutbûna înternetê ya hema bêje temam li deverên mezin ên welêt pirsgirêkek mezin e ku pir caran rê li ber vê yekê digire.
Gişbûneke bêhempa
Tevî pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê yên ku Îran pê re rû bi rû ye, krîza aborî hîn jî faktora herî berbiçav di jiyana rojane ya welatiyên wê de ye. El Hura karî bi çavkaniyên ji hundirê welêt re têkilî dayne ku piştrast kirin ku tirs û fikara heyî ne tenê bi zêdebûna leşkerî ve girêdayî ye, lê di heman demê de bi lêçûna jiyanê ya her ku diçe xirabtir dibe jî ve girêdayî ye. Li gorî raporên Banka Navendî ya Îranê û Navenda Ihsaiyata Îranê, Rêjeya gişbûnê ya di Sibata 2026”an de gihîşt nêzîkî %68.1, asta herî bilind a ku di dehsalan de hatiye tomar kirin. Gişbûna bazirganiya mehane jî gihîşt %9.4, ku nîşan dide ku leza zêdebûna bihayan di demek kurt de xeternak e. Ev hejmar rewşek jiyanê ya pir dijwar nîşan didin, ku zêdebûna bihayan êdî gav bi gav çênabe lê bilez û pir caran ji nişka ve bûye.
Zêdebûnê bandor li piraniya kelûpelên bingehîn kir, nemaze kelûpelên xwarinê, ku barê herî mezin li ser malbatan pêk tînin. Bihayên xwarinê li gorî sala borî ji %110 zêdetir zêde bûne. Di heman demê de, buhayên nan û genim %142 zêde bûn. Bihayên goşt %117, şîr, penêr û berhemên hêkan %108, di heman demê de buhayên fêkiyan jî %113 zêde bûn. Rûnên nebatî yek ji zêdebûna herî zêde tomar kirin, gihîştin %207 û ew kirin nav kelûpelên ku herî zêde ji gişbûnê bandor bûne.
Ev gişbûna tûj bi awayekî eşkere hêza kirînê kêm kiriye, ji ber ku zêdebûna mûçeyan di salên 2025 û 2026”an de ji %45 derbas nebûye, ku ev di pratîkê de tê vê wateyê ku mûçeyên welatiyan beşek mezin ji nirxa xwe ya rastîn winda kirine. Di encamê de, gelek malbat neçar man ku xerckirina xwe kêm bikin, nemaze di warê xwarin û dermanan de û bi kêmtirîn pêdiviyên bingehîn têr bibin.
Astengiyên dabînkirin û enerjiyê
Ji bilî gişbûnê, êrîşên leşkerî yên dawî krîza aborî bi bandora li ser binesaziya petrol û lojîstîkê girantir kirine. Raportên medyaya Îranê destnîşan dikin ku zirar gihîştiye hin tesîsan, ku rasterast bandorê li operasyonên veguhastin û belavkirinê di nav welêt de dike. Vê yekê krîza dabînkirina petrolê hîn girantir kiriye. Li gelek bajaran qutbûna elektrîkê ya dubare çêbûye, digel rêzên dirêj li benzînxaneyan. Ji ber kêmbûna hilberînê û astengiyên di torên belavkirinê de, buhayê benzîn û gaza pijandinê jî zêde bûye, ku barekî din li ser welatiyan zêde kiriye.
Bazar, bi vî awayî, dest bi kêmbûna hin kelûpelên bingehîn kirine, wek rûnên nebatî, derman û hejmarek kelûpelên xwarinê, bi taybetî bi zêdebûna lêçûnên îstîradkirin re ji ber kêmbûna nirxa diravî û zêdebûna xetereyên têkildarî veguhastin û barkirinê. Her ku ev astengî berdewam dikin, fikarên li ser berfirehbûna cûdahiya di navbera dabînkirin û daxwazê de zêde dibin, ku dikare di mehên pêş de bihayan hîn bilindtir bike.
Xizanî û bêkarî zêde dibin
Li gorî raporên Îranê, di bin van şert û mercan de rêjeya bêkariyê di dawiya 2025”an û destpêka 2026”an de gihîştiye nêzîkî %7.8 ve. Her çend ev rêje li gorî hin welatên din kêm xuya bike jî, giraniya wê ji ber ku bi gişbûna bilind û kêmbûna hêza kirînê re hevdem e, ev tê vê wateyê ku beşek mezintir a nifûsê niha di xetereya xizaniyê de ye. Raport nîşan didin ku gişbûn di hin sektorên xwarinê de ji %100 derbas bûye, ev yek jî bûye sedem ku gelek malbat şêwazên xerckirina xwe bi awayekî berbiçav biguherînin, xwe bispêrin alternatîfên erzantir an jî hejmara xwarinên rojane kêm bikin. Dabînkirina derman jî bûye pirsgirêkek mezin, nemaze ji bo malbatên kêmdahat.
Krîzek kûr û kombûyî
Dikare were gotin ku krîza aborî ya li Îranê ne berhema zêdebûna leşkerî ya dawî ye, lê belê encama kombûna dirêj a dorpêçên navneteweyî, rêveberiya xirab a aborî û nehevsengiyên avahîsaziyê di aboriyê de ye. Lêbelê, lêçûnên leşkerî û aloziyên herêmî yên dawî bi têkbirina zincîrên dabînkirinê û zêdekirina lêçûnên hilberîn û hawirdekirinê beşdarî kûrkirina vê krîzê bûne.
Îro, welatiyên Îranî bi zextên giran re rû bi rû ne, gişbûna bazirganiyê, kêmbûna hin kelûpelan, astengiyên enerjiyê û kêmbûna dahata rastîn. Her çend pêşketinên leşkerî û siyasî berdewam bikin jî, bandorên aborî li ser jiyana rojane yên herî bi bandor dimînin û beşên mezin ên civakê li ber pirsgirêkên jiyanê yên bêhempa datînin.






