Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ê hewil bidin ku werzê duyemîn yê xwendinê veguherînin’

11/03/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Em ê hewil bidin ku werzê duyemîn yê xwendinê veguherînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Mamosteya şopandina zimanê Kurdî ya bajarê Qamişlo Esmehan Seado diyar kir ku li dibistanên Koçber ji wan derketine wê perwerdeya xwendekaran ya werzê duyemîn berdewam bikin.

Ev bû demek ku koçberên ji Tebiqa û Reqayê di dibistanên kantona Cizîrê bicih bûne. Ji ber wê li gelek bajaran dibistan hatin rawestandin û xwendekar dûrî mafê xwe yê xwendinê ketin. Lê piştî demekê li bajarên Amûdê, Hesekê û gundên derdora Qamişlo werzê duyemîn yê perwerdeyê hate destpêkirin. Niha jî li bajarê Qamişlo û Dêrikê mamoste hewil didin li hin dibisanên ku koçber ji wan derketine perwerdeya werzê duyemîn berdewam bikin.

Di derbarê mijarê de mamosteya şopandina zimanê Kurdî ya bajarê Qamişlo Esmehan Seado ji Rojnameya me re axivî.

‘Li gelek bajaran perwerde berdewame’

Esmehan di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser perwerdeya xwendekaran û wiha got: “Ev demeke ku koçber di dibistanên kantona Cizîrê de bicih bûne, ji ber vê yekê gelek xwendekar ji mafê xwe yê xwendinê dûr ketin. Lê belê heya niha bajarên weke Amûdê, Hesekê û gundên li derdora Qamişlo perwerdeya wan ya xwendinê berdewame. Lê tenê li bajarê Qamişlo û Dêrikê xwendekar ji ber derengmanîna koçberan di dibistanan de hîna dest bi perwerdeya xwe nekirine.

‘Wê li hin dibistanên Qamişlo û Dêrikê perwerde dest pê bike’

Esmehan da diyarkirin ku ew ê li hin dibistanên Qamişlo û Dêrikê dest bi perwerdeya xwendekaran bikin û wiha got: “Heya niha xwendekarên bajarên Qamişlo û Dêrikê dest bi werzê perwerdeyê yê duyemîn nekirine. Ji bo wê jî li dibistanên Qamişlo û Dêrikê em niha hewil didin ku xwendekaran kom bikin, da ku perwerdeya xwe ya werzê duyemîn berdewam bikin û dûrî xwendina xwe nekevin. Ji xwe li hin dibistanan wê dewam bibe du foc Yek sibehê û yek jî nîvro. Herwiha di rojevê de ye ku roja şemiyê jî bibe dewam da ku waneyên wan yên ku ev bû nêzî du mehan li wan çûne em ji wan re berdewam bikin.  Dibe ku em dewamê dirêj bikin da ku xwendekar pirtûka xwe ya werzê duyemîn bidawî bikin û tu astengî di dema pêş de li xwendekaran neyên kirin.”

‘Wêneyên ku li xwendekaran çûne em ê ji wan re vegerînin’

Esmehan Seado da zanîn ku heya karibin ew ê wêneyên ku li xwendekaran çûne vegerînin û wiha bidawî kir: “Ev rewşa ku em tê re derbas dibin xwendekar jî dizanin, ji ber wê xwendekar bi mamosteyên xwe re rojane serdana dibistanên xwe dikin. Di heman demê de jî bi mamosteyên xwe re alîkariyê bi koçberan re dikin. Em jî li gorî derfetan heta ku em karbin em ê hewil bidin ku ev waneyên li xwendekaran çûne ji wan re vegerînin. Da ku xwendekarên me ji mafê xwe yê xwendinê dûr nekevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.