Dilyar Cizîrî
Bi salane li herêma Rojhilata Navîn planeke guhertina bingehîn tê bi rê ve birin. Ev bi şerê kendavê û ketina rêjîma Sedam Huseyin a Kiwêtê re destpê kir. Îro bi êrişa Amerîka-Îsraîlê ya li dijî rêjîma Îranê berdewam dike. Di vê dema navborî de li Sûriyê, Îraq, Lubnan, Yemen, û hin welatên din ên Rojhilata Navîn guhertinên mezin çêdibin. Rêjîmên Baas li Sûriyê û Îraqê, rêjîma Lîbiya û ya Misr û her wekî din hatin ruxandin. Hemû guhertin bi plan pêk hatiye. Êrişa niha li dijî Îranê jî berdewama planê ye. Tişta bi serê van rêjîmên navborî hat jî wan heta kêliyên dawî jî ne dikarîn guhertinan li ser erdê pêk bînin. Nerîna xwe ya bi gelê xwe re ne dan guhertin.
Li Îranê jî tevî ev 13 roj in Amerîka û Îsraîlê bi awayekî berifreh êrişên xwe li dijî rêjîma Îranê didomîne. Elî Hamînaî jî di nav de gelek berpirs û lêderên Îranê bi derbeyên ezmanî hatine kuştin. Lê hîn jî rêjîma Îranê di siyastên xwe yên hindirîn de bi israr in. Rêjîma Beşara El Esed tevî bi salan şer li serasnerî welat rû da û bi sedhezaran kes hatin kuştin, bi milyonan koçber bûn û gelek hêzên derve destwerdan di xaka Sûriyê de kirin, di siyaseta xwe ya hundirîn de tu guhertin çênekir.
Rêjîma Îranê di vê dema rastî êrişan tê, çekên xwe li derdora xwe belav dike. Ji welatên Kendavê bigre û heta herêma Fedaral a Başûrê Kurdistanê bombebaran û topbaran dike. Di heman demê de li şûna bi gelê kurd û pêkhateyên din ên Îranê re bicivin û mijarên navxweyî yên Îranê çareser bike. Bersiva gelê Îranê bi topbaran, zordarî û darvekirinê dide. Êrişa wan li dijî baregehên Partî û tevgerên Kurd beşekî wê zihniyetê ye. Rêjîma Îran hîn ne gihiştiye wê baweriyê ku tekane riya xilasiya welat ji wêran û tundiyê demokrasî û çareseriya doza civakê ye.
Gelê Îranê beriya niha jî li dijî rêjîma Îranê bi diruşmeya “jin jiyane azadî” li dijî rêjîma îslamî ya Îranê serî rakirin û gelek xupêşandan lidarxistin. Niha jî her çendî Amerîka û Îsraîlê bi balafir û fûzayan bargeh, navend û çavkaniya aboriya rêjîmê bombebaran dike, bêyî eniyên hindir hilweşîna rêjîma Îranê ne mumkine. Di hindirê Îranê de hêza herî rêxistinkirî ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi wate ji bo hilweşîna rêjîma Îranê rêxistinên Kurdistanî yên hevgirtina xwe ragihandin, tekane riya guhertinê ye.
Ji ber wê jî me dît çend roj berê di medya Amerîka û hin welatên Ewropa de mijara gelê kurd pir xistin rojevê. Lê ji hevgirtina rêxistinên siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê tê xwestin di hindirê Rojhilat de zemîna guhertin û veguhertinan amade bike. Tişta heta niha diyar dibe jî wiha ye.
Ev baldarî û rêxistinkirina civakî û di heman demê de pêşxistina dîplomasiya xwe ya bi derve re pêşxistin di vê demê de pir girînge. Guhertina li Rojhilat û pêşketinên li wir dê yekser bandora xwe li ser Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê jî bike. Ji ber wê jî divê Kongereya Netewî ya Kurdistanê di zûtirîn dem de pêk were.






