Hemza Sêvo
Rojnamevan Kakşar Oremar da zanîn ku Trump dixwaze cîhanê bixe bin serweriya xwe û got, “Armancgirtina jêrînxaneya leşkerî li deverên Rojhilatê Kurdistanê nameyeke ku dibêje bila gelê Kurd li dijî rûxandina rêjîma Îranê amade bike. Îran lawaz bûye û ber bi têkçûnê ve diçe.”
Şerê Amerîka û Israîlê li ser Îranê rojeveke girîng a cîhanê ye, beşek ji vê rojevê jî rewşa gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ye, derbarê heman mijarê rojnamevan Kakşar Oremar bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
–Armanca șerê Israyil û Amrîkyayê li ser Îranê çi ye?

Armanca şerê Israîl û Amerîkayê yê li ser Îranê gelek aliyên xwe hene. Hem rûbera wê ya cîhanî heye di mijara enerjî û biloka heyî ya Çîn-Îran-Rûsiya, hem jî di aliyê herêmî de mijara hilberîna Uranyomê û mûşekên Balistî yên ku dûrahiya avêtina wan 2 hezar û 500 km e, di heman demê de destwerdana Îran li herêmê wekî Îraq, Lubnan û Sûriye, hem jî bihêzkirina hêzên alîgir ên Hemas, Huzbullah û Heşd Elşeibî. Ya din Îranê siyaseteke baş neda meşadin têkildarî wan bangên ku Amerîkayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li ser maseyê. Îranê nikarîbû bi rêbazên cuda xwe ji vî şerî xelas bike, kesê ku fitwe û biryar didan Xaminî bû, ew niha ji holê hate rakirin. Niha jî Amerîka û Israîl li benda wê yekê ne ku yê cihê Xaminî bigire, siyaseteke nerm li hemberî herêmê, Amerîka û Israîlê bimeşîne. Armanca din a bingehîn ku Trump dixwaze tevahiya dunyayê bixe bin serweriya xwe. Amerîka şerê aborî di danîna budceyan li ser gelek kelûpelan daye destpêkirin. Li hêla din Amerîka dixwaze Israîlê weke hêza yekem di Rojhilata Navîn de li dijî biloka ku pêşengtiya Islama Şîa dike, bide pêşandan. Em dizanin Amerîka yekemîn hêza serwer ku petrolê hildberîne Amerîka ye, çendîn nefta cîhanê di destê Amerîka de be jî, lê pêwîstiya wê bi hêza enerjiyê heye. Îran serwer e li ser Kendava Faris, zêdeyî 20 riyên aborî di wê kendavê re derbas dibin, Amerîka dixwaze destê xwe deyne ser wê kendavê. Li aliyê din Israîl dixwaze jêrxaneya Îranê ya leşkerî ji holê rake. Heman sînaryo ya ku Israîlê li Sûriyê pêkanî dema ku rêjîma Baas têkçû, dixwaze wiha li Îranê jî pêkbîne.
Kurd di vi şerî de li ku cihê xwe digrin û pêwîst e bi çi awayî rewşa heyî bixwînin?
Li nava komên opozisyonê û aliyên siyasî yên li Îranê, aliyê herî jeopolîtîk yê herî girîng ji bo rûxandina rêjîma Îranê gelê Kurd e. Di warê serjimariyê de Kurd piştî nifûsa Farisan tên, di heman demê de Rojhilatê Kurdistanê parçeya duyemîn e piştî Bakurê Kurdistanê tê hesbandin. Li Rojhilat 7 partiyên siyasî yên Kurdî hene, 5 partî ji wan berî ku şer rûbide, hevgirtineke xwe ava kirin, paşê partiya 6’an tevlî wê yekbûnê bû. Çi mela û xwediyên şaşikan bin an şah xwediyên tacan bin, ew dijî Kurdan yekhelwest in, wan gef li gelê Kurd kirin, ji ber vê yekê jî yekrêziya wan partiyan hat ragihandin. Di heman demê de ev yekîtî peyameke girîng ji bo Amrîka û Israîlê bû. Ji nava hêzên opozisyonê ku daxwaza otonomiya Kurdî dike, Partiya Mucahidînê Xelq e, ew û Seltene Telb dijî dewleta Îran a navendî ne û her du jî li dijî hev in, eger di dema pêş de rêjîm weşiya dibe ku nakokî di navbera her du aliyan de derkevin holê. Di dema heyî de hesasiyetên mezin li pêşiya Kurdan e, hem jî derfetên mezin jî li ber destê gelê Kurd li Îranê ye. Divê Kurd van derfetan bi durstî bi kar bînin û nebin leşkerê ser erdê li pêşiya Amerîka. Xebera dawî ew e ku Trump gotiye ezmanê Rojhilat biparêzin û em ê nehêlin dewleta Îran û yên din firînê tê de çêbikin, eger ev yek pêkwere wê Pêşmerge bi piştevaniya gel leşkerên Îranê têkbibin û rêjîmê birûxînin. Di vê dema dawiyê de bargehên leşkerî yên Îranê ku li herêmên Kurdî ne, bûn armanca êrişên Amerîka û Israîl. Ev nameyeke girîng e ku dibêje Kurdan xwe amade bikin, erka mezin di warê têkbirina rêjîma Îranê de li ser milê we ye.
–Sînaryoyên li pêşiya Îranê çi ne û wê rewșa heyî ber bi ku ve biçe?
Îran weke hikumet bi çi qîmetê be dixwaze hebûna xwe biparêze, lê di meydana leşkerî û siyasî dê çiqasî Amerîka û Israîl derfetê bidin Îran ne diyar e, em dibînin roj bi roj ew derfet ji bo Îranê lawaztir dibe. Bi demê re zexîreya çekan kêmtir dibe, ev şer nikare bidome ji ber rêgirtina riya enerjiyê, domandina şer jî xwesteka Israîlê ye. Niha du tişt di destê Îranê de ne, yek jê xetên bazirganiyê ya Kendava Hurmiz e, eger ew were girtin wê rewş ber bi xerabiyê ve biçe, ew ê Amerîka û Çîn jî zererê bibîne. Ya ku ew ê sûdê ji girtina Kendava Hurmiz bigire Rûsya ye. Tişta din ew e ku şensê Îranê di qada diplomatîk de heye, ew mafdar e bi riya VITO, Çîn û Rûsya ku UN li hemberî Amerîka û Israîlê bi kar bînin, lê em dibînin ku rola UN tuneye ji ber ku heta niha nikarîbû agirbestekê ragihîne. Niha rewşa Îranê gelekî lawaz e, dibe ku bi vê lawaziya xwe berdewam bike, eger dewletek veger wê dewleteke qels vegere û eger venegere, derfetek ji bo tevgera siyasî ya Kurd, bi taybet a Rojhilat û bi giştî ya Kurdistanê. Îran ber bi têkçûnê ve diçe, di warê civakî de fermiyeta wê de sifr e, di nava gel de dijberê hikumeta Îran gelek in, tevî ku niha şer e, welat wêran dibe, lê gel kêfxweş e ku wê ev rêjîm wê têkbiçe, ji ber ku civak di her warî de westiyaye. Di siberojê de dibe ku welatên derdorê destwerdanê di mijara Îranê de bike, bi taybet dewleta Tirk, lê eger Bakurê Kurdistanê li ser piyan be, ew ê destwerdana Tirkiyê kêmhêz be. Sê dîktator çûn yek ma, em ê binerin ew ê bi riya tevgera demokratîk ya Bakurê Kurdistanê dîktatorê çaran çawa biçe. Divê ji niha ve tevger pirojeya xwe û isteratîjiya xwe, hem jî kar û xebata ku wê were kirin li Bakurê Kurdistanê diyar bike.
Dibe ku pirsgirêk di navbera Kurd û Azeriyan de li herêmên Urmiye, Nexed, Xoy û hwd… derkevin gelo rêyên çareseriyê ji bo dûrxistina van pirsgirêkan çi ye?
Opizsyona Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê xwedî tecrubeyeke serhildanan a kevnar e û heza Kurdan ji dîrokê û partiyên siyasî hiştiye asta rewşenbîriya civakê bilindtir bibe berevajî ya Azeriyan. Xala din Azerî weke Şîe hevparên dewleta navendî ne, di nava Azeriya de, mijara netewî piştî mijara olî tê, Sefewiyan li Azerbîcanê mezhebê Şîe kirine mezhebê dewletê ji bo parastina sînorê dewleta Islamî, hewiha gelek ji wan bûn hevkarên dewleta navendî ya Îran. Di nava Azeriyan de partiyên siyasî tunene, eger hebin jî navê li ser kaxezê ne, gelekî bêhêz in û di nava xelkê Azerbîcanê de bê bêrol in, lê belê ew partî û kenalên wan di bin siyaseta dewleta Tirk de tevdigerin û dijîtiya gelê Kurd dikin, di heman demê de hin partiyên Azeriyan û kenalên wan ên ku dijî Kurdan dikin hene. Navenda nasyolîza Kurdî û serhildanên dîroka Rojhilata Kurdistanê Urmiyê ye, ji serhildana Kela Dimdim bigire heya ya Şêx Ubeydullahê Nehrî, Simkoyê Şikak, ya Qazî Muhemed û gelek serhildanên biçûk li wê herêmê çêbûne. Kurd di mêjûyê de ji Azeriyan bêtir xwedîtiyê li serhildan û pêşengên xwe dikin, di hemwextiya avabûna Komara Kurdistanê, hikumeta Azerbîcanê jî çêbû, tevî ku çend mehan piştî Komara Kurdistanê domand, Azerî çi caran hikumeta Azerî bi bîr nayînin û heta Cafer Pîşewerî wekî sîxurê Rûsyayê dibînin, lê Kurd piştî 80 salî ji Komara Mihabadê bi bîr tînin, di heman demê de Kurd hemû pêşengên xwe yên wekî Simkoyê Şikak, Dektor Qasimlo û hwd… rêberên pîroz bi nav dikin. Dewleta navendî ya Îranê hezkera şer bû, bi taybet li Nexedê şer derxistiye, dema ku cenayet li Nexedê dijî Kurdan cînayet pêkhat. Lê ema dîrok wê dubare nebe, Azerî wê nikarbin bi piştevaniya Tirkan di siberojê de êrişî Kurdan bikin, dibe ku nakokiyên biçûk û şer derkevin, lê bernameyên Kurdan ji bo diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan amade ne. Di nava Azeriyan de jî ev yek belavbûye ku Azerî dibêjin em pirsgirêkên xwe bi awayekî demokratîk çareser bikin ne bi şer.






