Faruq Sakık
Di 8’ê Adara 1985’an de li çiyayê Sason, li gundê Telor şerek qewimî û 8 gerîla şehîd bûn. Di nav wan de jinek jî hebû. Navê wê Adîfe bû..Bêrîvan bû..Ji bajarê Mûşê ji gundê Zengokê bû..Yekem gerîlaya jin ya wê heremê û xuşka min(FS) bû..
Her sal di 8’ê Adarê roja jinên cîhanê de behsa têkoşîna jinên kurd tê kirin. Disa hersal di têkoşîna jina kurd e behsa şehîdên salê 80’ê yî tê kirin. Navê Adife jî derbas dibe. Tesaduf ya Adîfe jî di 8’ê Adarê de şehîd bûbû.
Adîfe berî ku bibe Berîvan, li gundê xwe wek jinek kurd ya ji rêzê, di nav zeviyên Tutunê de di xebitî. Li ser Adife zilma malbatê û civakê hebû. Tu qedir qiymetek wê tunebû. Adîfe jî wek hemû jinên dinan bi qedera xwe razî bû. Li gundê wê jî wek her deverî, rolên cinsiyetperest yên li jin û mêr hatibûn barkirin hebûn. Ev yek bi xwe re, kodên koletî û serdestiyê dihewandin. Di vê jiyanê de cinsiyetparêzî jinê dixist pozîsyona koleyan. Lê dema ku di sala 1979’an de komek Apocî hatin gundê wê, ew roj heşê Adîfe jî hat serê wê.
Di nav vê komê de Haydar Karasûngûr hebû. Karasûngur di axaftinek xwe de behsa azadiya jinê û ramanên Rêber Apo yên derbar jinê de kiribû. Adîfe ji van axaftinan pirr bi bandor bûbû. Partiyek bi navê PKK’ê hatibû avakirin û di vê partiyê de behsa azadiya jinê hatibû kirin.
Adîfe, biryar da bibe Apocî û ji bo azadiya Kurdistan têbikoşe. Lê diviya di destpêkê jin azad be ku bikaribe ji bo azadiya Kurdistan têbikoşe. Gotinek rêber Apo hebû. Digot, “Jinek azad afirandin ji azadkirina welatekî zahmetir e.” Adîfe li gund di nav jinan de dest bi xebatan kir. Ji koma Apociyan çi agahî girt li nav jinan de belav kir. Navê wê êdî Adîfeya Apocî bû.
Roj hat êdî ji bo wê, ew dem bû. Êrişên dijmin jî destpêkirbûn. Banga rêber Apo jî hebû digot ‘dive jin werin di nav têkoşînê de çalak cîh bigirin û bibin gerîla’. Diviya Adîfe jî, biryarek bida. Di sala 1984’an de ji bo Adîfe salên gerîlatiyê û pêşerojek pirr zelal destpêkir. Li çiyayên Andokê azad û navê wê jî êdî Berîvan bû.
Li ser daxwaza rêber Apo, jinên kurdan wek Adîfe birêxistin dibûn û berê xwe didan nav refên gerîla. Dema xeberên ‘gerîlayên jin’ di nav civakê de belav di bûn, zîhniyeta zilam ya li dijî jinê jî jihevbelav di bû.
Di wan salan de li Kurdistan bingeha azadiya jinê, bi berxwedana Sakîneyan û bi şahadeta Adîfeyan hatibû avêtin. Li ser vê bingehê li rojava şoreş pêkhatibû û jin li eniya pêş cîh girtibûn. Artêşa Adîfeyan-YPJ dema li Kobanê destanek nû ya jinê nivisîn, cîhanê şahidî kir. Jin, li ser vê bingehê, îro li cîhanê ji têkoşîna jinan re pêşengtî dikin. Ew bûn sebeb ku îroj li gelek navendên cîhanê dengê “jin jiyan azadî” bilind dibe.
Dema Adîfe, di 8’ê Adar 1985’an de, di şer de şehîd ket, bi şahadeta xwe peyamek jî dabû jinên kurd. Digot; 8’ê Adarê bi rojek tenê nayê pîroz kirin. Dive jin 364 rojan têbikoşe û roja 365 jî pîroz bike. Vê peyamê jinên kurd girtibûn. Îroj li her deverî jinên kurd 364 rojan bênavber û bêsekin ji bo azadiya xwe û Kurdistan têdikoşin. Û di roja 365’an ango di 8’ê Adarê de dadikevin qadên pîrozbahiyan. Ew ro li qadan dengê jinên azad bilind dibe.






