Esma Misrefa
Berdevkê Dîplomasî ya PJAK’ê li Ewropayê Zagros Enderyarî da zanîn ku şerê tê kirin nakeve xizmeta tu gelê, şerê du dewletên navnetewî ye ku dixwazin bibin hegemon û got, “Koalisyona partiyên Kurdî hat avakirin, em hewil didin di çarçoveyeke demokratîk, nenavendî û Kurdistaneke xweser de xebatê bimeşînin û bi aliyên din re li hev bikin.”
Berdevkê dîplomasî ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK’ê Ewropayê Zagros Enderyarî, der barê geşedanên li Îranê û aliyên Kurdistanî de bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê him serhildana gel û him jî êrişên hêzên hegemon gihîştin hev. Gelo hûn rewşa ku ji du heyvan ve li Îranê tê jiyankirin çawa dixwînin û ger wiha berdewam bike wê encamên çawa bi xwe re derxîne?

Li Îranê her tim daxwaz û nerazîbûna gel ji bo jiyaneke baştir û welatekî demokratîk hatiye dîtin. Bi taybet di 50’î salên dawiyê de di nava sîstem û rêjîma heyî de jiyaneke pir zehmet him di aliyê siyasî û him jî civakî de hatiye jiyankrin. Ji ber wê car caran, di demên cuda û di parçeyên cuda de her tim serhildan hatine çêkirikirin. Lê belê piştî serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya 2022’an de êdî miletê Îranê bi yek dengî rabûn ser xwe û daxwaza rêveberiyeke baştir, demokratîktir û rêveberiyeke siyasî ku tê de bikaribin beşdar bibin. Me dît ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadî beriya çar salan çawa ji aliyê hikumetê ve hate bersiv dan. Bi hezaran kes Şehîd, girtî û hatin darvekirin her wiha bi hezaran gel û ciwan ji ber siyaseta girtinê ji mal û welatê xwe koçebr bûn.
Sala Borî heyanî meha 12’a careke din serhildanên gel hatin li darxistin, bi van serhildanan gel nerazîbûna xwe ya li hember Îranê nîşanda û deh, pazdeh rojan dirêj kir bi taybetî di roja 8-9’ê meha Çile de bi hezaran kes kuştin û qetlîamên gelek mezin di Îranê de hatin pêk anîn. Niha jî civakên li Îranê heman daxwaz û mafên xwe dixwezin, Îraneke hevgirtî, demokarîk û bi hev re jiyan bikin dixwazin. Lê belê me dît ku rêjîm îzna wê yekê nade.
Di vê şerê dawiyê de, şerê Îsraîl û Îranê rewş gelek zehmet kiriye. Niha mirov dikare bêje ji ber ku şer, zehmetî û di her alî de tengasî heye, serhildana gel nîne niha rewşa şer derketiye holê. Li gelek bajaran elektrîk, xwarin pêdiviyên jiyanê nîn in. ji ber wê yekê ez bawer nakim ku ev serhildan zû bighîne armancên xwe, lê ev gel heyanî gihîştina mafê xwe wê li ber xwe bidin. Lê divê ev liber çav bê girtin ku wê ev şer çawa bibe û bi çi encaman bidawî bibe, girîng e.
Bi hemdemiya aloziya ku di nava Îranê de tê jiyankirin, yekbûna partiyên Kurd hate kirin, hûn vê yekê çawa dinirxînin û heya kîjan astê dikare bibe aliyê çareseriyê û temsîlkirina gelê Kurd di nava siyaseta Îranê de?
Belê; ji bo hevgitina partiyên Kurdî û koalisyona di navber şeş partiyên siyasî yên li Rojhilat hatiye çêkirin de. Dema şoreşa Jin, Jiyan, Azadî hatiye rakirin, xwestekekî Kurdan hebû ku partiyên Kurda bibin yek. Ji dema Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de civaka Kurd pêşengtiyê ji hemû çalakî, tevger û rêxistinên civakî û siyasî yên di îranê de dike. ji bo wê xwestekekî di aliyê civakê de hebû ku hemû partî û parçeyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bibin yek, him pêşengtiyê ji civaka Rojhilat re bikin him jî ji civaka Îranê re.
Di van deman de hinek xwestek û karên hevbeş hatin kirin. Bi hev re daxuyanî didan bi hev re bangawaziya li gel hat kirin ku tevlî pêvajoya giştî bibin. Her wiha di destpêka 2025’an de mr komîsyonek li ser navê Navenda Diyaloga Partiyên Rojhilatî Kurdistan avakir, heft partiyên siyasî tê de cih girtin. Di navenda diyalogê de mirov dikarebêje Heft partiyên sereke û aktîv yê Rojhilat tê de cih girtin. Piştî ku navendê nêzî 11 mehan kar û xebat da meşandin. lihevkirinek hate kirin ku hevpeymaniyek di navbera hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bê çêkirin. Destpêkê pênc partî ji wan heft partiyan tevlî bûn, piştre partiyên din jî tevlî bûn. Niha koalisyon ji 6 partiyan pêk tê (Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK, Partiya Demokratî Kurdistan Îran PDK-Îran, Partiya Azadiya Kurdistan PAK, Partiya Xebat, Komeleya Şoreşgerên Îranê û Komeleya Zehmetkêşanê Kurdistanê-Îran) niha tenê yek partî derveyî koalisyonê maye ew jî Rêxistina Kurdistanî ya partiya Komunîst ya Îranê ye. Ev koalisyon ji bo ku em bikaribin ji bo demokratîkbûna Îranê, ji bo xwesertiya Rojhilatî Kurdistan ku em bi awayekî nenavendî û konfedral rêveberiya xwe avabikin, hatiye avakirin û xebat dike.
We di hevdîtineke xwe de anî bû ziman ku li Îranê gelê herî birêxistinkirî Kurd in, her ku Îran dikeve tengasiyê êrişî Kurdan dike. Gelo yekgirtina partî û gelê Kurd di Îranê de wê bibe sedema êrişan?
Di nava civaka Rojhilatê Kurdistanê de nêzî sed salî tê de rêxistinên siyasî û partî xwe birêxistin kirine daku bikaribin mafê xwe yê siyasî û civakî bi dest bixin. Bi derketina partiyên siyasî yên modern re ev yek berdewam kiriye. Herî kêm 50’î sal in li Rojhilatê Kurdistanê xebatekî siyasî û civakî bê navber tê meşandin. Li Rojhilatê Kurdistanê li gorî parçeyên Îranê him tevgerekî siyasî ya xutr heye him jî tevgerekî civakî ya birêxistinkirî heye. weke berfirehbûna rêxistina Kurdan, raste em dikarin bêjin ku yên herî birêxistinkirî ji parçeyên din yên Îranê ne. Tevgerekî siyasî ya zindî li wir heye û xwediyê xebatekî durûdirêj di nava siyaset û civakê de ye.
Bi taybet piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku bi pêşengtiya PJAK û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî pêş ket, em bûn mînak û pêşeng ji bo hemû gelê Îranê re. Ji wê demê ve ev taybetmendiya gelê Kurd ya ku dikarin pêşengtiyê ji bo hemû civaka Îranê bikin, zêde derket pêş. Her wiha bi hevgirtina koalisyon ku hatiye avakirin, tevgera siyasî ya Kurdî ya rizgarêxwaza gelê Kurd li Rojhilat bûye mînak ji netewên weke Belutç, Ereb û netewên ku ne faris in û li Îranê jiyan dikin ku ew jî dixwazin tevgerekî xwe ya siyasê çêbikin anku çêdikin lawaz in. Ji ber wê dixwazin di bin sîwaneke hevgirtî di Îranê de, bo avakirina Îraneke demokratîk nenavendî xebat bikin.
Weku tê dîtin rola herî pêşeng di vê demê de li ser PJAK’ê ye xebatê siyasî û dîplomasî ya ku ji aliyê we ve tê meşandin çi ne, pêşbîniyên we ji dem û geşedanên pêşerojê re çi ne?
Di nava partiyên Kurdan yên çêbûne de, PJAK di nava her heft partiyên li Rojhilatê Kurdistanê weke partiya herî gênc, nû û di milê îdeolojîk, siyasî û leşkerî de xwe di hundir civaka Rojhilat de xwebirêxistin kiriye. Û piştî Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî yaku fikre xwe ji PJAK’ê hatiye û di civakê Kurdistanê de deng veda û ev felsefe hêdî hêdî di nava civaka Îranê de belav bû û bandor kir. Bi giştî ez dikarin vê bêjim, lê bê Kurd guhertinên ber bi dermokrasiya Îranê ve mumkin nîne. Kurd pêşengê vê yekê ne û di nava Kurdan de PJAK’ê pêşengtiya vê yekê kiriye.
Do dawiyê de dixwazim viya bîjim; Ev koalisyona partiyên Kurdan yên ku hatiye avakirin, ev ne ji bo demeke kin anku ji bo bersivdana bûyerekî hatiye avakirin. Ev daxwaza gel û partiyên me bû ku bi sala ye xebat ji bo wê hatiye kirin. Ev ê heyanî ku serkeftin misoger dibe û komareke demokratîk tê avakirin wê derdewam bike. Piştî wê ev koalisyon bibe rêveberiya civakê ya siyasî. Me ev koalisyon ku em bibin perçeyek ji vî şerî ava nekiriye, gelê Kurd vî şerî şerê xwe nabîne û derveyî vî şerî disekirin. Ev şer ne şerê gelê Îranê ye jî, ev di navbera du hêzên navnetewî de ye ku dixwazin bibin hegemon. Ji ber wê em berjewendiyên xwe û yên gelê Îranê di vî şerî de nabînin, lê belê bi xwe re metirsiyê tîne û di heman demê de dibe ku bi demê re derfetan jî ava bike. Hêza me wek Koalisyona Partiyên Kurdî û PJAK em dixwazin gelê xwe ji metirsî û xeteriya vî şerî dur bixînin û ger derfet hebe, em bikaribin civaka Îranê demokratîk bikin û hikumeteke nenavendî bê avakirin ku Kurd bikaribin rêveberiya xwe bidest bixin.
Em hewil didin di çarçoveyeke demokratîk, nenavendî û Kurdistaneke xweser de xebatê xwe bidin meşandin. Ev dikare bi awayekî konfedral û nenavendî bi pêş bikeve û lihev bike. Xebatê partiyên me yên Kurdan berê jî hebû û wê heyanî serkeftinê jî berdewam bikin.






