Esma Mistefa
Parlamentera berê ya DEM Partiyê Ayşe Ecar da zanîn ku divê em bendewar nebin, berpirsyartiyê rakin, destê Rêber Apo xurt bikin û got, “Dema Rêber Apo vê nameyê rê dike ji aliyekî ve him berpirsyartiyên me zêde dike him jî firsetekê dide me. Em dikarin pêşengtiya şoreşa nasnameya xwe bikin û him jî pêşengtiyê ji pêvajoya dîrokî ya siyasî re bikin.”
Di pêvajoya nû û panga Rêber Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibata 2026’an de bal hat kişandin ser entegrasyona demokratîk, her wiha rola jin di pêkanîna vê yekê de. girêdayî van xalan Parlamentera berê ya DEM Partiyê Ayşe Ecar bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.
– Salek li ser banga Aştî û Civaka Demokratik re derbas bû, bi awayekî giştî xebat û gavên ku hatin avêtin hûn çawa dinirxînin?

Belê; Salek li ser Banga aştî û Civaka Demokartîk re ya ku bi pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin re derbas dibe. Bi wê bangê re PKK’ê xwe fesh kir, Kongreya xwe ya 12’an lidar xist, vekişandina ji Tirkiyê û gavên bingehîn yên aştiyê avêtin. Ew pêvajo bi pêşengtiya Hevseroka KCK’ê Besê Hozat ve hate pêşvebirin. Bi rastî dema em li van geşedanan dinêrin bi taybet li gavên ku ji aliyê Rêber Apo û PKK’ê ve hatine avêtin, em dibînin ku gavên herî mezin ji bo çareserî û aştiyeke mayînde avêtine.
Di vê demê de di bin sîwana meclisa Tirkiyê de komîsyonek hat avakirin û di wê komîsyonê de partiyên alîgir ango yên di bin sîwana dewletê de cihê xwe girtin, kêm partî yên ku derveyî sîwana dewletê ne hebûn. Girseyeke mezin tevlî vê komîsyonê bû. lê belê di ast û hêviyên ku em li bendê de bûn jî nebû. Helbet ev nayê wateya ku em xebatê wan bêwate dikin ji ber kedek mezin heya niha jî tê dayîn. Her wiha cara yekemîne bi vê awayî û vê girseyê xebatek bi dewletê re tê birêvebirin. Di heman demê de Komîsyonê raporek nivîsî, me ew rapor rexne kir, weke ku pirsgirêka Kurd tenê weke pirsgirêka PKK’ê digre dest.
Lê belê pirsgirêka Kurd demdirêj e xwe dispêre sedsalan û li ser gelê kurd êrîşên hatin meşandin. Dewlet tenê PKK’ê weke sedem dibîne, PKK’ê ne sedem e, encam e. Li hember siyaseta înkar û tunekirina Kurdan PKK’ê hate avakirin. Li ser vê esasê girtina dest ji pirsgirêk û doza Kurd re ji aliyê komîsyonê tenê ku PKK’ê navend e, ev şaş e û rexneyên me pêş ketin.
Helbet di aliyê giştî de hebûn û avakirina vê komîsyonê gelekî girîng e. Cara yekemîne ku Rêberekî Kurd tê muxateb girtin. Ji ber wê yekê bi derbasbûna salekê li ser pêvajoya ku Rêber Apo destpê kiriye re re careke din peyameke nû hate belavkirin. Di vê peyama dawiyê de Rêbertî peyamê ji dewletê re rê dike ku banga xwe ji dewletê re ye, pêvajoya nêgatîf qediya û dest bi pêvajoya pozîtîf hatiye kirin. Ji îro û pêve ji bo ev pêvajo bighîne serî divê di serî de bingehek hiqûqî û siyasî were dayîn ku ev yek di zagon û mekezagonan de were eşkerekirin. Di serî de hemwelatiyeke wekhev were avakirin, ne ku weke berê kî di Tirkiyê de jiyan bike; Tirk e.
Rêbazên pişaftinê, înkarkirina nasname û cudatiyên di nava civakê de were rakirin her wiha qanûnên pêşî li siyaseta demokratîk digrin bêne rakirin. Ev yek jî bi guhertina zagonan tê kirin û pêşî li siyaseta demokrasiyê vekirin, pêkan dibe.
– Rêber Apo di nameya xwe ya 27’ê sibata 2026’an de dibêje “Jin pêkhateya herî azadîxwaz û hêza xurtkirinê ya entegrasyona demokratîk in” hûn vê yekê çawa dixwînin û bi taybet li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de erkekî çawa dikeve ser milê jin?
Dema ku em li pirsgirêkên netewan dinêrin, bingehekî wî ya dîrokî heye ku xwe her tim spartiye serdest û bindestan. Rêber Apo jî dema ku hemû pirsgirêkên heyî dinirxîne di serî de vedigere dîrokê û bingeha wan pirsgirêkan radixîne ber çavan û dinirxîne. Rêber Apo di hemû pirtûk û parêznameyên xwe de ev yek nirxandiye. Îro dema ku em li pirsgirêkên di nav civakê de dinêrin, xirabûn, têkçûn û wêrankirina civakê dinêrin, hemû jî bingeha xwe ji dîrokê digre.
Di serî de ji pêşketina fikra bindestiya jinê, fikra serdestî û bindestiya giştî di civakê de bi xwe re pêş xist.
Ji ber wê her tim Rêber Apo dema dibêje ji nû ve afirandin, xwebirêxistinkirin û xweavakirin hebe divê em dîrokê binêrin. Windakirina destpêkê jî ji jinê hatiye destpêkirin û pê re her tişt ji rastiye xwe derket. Dema em nîqaşê demokrasî, azadî û wekheviyê dikin, pêwîst e di nava pergala nû de jin hebin, bi azadî û îradeya xwe hebûna jin were esasgirtin. Dema em îro li hebûna jin di nava civakê de dinêrin, tabloya tundûtujiya ku li ser fîzîk, îrade û ramana wê tê kirin, derdikeve ber çavên me. Di giştî Rojhilata Navîn de jin ji ber nasnameya xwe ya jinbûyînê bi destê mêrê serdest tê qetilkirin. Ev yek di Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de bi heman rengî tê kirin. Ev tundî ji aliyekî bi destê mêrên ku li ser destê dewletê hatine perwerdekirin tê kirin him jî li ser destê dewletê tê kirin.
Weke ku Rêber Apo jî tîne ziman di pêvajoya entegrasyona demokratîk, Aştî û Civaka Demokratîk de divê em jin xwe ji berê zêdetir birêxistin bikin, da ku em rola ku dikeve ser milê me bilîzin. Îro Paradîgmeya Rêber Apo bi slogana Jin, Jiyan, Azadî cîhanî dibe, jinên Kurdistanê pêşengtiya jiyana azad ji jinên cîhanê re kirine. Lewra Dema Rêbertî vê nameyê rê dike ji aliyekî ve him berpirsyartiyên me zêde dike him jî firsetekî dide me. Ji ber ku di dîrokê de mînaka vê yekê jî tune ye. Em dikarin pêşengtiyê ji şoreşa nasnameya xwe re bikin û him jî pêşengtiyê ji pêvajoya dîrokî ya siyasî re bikin.
– Di pêvajoya pêşerojê de behsa hemwlatîbûna azad bi dewletê re hatiye kirin, gelo pêkanîna vê yekê di vê demê de bi dewletê re çiqas mumkine û divê çi ji aliyê dewletê ve bê kirin?
Pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe di vê demê de bi taybet, tê dîtin ku ji nû ve dîzayînkirin û çêkirina nexşeyan heye. Armanca van dewletan ne ku gel bi azadî û rihetî jiyan bike ye, tenê ji bo pêkanîn û parastina berjewendiyên xwe kar dikin.
Çareserkirina pirsgirêka Kurd jî li ser dewleta Tirkiyê şert e. Îro dîtin ku ji dehên salan ve êrişên qirkirina fîzîkî, çandî û nasnameyê didin meşandin. Kurdan bi dehan salin kirine zîndanan, komkujî pêk anîne û binpêkirinên dijmirovî kirine. Lê dîtin ku bi yek carî siyaseta wan bi ser neket û Kurd tune nebûn.
Îro xeteriya herî mezin li ser Tirkiyê û aboriya wê heye. Ew baş dizane ku pêwîst e bi Kurdan re were ser maseya siyasetê û ferze ku vê pirsgirêkê bi rêbazên demokratîk çareser bikin. divê em ji bîr nekin ku hin aliyên ku hebûna xwe li ser domdariya vê pirsgirêkê didomînin jî hene.
Li aliyê din weke ku koma Tevgera Azadiyê jî aniye ziman divê em bendewar nebin, divê em berpirsyartiyê bigrin ser xwe, destê Rêbertî xurt bikin da ku dewlet gavan biavêje. Ya herî girîng di vê demê de jî ku azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk were, ew nebe wê hemû pilan û pêşdîtinên me kêm bimînin. Li ser wê esasê jî divê em li qadan bin, destê Rêbertî xurt bikin û li ser dewletê bandor bikin.
Ji ber vê yekê divê em di vê pêvajoyê de li bendemayînê nebin, bi taybet jin, jina ku erka wê hê girantir û zêdetire, jina ku dewlet siyasetên xwe li ser tunebûn û pelçiqandina hêza wê didin meşandin. Divê em bi gelemperî hêza xwe ya hevgritin û yekbûnê xurt bikin, xwe birêxistin bikin û di vê pêvajoyê de bibin hêza pêşengtiyê.






