Navenda Nûçeyan
Li Iraqê diyardeya xwekuştinê gelek li pêşe û piraniya wan jinan. Ji destpêka sala 2026’an 110 bûyerên xwekuştin li Iraqê ji ber zextên pîskolojîk, şantaja elektronîkî û gelek bûyerên din rû dane.
Diyarardeya xwekuştinê li Iraqê gelek li pêşketiye û piraniya wan jinin, pêşketina xwekuştinê bi vî rengî li Iraqê jiyana gelek kesan dike nava qefan. Li dorî daneya Roj News di mehên pêşîn ên sala 2026’an de li Iraqê ji destpêka salê ve 110 xwekuştin hatine tomar kirin, rêjeya mehane ya bûyerên xwekuştinê ji 55 û 70 de ye herwiha dibe ku rêjeya van bûyeran ji sedî 15 zêde bibe li gorî sala borî.
Li parêzgeha Zîqarê diyardeya xwekuştinê gelek zêde ye, piştî wê Bexda, Besra û Nînewa tên. Rêjeya herî zêde ya ji xwekuştinê jinan, ku digihêje ji sedî 40, pir caran ji ber qelfpêkirina li ser mediya dîjîtal û şideta navmalî ve girêdayî ne.
Diyardeya xwekuştinê vê salê ji salên borî zêdetir bûye di sala 2022’an de hezar û 100 bûyer hatine tomar kirin, di sala 2023’an de gihîştine hezar û 300, û di salekê de, rayedaran hezar û 294 bûyer tomar kirin, ev hejmar di deh salên dawî de herî zêde ye. Herwiha piraniya bûyeran xwekuştinê ji hêla jinan ve tê kirin. Tiştê ku diqewime veguherin êşa takekesî ji bo qalibek kolektîf e ku dikare wekî “hilweşîna tenduristiya derûnî ya giştî” were binav kirin. Ev hilweşîn ji sûcê rêxistinkirî xeternaktir e û bandorek dirêjtir ji terorîzmê heye ji ber ku qurbaniyên wê bêdeng dimînin û mafên xwe naxwazin.
‘‘Sedema herî girîng zexta pîskolojîk e’’
Di vê çarçoveyê de çalakvan Suheyr Seed ji Roj News re li ser sedemên xwekuştina jinan axivî û got: “Gelek sedem hene ku jinan ber bi xwekuştinê ve dibin, di encama kombûna zextên pîskolojîk, civakî û malbatî de ne. Di nav van sedeman de ya herî girîng zexta pîskolojîk a berdewam e ku ji tundûtûjiya navmalî çêdibe, çi ji hêla mêr, bav, an jî hin endamên din ên malbatê ve be. Xiyaneta zewacê, hilweşîna malbatê, nêzîkbûn û têliliya xerab jî rolek rasterast di qelskirina aramiya psîkolojîk a jinê de dilîzin. Herwiha şantaja elektronîk û sînordarkirinên civakî di nav faktorên herî xeternak ên nûjen de ne ku jinan dixwe nava gefê, hin kesan ber bi tenêtî, tirs û hestek bêçarebûnê ve dibin, di heman demê de hawîrdorên civakî yên ku jinan hertin sûcdar dibînin.”
‘‘Pêwîste ku jin hêzên xwe bikin yek’’
Suheyr Seed ji Roj News re diyar kir ku di rêya kevneşopiyan zextên giran li ser jinan dikin û wiha got: “Da ku tevger û azadiya wan sînordarbikin, wan dixin bin desthilatdariya mêr, bav, bira, an jî kurên wan. Sedemên herî girîng a wan bûyeran tunebûna piştgiriya pîskolojîk, hesabxastin înîsiyatîfên hişyariyê yên sîstematîk li Iraqê ne. Xwekuştina jinan li Iraqê êdî ne kiryarek takekesî ye, lê belê encama tevahiya pergalek ji paşguhkirin, zext û tecrîdê ye. Dewlet mirinê tomar dike lê êşa di civakê de naşopîne, ew laş dibîne lê valatiya pîskolojîk a ku beriya wê çêbûye nabîne. Bi nêzîkbûna Roja Jinên Navneteweyî re, pêwîste ku jin hêzên xwe bikin yek, zagonan bê bandor derxin, platformên piştgiriya pîskolojîk û qanûnî ava bikin.”






