Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Reqayê jinan neçarê parsektiyê dikin

10/03/2026
in JIN
A A
Li Reqayê jinan neçarê parsektiyê dikin
Share on FacebookShare on Twitter

(N.P)

Li bajarê Reqayê piştî ketina Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hejmara jinên neçarî parsektî kirine, zêde bûye û her biçe wê rewşa jin hîn bêhtir têkevê xeteriyê de.

Li bajarê Reqayê hejmara jinên ku parsektî dikin her diçe zêde dibe. Jinên ku zanîngeh bi dawî nekirine, ne xwendine, yên hevjînên wan mirine û ji malbat û eşîreta wan kesek xwedî li wan derneketine nikarin kar peyde bikin û bixebitin. Tenê hinek rê li pêşiya wan hene, yan wê li mal û daîreyên hikûmetî û taybet weke xizmetkar bixebitin, yan wê biçin gundan weke karker bixebitin an jî wê li bazara Reqayê parsektî bikin. Ev axavtin ji aliyê jineke Reqayî û ji êla Afadla ye, hat kirin. Jina ji Reqayê ji ber rewşa ewlekariyê nexwest ku navê wê were naskirin.

Di wextê Rêveberiya Xweser de jina ku dibistana amadeyî bi dawî kiriye, li saziyan dixebitî. Piştî 19`ê Çile Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ketin Reqayê ew dayîk bê kar ma ye. Mîna wê bi sedan jin bê kar mane. Çarenûsa hemû jinên bêkar mîna ya wê ye.

Li gorî çavkaniyên herêmî piştî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê derbasî Reqayê bûye hejmara jinên ku li ser wan ferz dikin parsektî bikin, gelekî zêde bûye. Jinên kar ji bo wan nayê peyde kirin, di wê civakê de destdirêjî rûmeta wan dikin. Eger bibin karker saetên dirêj di nava zeviyan de dixebitin, mûçeyê wan kême û destdirêjî li wan tê kirin. Eger nebin karker wê li malên zengînan an jî li daireyên hikûmetê û yên taybet karê paqijiyê bikin. Riya dawî ku didin pêşiya wan mêr li malê dimînê, hevjîn û keçên xwe rêdikin bazara Reqayê parsektî bikin.

Li Reqayê jin neçarî parsektî, xizmetkarî û kardestî dikin. Bi van her sê diyardeyan re nirxên civakî têne binpêkirin û îhanetê li rûmeta jinê tê kirin.

Eger rewşa jinan li Reqayê wisa berdewam bike wê jinan weke araceke têrkirina ajoyên mêr, li malên giştî bidin bikar anîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.