Ronahî Sadûn/Hesekê
Li bajarê Hesekê li navenda giştî ya YPJ’ê 8’ Adarê “Roja Jinan A Cîhanî” hat pîrozkirin.
YPJ’ê boneya Roja Jinan A Cîhanî 8’ê Adarê li navenda xwe ya giştî ya bajarê Hesekê bi bîr xist. Di bîrxistinê de fermandar, şervan û malbatê YPJ’ê beşdar bûn.

Berî destpêkirina çalakiyê torana leşkerî hat lidarxistin, piştre yek ji Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û wiha axivî: “Têkoşîna azadiya jinê, li rêhevalê jinê Rêber Apo pîroz dikim. Di heman demê de li hemû jinên ku îro li hemû qadan, çiyayan û li nav çar dîwaran de berxwedaniyeke bêhempa û seknekî azad, bi îrade û vîneke xurt têkoşîn dikin, herwiha tevahî jinên kedkar û azadîxwaz pîroz dikim. Ev roj a ku jinan di destpêkirina jiyan û mirovahiyê de ku bû mîmarê bingehîn ê vê jiyanê bi berhem û çanda xwedawendan jiyanekî nû afirand ji bo tevahî mirovahiyê. Lê sîstema desthilatdar a ku ji destpêka civakbûyînê de êrişên xwe li ser jiyan û jinê di şexsê jinê de jiyan tarî kir û bi vî rengî serweriya xwe li tevahî cîhanê serwer kir û heya roja îro hîn jî didomîne, taybet li hemberî çanda xwedawend a jina azad a xwediyê vê jiyanê. Niha em vê rojê û şehîdan jî bi bîr tînin, êrişên herî dijwar jin pê re rû bi rûyî dimînin. Di şexsê jinan de çawa civak tê qetilkirin, jiyan tê tarîkirin û dixwazin jiyanekî tek rengî serwer bikin. Lê em soza têkoşîn û berxwedana xwe ji tevahî rêhevalên xwe û şehîdên şoreşa azadiyê dûbare dikin ku em ê niha bi seknekî hîn xurtir û biryardayînekî hîn mezintir têkoşîna xwe dewam bikin. Ji niha û şûde ji her demê xurtir bibin xwedî sekina azad. Ji ber ku hîn gelek rêhevalên me dîlgirtî ne û ji bo azadiya wan di serî de, di heman demê ji bo azadiya jinên ku dîlgirtî ne, jinên bi êrişên pir hovane re rûbirû ne ji bo azadiya wan çi bê xwestin, çi têkoşîna pêwîst em ê bidin nîşandan. Lewra ji her demê zêdetir pêdiviya me bi têkoşîna hevgirtî û hevpar a azadî û demokrasiyê heye.”

Piştî bidawîkirina axaftinê diyarî li şervanan hat belavkirin. Di dawiyê de fermandar, şervan û malbatên şervanan berê xwe dan Goristanan Şehîd Dijwar a bajêr û şervanan li wir gul li ser gorên şehîdan danîn.







