Ayşa Silêman/ Dêrik
Bi boneya 8’ê Adarê roja jinên cîhanî Kongira Star a bajarê Dêrikê bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî, Em ê Destkeftiyên Şoreşa Jinê Biparêzin mîtîngek li dar xistin.
Bi boneya 8’ê Adarê roja jinên cîhanî Kongira Star a bajarê Dêrikê li navenda ciwanan bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî, Em ê Destkeftiyên Şoreşa Jinê Biparêzin mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de hemû endamên Saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan û şêniyên bajêr hazir bûn.
Mîtîng bi xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan dest pê kir, paşê bi moral û hestekî bilind nameya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo ji bo 8’ê Adarê hat xwendin.

Di berdewamiya mîtîngê de li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Perwîn Yûsiv axivî û wiha got: “Di şexsê rêhevalên ku bi têkoşîna xwe, bi xwîn û xwêdana xwe karîbûn vê rojê ji bo jinên cîhanê bidin diyar kirin û di şexsê hemû jinên têkoşer ên ku di şoreşa Kurdistanê de bedelên giran dayî û ji bo me jiyana azad neqiş kirin em ji wan re dibêjin 8’ê Adarê li we pîroz be. Em îsal 8’ê Adarê di rewşeke gelek hesas û girîng de pîroz dikin, li Rojavayê Kurdistanê ev 14 sal bûn têkoşîn dihat kirin û bi saya vê têkoşînê em bûne xwedî destkeftiyên mezin. Me tecrûbeyek mezin ji bo jinên Sûriyê û pêşeroja Sûrî da ku di jiyanek azad û wekhev de jiyan bikin 13 salan di nav sîstema Rêveberiya Xweser karîbû wê tecrûbê bike tecrûbeyeke demokratîk. Lê bi pîlan û leystikên qirêjn naxwazin aramî di herêmê de were belav kirin xwestin vê herêmê dagir bikin û vê pirojê vala derxin. Ji ber ku ev piroje bi pêşengtiya jina azade, bi felsefeya jin jian azadî jinê têkoşîn kir û berxwedanî da meşandin. Soza me ew e ku em bi felsefeya jina jiyan azadî destkeftiyên xwe biparêzin. Dixwazin careke din zihniyeta zilam perest careke din li ser jinê ferz bikin, me bi salan li hember vê sîstemê têkoşîn daye meşandin û em ê berdewam bikin û hertim li ber xwe bidin ji ber ku jina ku carekî azadî nas kiriye wê tucarî gavan paş de neavêje. Heger hikumeta demkî aramiyê dixwaze pêwîste destpêkê şervanên dîlgirtî radestî malbatên wan bikin ji ber bi vî şêwazî welat avanabe.”
Di dawiyê de jî Kongira Star ji bo ked û berxwedaniya saziyên ragihandinê Rojnameya Ronahî, Ronahî TV û Radiyoya Dicle xelat kirin.







