Mihemed Seydi
Di nav guhertinên dijwar ên ku îro herêm tê re derbas dibe, helwestên wêrek derdikevin pêş û sînorên têkiliya di navbera hêzên mezin û pêkhateyên resen ên herêmê de ji nû ve xêz dikin. Di heman demê de ku operasyonên leşkerî yên navdewletî li dijî Tehranê gûr dibin, pirseke bingehîn li ser rola Kurdan di vê aloziyê de derdikeve holê. Kurd ne wek komên ( ‘lebet lebet’ û xwediyên kilabiyan ku ji Eşîrên Ereb pêk tên û êrişî Durzî û Elewiyan kirin) li ser her dengekî Daholê dest bi dîlanê dikin— dikevin pey sozên ragihandinê yên biriqandî. Îro stratejiyeke neteweyî ya gihîştî li cem Kurdên Rojhilatê Kurdistanê derdikeve pêş, ku di vê qêrîna bilind de tê xurtkirin: “Em ne kirêgirtiyên destê kesî ne, û em nabin Êzingên agirê berjewendiyên hêzên mezin.”
Dîmena îro hewildanên dijwar ên wan hêzên ku li Îranê dixwin nîşan dide, ku dixwazin Kurdan qanih bikin da ku wekî “serê rimê” li ser erdê bi pêş kevin, heta ku ragihandina Amerîkî êdî tenê behsa “lehengên Kurd” li herêmê dike. Ev bala ji nişka ve, ne şiyariya wijdaneke li hember mafên Kurdan e, lê hewildaneke bêhêvî ye ji bo bikaranîna Kurdan wekî hêzeke peyade û “sotemeniya şer” da ku keda destwerdana bejayî ji bo hêzên mezin kêm bikin. Li vir peyama Kurdî zelal e û şiroveyan qebûl nake: Kîjan hêza ku nakokî an çavbirçîtiya wê li hember aliyekî din hebe, bila bi wêrekî û bi amûrên xwe rûbirû bibe, ne ku li pey “wekîlan” an “kirêgirtiyan” bigere da ku şerê wê bi wekalet bimeşînin.
Tiştê ku helwesta Kurdî ya hişmend ji yên din cuda dike, redkirina bi biryar a her berhevkirinekê ye bi wan kom û aliyên ku razî bûne bibin amûrên bindest di bin siya parastina herêmî an navdewletî de. Tekezkirina li ser wê yekê ku “Kurd ne wekî yên din in” di vê çarçoveyê de, ne tenê cudahiya neteweyî ye, lê belê xwedîderketina li nasnameya neteweyî û biryara serbixwe ye. Kirêgirtî xwîna xwe ji bo berjewendiya xwediyê xwe difiroşe, lê têkoşerê rastîn li Rojhilatê Kurdistanê dizane ku parastina mirov û destkeftiyan û mayîna wekî hêzeke rêxistinkirî, ji ketina pey dirûşmên vala pirtir girîng e; dirûşmên ku dixwazin hêza Kurd ya mirovî biqedînin û paşê di yekemîn “bazara berjewendiyan” de Kurdan bikin qurbanî, wekî ku di dîrokê de gelek caran bi êş qewimiye.
Di encamê de, dîrok li ser kesên ku rola “paxav” an “paşrew” ji bo xwe qebûl dikin, rehm nake. Kurd îro îsbat dikin ku qîbleya wan her dem ber bi mafên wan ên neteweyî û rûmeta wan a mirovî ve ye, dûr ji bazara reş a siyasî. Serdema “tifingên bi kirê” bi dawî bûye; kî şer bixwaze bila bi artêşên xwe bikeve qadan, lê xwîna ciwanên Kurd bihatir e ku bibe berdêla xeyalên berjiwendiyên hêzên navdewletî. Îro Kurd xwedî Doz in, ne amûrên şerin ku ji bo yên din şer bikin da paşê jî li ser maseyan werin firotin.






