Jîn Hisên
Kongresa Amerîkayê vê hefteyê hazirtiyan dike li ser dengdana projeyekê ku şiyana Dolnad Trump ji bo berdewamiya operasyonên leşekerî li dijî Îranê bêyî erêkirina eşkere ya qanûndanêran, sînordar bike.
Ev yek çend roj piştî êrişên hêzên Amerîkî ligel Îsraîlê, li ser hedefên li hundirê Îranê pêk hat. Rêveberiya Amerîkî dibêje ku ev gav di bersiva gefek nêzîk de bû, lê hin Demokrat wê wekî kiryarek şer bêyî destûrdayîna destûrî dibînin. Di nava vê nakokiyê de qanûnek heye ku dîroka wê vedigere salên 1973’an û wekî qanûna “Desthilatên Şer” tê nasîn.
Qanûna “Desthilatên şer” Qanûnek federal a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 1973’an de bi armanca avakirina hevsengiyek di navbera desthilatên yasadanîn û cîbicîkirinê de di girtina biryarên têkildarî beşdarbûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di şerên derveyî welat an jî çalakiyên leşkerî de, bi danîna mekanîzmayên ku hem rê didin Trump û hem jî Kongresê ku beşdarî wan biryaran bibin, hate derxistin.
Armanca qanûnê ew e ku zelalî û berpirsiyariyê di biryarên hikûmetê yên têkildar de zêde bike, bi rêya danîna sînordarkirina desthilatên serok ji bo bikaranîna hêzên çekdar li derveyî welat ji bo pêkanîna êrişên leşkerî yên rastîn an mûhtemel bêyî wergirtina raghandina şer an destûrnameyek eşkere ji Kongresê, ku ev yek ji wî dixwaze ku di demên pevçûnên leşkerî de raporên dewrî pêşkêş bike.
Di nav derdorên siyasî yên Amerîkî de gelek caran nîqaş hene, ji ber ku hin qanûnda dixwazin vê qanûnê biguherînin ji ber ku li gorî wan ew di aloziyên leşkerî de roleke çalak ji bo Kongresê garantî nake, nemaze ji ber ku serokkomar di gelek rewşan de karin bendên wê derbas bikin.
Berevajî vê, hin kesên din di nav Kongresê de, ligel berpirsên desthilatên rêveberiyê, dibînin ku serok di rêvebirina siyaseta derve de hewceyê nermbûnek bêtir e, ji ber ku biryarê ne li gorî destûrê û ne pratîkî dibînin û hinan jî daxwaza betalkirina wê kirine.
Paşxaneya dîrokî
Destûra Bingehîn a DYA’yê desthilata ragihandina şer di navbera Kongres û de dabeş dike. Li gorî Xala 8’an a xala yekemîn, Kongres xwediyê desthilata ragihandina şer, seferberkirin û piştgiriya hêzên çekdar e, di heman demê de Xala duyemîn serok wekî fermandarê giştî destnîşan dike û piştî ku biryara şer tê dayîn, desthilata fermandariya hêzên DYA’yê dide wî.
Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve, Kongresê li dijî welatekî din şer raghandin nekiriye, di heman demê de serokên DYE’ê di derbarê şerên biyanî û êrişên leşkerî de gelek biryar dane, ku ev yek bûye sedema nîqaşên berdewam. Di salên 1950 û 1960’an de, nîqaşên di nav Kongresê de li ser karanîna hêzên çekdar ên bê destûr ji hêla Trump ve, bi taybetî di dema Şerê Koreyê (1950-1953) û Şerê Vîtnamê (1955-1975) de, zêde bûn.
Alozî gihîşt lûtkeya xwe dema ku Serokê borî Richard Nixon di dema Şerê Vîtnamê de bi awayekî veşartî ferman da ku êrişî Kambodiya û Laosê bêyî erêkirina Kongresê bikin. Kongresê hewl da ku desthilata xwe ya destûrî ava bike, da ku biryaran di derbarê karanîna hêzên çekdar ji bo operasyonên leşkerî an çalakiyên ku dibe ku bibin sedema beşdariyên leşkerî yên biyanî, bide û desthilata serok ji bo dayîna biryarên yekalî di vî warî de sînordar bike.
Di 7’ê Mijdara 1973’an de, Kongresê tevî nerazîbûna Nixon, ku biryar ne li gorî destûrê didît ji ber ku desthilatên serok sînordar dikir, biryara “Desthilatên Şer” pejirand. Wî mafê xwe yê vîtoyê bi kar anî, lê Kongresê bi dengdana bi piraniya zêde a endamên Senatoyê û Meclisa Nûneran, ku destûr ji bo betalkirina vîtoyê hewce dike, karîbû vê pirsgirêkê betal bike.
Qanûna Desthilatên Şer çi ye?
Li gorî destûra Amerîkayê ne serok, lê kongres xwediyê desthilata raghandina şer e. Ji aliyekî din ve serok ew e fermandarê giştî yê hêzên çekdarî ye, serokên Amerîkayê desthilatên berfireh ji bo şandina leşkeran li derveyî welat bi taybet di rewşên awarte de yên girêdayî Ewlehiya Neteweyî, bi kar anîne.
Qanûna sala 1973’an sînorkirin li ser vê yekê danî. Di hin rewşên awarte de rê dide serok ku leşkeran bişîne şer bêyî erêkirina pêşwext a Kongresê, dema ku DYE’ê di bin êrişê de be an jî bi gefek nêzîk re rû bi rû bimîne.
Herwiha ev qanûn destnîşan dike ku eger hêzên Amerîkî bêyî destûr tevlî şer bibin, divê serok Kongresê agahdar bike û di nava 60 rojan de hêzên xwe vekişîne heya ku qanûndanêran erêkirina fermî nedin.
Girîng e were zanîn ku DYE’ê ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve kêm caran bi fermî şer raghandiye, ji ber ku serokkomar gelek caran ji bo pêkanîna operasyonên leşkerî bêyî ragihandineke eşkere ya şer, xwespartin şîroveyên berfireh ên desthilatên xwe yên destûrî.
Çima Kongres niha wê deng bide?
Sedema sereke ew e biryara Trump pêkanîna êrişan li dijî Îranê bêyî ku daxwaza erêkirina pêşwext ji kongresê ye. Berpirsyarên di rêveberiyê de, di nav de Wezîrê Derve Marco Rubio û Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, agahî dan qanûndanêran û gotin ku planên Îsraîlê yên ji bo êrişên leşkerî û bendewariya bersiveke Îranî li dijî hêzên Amerîkî “gefeke nêzîk” pêk tînin.
Rêveberên Komarî, di nav de Serokê Meclisê Mike Johnson, dibêjin ku serok wekî fermandarê giştî yê hêzên çekdar di çarçoveya desthilata xwe de tevgeriyaye û êriş bi sînor û xwezaya parastinê bûn. Lê piraniya Demokratan vê taybetmendiyê red dikin.
Senator Tim Kaine, ku pêşengiya hewldanên pejirandina biryara desthilatên şer bo Senatoyê dike, dibêje ku Kongres berpirsiyariyeke destûrî hildigre, dema ku deng dide mijarên girêdayî şandina leşkeran bo şerekî ku dibe ku bi hefteyan bidome be û bûye sedema kuştina Amerîkîyan.
Herwiha demokrat rêveberiyê tawanbar dikin ku ji bo operasyonê hincetên guherbar pêşkêş dike, ji hedefgirtina bernameya nukleerî ya Îranê bigire heya armanckirina mûşekên balîstîk an jî heta behsa guhertina rejîmê, bêyî ku nîşanên zelal ên hebûna gefên rasterast li ser berjewendiyên Amerîkayê pêşkêş bike.
Trump çi dibêje?
Serokê Amerîkayê Trump dibêje ku operasyon dê berdewam bin heta ku armancên wan werin bidest xistin û îşarest kiriye ku hemle dibe ku çend hefteyan dirêj bike. Rêveberî dibîne ku ev êriş naghêjin asta raghandina şerekî fermî, ji ber vê yekê pabendbûneke destûrî nebû ku erêkirina Kongresê ya pêşwext bigrin.
Herwiha komarî dibêjin ku cewherê gefê hewcedarî bi çalakiyek bilez hebû û parvekirina berfireh a agahiyên îstîxbaratê yên hesas berî êrişan wê ew bi xetera derxistina agahiyan re rûbirû bikira.
Cudahiya di nava Kongresê de
Cudahî zelal e, piraniya demokratan piştgiriya biryara Desthilata Şer dikin, îfade dikin ku divê Kongres helwesta xwe diyar bike dema ku girêdayî jiyana leşkerên Amerîkî be. Lê hin demokrat dibînin ku biryar sembolîk e û di aliyê pratîkê de tiştekî naguherî ne.
Ji bo Komarîyan, tê payîn ku piraniya wan li dijî pêşnûmeyê derkevin û piştgiriyê bidin serok, tenê hejmareke sînorkirî piştgiriya xwe ji bo pejirandina mijara dengdanê raghandine. Komarî hem li Meclisa Nûneran û hem jî li Senatoyê piraniyek kêm digirin, ev yek jî dihêle ku pejirandina biryarê ne misogerkirî be.
Gelo biryar dikare şer rawestîne?
Her çend ku biryar di her du meclîsan de jî were pejirandin, serok dikare mafê xwe yê vîtoyê bikar bîne da ku wê betal bike. Ji bo pûçkirina vîtoyê, Kongres hem li Meclisa Nûneran û hem jî li Senatoyê hewceyê piraniya dengan be, rêjeyek ku di bin hevsengiya heyî ya partî de bidestxistina wê zehmet e. Ev tê vê wateyê ku biryar, her çend piştgiriyek berfireh werbigire jî, dibe ku di cih de rêya operasyonên leşkerî neguherîne.
Lê belê alîgirên wê dibêjin ku girîngiya wê bi qasî ku pratîkî ye, ewqas jî siyasî û destûrî ye. Ew qanûndanêran neçar dike ku helwestek giştî bigirin, rêveberiyê dixe bin zextê da ku hincetên berfireh pêşkêş bike û nîqaşa li ser sînorên desthilata serok ji bo karanîna hêza leşkerî ji nû ve vedgerîne.






