Thursday, July 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja bi Wate ya 8 ê Adarê li Tevahî Jinên Cîhanê Pîroz be

08/03/2026
in Serbest
A A
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Share on FacebookShare on Twitter

Faraşîn Dêrik

Ez cejna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikim. Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bihara jinan pîroz dikim û dibêjim: Em jin weke ku Rêber Apo gotiye: Weke gulên berfînê ne û roj bi roj em weke bihara gelan, geş dibin û reng û dengê xwe belav dikin û ji hemû jinên Cîhanê re weke jinên Kurd dibin hêvîya serkeftinê. “Dewletên ku di krîzê de ne bi metîngerî, talan, bêkarî, xizanî, bêhiqûqî, desteserkirina kedê, pêşxistina neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê, bi rastî li dijî civakan şer îlan dikin. Ne tenê mirov, di heman demê de çavbirçîtiya bêsînor a desthilatdaran xwezayê wêran dike. Ji bo jinan, şer, krîz, mêtingerî û desteserkirina kedê xwedî dîrokeke hezar salan e.

Lê ti carî şerê li dijî jinê nehatiye binav kirin. Qirkirina jinê (femînîcîde) ne di siyaset û ne jî di hiqûqê de hîn jî wek tawanê şer nehatiye qebûlkirin. Di vê serdemê de jî kuştina jinan di asta cîhanî û herêmî de her diçe zede dibe. Ev dem mîna dema beriya Şerê Cîhanê yê Yekem dema Clara Zetkînê ye. Jinan wê demê jî lihemberî zilmê serî netewandin, li ber xwe dan. Wê demê jî dizanibûn ku ew bi rêxistinbûn û berxwedanê dikarin encamê bi dest bixin. Li ser wê jina mezin a sosyalîst Clara Zetkîn di sala 1911’an de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê rexistin kir û weke mîrateya berxwedana jinan îlan kir. Kurdistan weke dema şerê cîhanê ya yekem, îro jî navenda herî giran a tundî, dagirkerî, talan û mêtingeriyê ye.

Bi şer, koçberkirin, guhertina demografîk û asîmîlasyonê tê xwestin ku Kurd bên tunekirin. Hezên dagirker dixwazin ku Kurdistan ne tenê bi gelê xwe, bi xwezaya xwe jî were tunekirin. Ji ber ku kolonyalîst bi hêrs in û ji Kurdistana ku di bin pêşengiya jinan de ronî û bihêz bûye nefret dikin. Jin û gelê me bi lehengiyeke mezin tekoşîneke bêhempa dimeşînin ku di sedsala 21’an de wê Kurdistan bibe welatê demokrasî, wekhevî, dostanî, azadî, edalet û aştiyê. Kurdistana ku bi dest û vîna jinê hatiye xemilandin, îro hêviyê dide mirovahiyê. Bi taybetî dewleta Tirk, rejîma Îran û Sûriyeyê, vê Kurdistanê ji bo desthilatdariyên xwe yên despotîk, faşîst ên serdest ên mêr, weke metirsiyeke mezin dibînin.

Dewleta Tirk a faşîst bi şev û roj ji aliyekî ve Rojava, Şengal û Başurê Kurdistanê ji xwe re dike hedef û hewildide ku dagir bike. Û li aliyê din jî plansaziyeke nû ji bo şerêkî topyekûn dike. Li Bakurê Kurdistanê jî bi heman siyaseta bişafitinê tevdigere. Rejîma paşverû ya Îranê jî îdama çalakvanên Kurd û jinan divan salêndawiyê de zede kiriye. Mixabin, li aliyê din zîhniyeta zilamê serdest a Kurd a paşverû, ji ber ku bi civakbûyîna felsefeya jina azad a Kurdistanê re; wê hêza xwe winda bike, welatê xwe pêşkêşî hêzên dagirker ên weke dewleta Tirk dikin. Hêzên kolonyalîst ji aliyekê ve bi şerê taybet û ji aliyekê ve bi îstismarkirina ola Îslamê, ji bo ku Kurdistana ku veguheriye welatê jina azad, vegerînin serdemên tarî.

Hezên dagirker ji ber vê yekê jî zîhniyeta serdestiya mêr a paşverû ya ku hê jî li Kurdistanê xwe ferz dike provoke dike û êrîşen jina dide kirin. Yek ji sedemên ku şîdeta di nav malê de  û kuştina jinan pêk tê jî ev e. Sedema din jî ew e ku ditirsin ku di encama demokrasî û azadiya ku bi tekoşîna azadiya jinan hatiye pêşxistin de desthilatdariya xwe winda bikin. Lê belê tu hêzeke paşverû çi herêmî, çi cîhanî û çi jî netewî wê nikaribe Kurdistana azad a ku bi îradeya jinên Kurd hatiye afirandin tune bike. Bi vê boneyê em di 8’ê Adara 2026’an de careke din hemû şehîdên şoreşger ên Kurdistanê bi taybet şoreşgerên jin bi bîr tînin. Her wiha em jinên enternasyonalîst ên cîhanê ku mîrateyeke dîrokî ji me re hiştine bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.